Tirît

MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra 4 kesan

*Savarê hûr: 2 qehehên avê

*Qelî: Tasek

*Ava firingiyan: Kevçiyekî xwarinê

*Pîvazên: Hêşîn: Qevdek

*Bexdenûs: Qevdek

*Rûnê nivîşk: Kevçiyekî xwarinê

*Îsota pûlikî: Nîv kevçî

*Ava simaqê: 2 qedehên avê

*Av: 6 Qedehên avê

*Xwê: Têra xwarinê

ÇÊKIRINA TIRÎTÊ

Simaqa xwe bixin avê. Pîvazên hêşîn û bexdenûsê pak bikin, bişon û hûr bikin. Rûn bixin beroşekê û deynin ser argûnê, dema rûn sor bû, salçeyê bidin berê, heta ku salçe di nav rûn de belav bibe, bila tê de sor bibe. Ku salçe sor bû, ava simaqê bera navê bidin, bila bikele. Dema av keliya, qeliya xwe berdinê, paşê jî savara hûr bixinê. Dema xwarin hate ber pijînê, pîvazên hêşîn û bexdenûsa ku we hûr kirine berdin serê, xwêya wê pê werkin,îsota pûlikî têreşînin. Hê ku xwarina hinekî bi av e, ji ser argûnê hildin. Gava xwarinê hev dît, bi germî deynin ser sifreyê û bi pelên mêwan bixwin.

Noşî can be

Etîket: Jiyan, Xwarin

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Kuncî

Gûzên Adilcewazê

Fêdeyên Qalikên Gûzan

Damezirandina Yekemîn Radyoya Kurdî

Tarîtî û Ronahî

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle