Riknên Îmanê

Eqîda Îslamê (Îman) li ser şeş bingehên esasî disekine.

  1. Bawerîya bi Xwedê ye,
  2. Bawerîya bi melaîketên Xwedê ye,
  3. Bawerîya bi kitêbên Xwedê ye,
  4. Bawerîya bi Resul (qasid)ên Xwedê ye,
  5. Bawerîya bi roja axretê (roja qiyametê) ye,
  6. Bawerîya bi Qederê ye (xêr û şerê wê).

Bawerîya bi Xwedê Teala: Lazim e em wisa bawer bikin ku Xwedê her hey e. Ew yek e û tek e, bêşerîk û bêheval e. Ew bi tevekê salix û pesnên tekûz û mezin pesindayî ye. Ji tevekê salixên kêm û nepak pak û bilind e. Her ew e babetê jê re ibadetkirinê; ji wî pê ve ji tu kes û çi tiştî re ibadet nayê kirin. Piştî vê pêwist e ku mirov li ser vê baweriyê dilaram û dilhedan be jê; di dilê wî de tu şik û guman çênebe.

Di dînê Îslamê de armanc ev e ku mirov teslîmî Xwedê bibe. Fer- manên wî^ bi kar bîne û ji gunehan xwe dûr bigre. Ev rewş, bingeha baweriya Islamê û sîsika wê ye. Vêca her riknekî baweriyê jî xwe bi vê rewşê ve digre.

Bawerîya bi Xwedê li ser van her sê xalan pêk tê. Yanî; heyanî ku bi van her sê xalan baweriyeke rast û durist pêk newê, baweriya bi Xwedê jî bi şiklê xwe yê tekûz bikar nawe;

  • Bawerîya bi Rubûbîyeta (perwerdegarîya) Xwedê ye.
  • Bawerîya bi Ulûhîyeta Xwedê ye.
  • Bawerîya bi nav û Sîfatên Xwedê ye.

Bawerîya bi Rubûbîyeta Xwedê: Wateya wê ev e; em

xwedanbawer bin ku Xwedê bes ew bi tenê perwerdegarê kaînatê (heyînê) û xwedîyê wê ye. Ne şirîk jê re hene ne jî arîkar. Her Ew tenê ye yê aferînêr Her Ew e yê ku kaînatê li hev radigre û li hev werdigerine. Birasti arerinêrê însanan u yê ku riziqê wan dide bes Xwedê ye. Ew ê ku wan divejîne û dimrine.

Bawerîya bi Rubûbîyeta Xwedê bawerîya bi yekitîya zatê Xwedê ye û baweriya bi qeza û qedera Wî ye. Netîceya xeberdanê; bawerîya bi rubûbîyetê bawerîya bi yekdêrînîya kirinên Xwedê ye.

REB (perwerdegar): Ew zatê ku aferînêr e, xwedanmulk û xwedanferman e. Naxwe; ji Xwedê pê ve tu xaliq (aferînêr) tun in. Ji Xwedê pê ve tu xwedanmulk tun in. Ji Xwedê pê ve tu fermandêr jî tun in. Xwedê Teala di Qurana pîroz de wiha ferman dike: “Zinhar! Her ji Xwedê re ye afirandin û fermandarî”. (Araf :45)

Bawerîya bi ‘Ulûhîyeta’ Xwedê: Mana wê ev e : Ê ku îbadet jê re were kirin her Xwedê ye. Ê ku ku merev xwe bisipêriyê her xwedê ye. Ê ku merev xwe jê re bitewênê her Xwedê ye. Ê ku merev hewara xwe bigihêniyê her Xwedê ye. Di vê babetê de jê re tu şerîk û tu heval tun in.

ÎLAH (Ma’bûd): Ew ê ku bi sedem hezkirin û mezindêrayî ve îbadet jê re tê kirin. Ev tê vê manayê; bende bi kirinên xwe tewhîda (yekdêrînîya) Xwedê dike. Ji vê re tewhîda îbadetê tê got in. Ma’na wê ev e: birastî ma’bud ê ku îbadet jê re tê kirin her Xwedê ye. Xwedê Teala di kitêba pîroz de wiha ferman dike: “Xwedê (ji xelkê re) dide zanîn û şehdeyîyê dide ku ji zatê Wî pê ve tu xweda nîn in û (di rêvebiriya vê kaînatê û derbarî karûbarên mexlûqên xwe de) ew bi dadperwerî hukim dike. Ferîşte û zanyar jî li ser vê yekê şahdeyî didin. Ji bilî wî Xwedayê ku di kar û kiryarên xwe de desthelat û karbinecih e tu mebûd ên heq tun in.” (Alî Îmran: 18)

Bawerîya bi nav û sîfaten Xwedê. Pêwist e em bi bawerîyeke binbir bawer bikin ku ji Xwedê re ‘navên herî pîroz’ û ‘wesfên herî bilind’ hene. Xwedê Teala bi tevekê sîfatên kemalî (yên tekûz) hatîye pesinkirin û ji temamê kêmasîyan hatîye parastin. Tişta ku Xwedê ji nav û sîfatan (salixan) di Kitêba Xwe de xwe pê salix dabe, em ji wisa sailixê wi bidin û wisa wi bipesinênin. Lazim e bi awayeki ku babetê Xwedê be em wî bipesinênin. Lewra Xwedê di salix û wasfên xwe de ji tevekê kaînatê cuda ye. Di Qurana pîroz de: ‘Navê herî xweşik û pîroz bes yên Xwedê ne, êdî bi wan navan ji Xwedê daxwaz bikin/ (Araf :180)

Baweriya bi melaîketan: Bawerîya bi melaîketan riknek ji riknên Îmanê ye. Pêwist e em bi şiklekî binbir (bêşik û bêşubhe) baweriyê bînin ku melaîket hene. Xwedê Teala di vê derbarê de wiha gotîye: “Pêxamber bi ya ku ji nik perwerdegarê wî ve jê re hatiye şandin bawerî anîye, tevekê mu’minan jî bi Xwedê, bi melaîketên wî, bi kitêbên wî û peyxamberên wî bawerî anîne.”(Beqere: 285)

Kesê bi hebûna milyaketan bawerî neîne ew dibe kafir.

Melaîket (Ferîşte): Ew jî mexlûq in, nehanî ne (ji me ve ne diyar in), ji Xwedê re îbadetê dikin, ji wan re tu teybetmendîya rubûbîyet û ulûhîyetê tuneye, ji nûrê hatine afirandin. Xwedê ji bo fermanên xwe berdestbûneke tekûz daye wan û ji bo bicîhanîna fermanên xwe ew bi hêz û qewet kirine.

Bawerîya bi melaîketan bi çar tiştan durist dibe:

  • Bawerîya bi hebûna milyaketan.
  • Bawerîya bi navê wan e. Ew ên ku di Quranê de yan jî li ser zimanê peyxember nav ji wan re hatîye danîn.
  • Bawerîya bi wesfên wan e. Ew jî bi du beşan tê tefsîlkirin.

a- Bi gelemperî em baweriyê bînin. Em bibêjin: Melaiket, nêzî Xwedê Teala ne, bi rûmet in, ne mêr û ne jin in, nedizewicin û ne ji hev zêde dibin, ne dixwin û ne vedixwin. Bes xwarin û vexwarina wan tesbîh û tehlîl in.

b- Li gorî erk û wezîfeya wan em bawerî bînin, ew jî gelek sinfin. Mînak:

Cîbraîl: Bi anîna wehyê ji peyxemberan re fermanber e.

Mîkaîl: Bi baran û gîya û daran karsipar e.

Îsrafîl: Karsipêrê bi pifkirina «Sûr»ê ye. Ev jî di du deman de ye. a- li cem rabûna Qîyametê. b- li cem vejîna xelqê ji tirban e.

Melekilmewt (Melekê mirinê): Bi sitandina rûhê (gîyanê) mexlûqan fermanber e.

Malik: Dergehvanê Cehnemê ye.

Ridwan: Dergehvanê bihiştê (cennetê) ye.

Munker û Nekîr: Melekê gorê ne. Dema mirî dixine gorê herdu melaîket tên serê; derbarê Xwedê Teala, Peyxamberê Wî û derbarî dînê Islamê de pirsan jê dikin.

 

Hin ji wan melaîketan barhilgirê ‘Erşê Xwedê ne.

Hin karsiparê bi kirinên xelkê ne; bi herkesî re du ferişte hene, jê naqetin. Yek li milê rastê kmnên wi yê qenc (xêrên wi) dinivise, yê di milê çepê kirinên wi yê nebaş (gunehên wi) dinivise.

Hin karsiparê bi zaroka di malzaroka/rehma jinan de ne.

Hin daxwaza baxişandina xwedanbaweran ji Xwedê dikin, ji wan hez dikin û li ser wan arami û dilovaniyê dibarinin.

Hin li ser runiştgehên îlmî û xelekên zikrê ayînî hazir dibin; bi per û baskên xwe wan diparêzin. Hin ji wan jî di cenazê kesên salih (çaksaz) de beşdar dibin.

Hin însanan vexwendî bal kirinên qenc ve dikin.

Hin di cenga kufr û Îslamê de, bi xwedanbaweran re li hember leşkerê kufrê şer dikin û di cîhada pîroz de ji bo bawermendan arîkarin û lingên wan di zemînê de bicih dikin.

Baweriya bi kitêban: Pêwiste em bi bawerîyeke vebirî û binbir bawer bikin ku Xwedê Teala ji Peyxamberên xwe re kitêb şandine. Di ven kitêban de fermanên Xwedê, qedexeyên Wî, peymana bi cezayê (xelat û celatê) û ya ku Xwedê ji mexlûqê Xwe re vîyayî heye. Ev kitêb, ji bona bextewariya dinya û axretê ji mirovan re serwextî û ronahî ye. Xwedayê kerîm wiha ferman kiriye: “Peyxamber bi ya ku ji cem perwerdegarê wî jê ra hatiye şandin bawerî aniye, tevekê bawermendan jî bi Xwedê, bi fmelaîketên wî, bi kitêbên wî û bi Pêxemberên wî bawerî anîn e.” Beqere:285

Ev kitêbên ku bawerîya bi wan bi şiklekî qet’î û binbir pewist e ev in:

  • Qur’an.
  • tewrat
  • Încîl.
  • Zebûr.
  • Suhufên (rupelên) Îbrahîm û Mûsa ne (silava Xweda li ser wan bê).

Ji van ên herî mezin: Quran, Tewrat û Încîl in. Ji van jî, Qur’an ya herî mezin û ya herî bi rumet e. Temamê kitêbên beriya Quranê bi quranê mensûx bûne. Yani; hukmê wan pê betal bûye.

Danasîna Quranê

Qur’ana; peyva perwerdegarê kaînatê ye, kitêba wî ya ronker e û benê Wî yê qewîn e. Xwedê ji peyxemberê Xwe Muhemmed re (silavên Xwedê li ser bin) şand da ku ji umetê re bibe qanûn û rêbaz. Wan ji tarîtîyên kufrê derînê ber ronahîya Islamê û wan pê serwext û agahdar bike.

Baweriya bi pêxemberan. Baweriya bi tevekê peyxember û resûlan (qasidan) û her wiha baweriya bi ya ji wan re hatî jî riknek ji riknên baweriya îslamê ye.

Resûl (Qasid): Di luxetê erebî de bi ma’na qasid e. Yanî; ew ê ku bi ragihandina tiştekî hatî şandin. Di îstîlaha şer’î de: Ji însanan ew ê ku ji bo ummeteke kafir, bi şerîeteke nû hatî şandin da ku wan misilman bike û ew hatiye fermanberkirin ku wê şerîetê bi bal xelkê ve ragihîne.

Nebî (Pêxember). Ew ê ku şerîeta qasidê berîya xwe nujen dike û di nav wê ummetê de bi wê şerîetê emel dike. Yanî her pêxember, pêxemberê berya xwe rast didêre.

Pêşîvanê resûlan (qasidan) Nuh Peyxember e, paşîvanê wan jî peyxemberê me Muhemmed e (Silava Xwedê li ser wan be).

Peyxemberê axirzeman Muhemmed

(Selat û selam li ser bin)

Ew, Eb,ul-Qasim Muhemmed kurê Abdullah kurê Abdumutellib kurê Haşîm kurê Abdumenaf e. Muhemmed paşîvanê pêxember û Resûlan e. Qasidê bi bal tevê îns cinan ve ye. Ew bendeyê Xwedê ye, jê re nayê îbadetkirin. Resûl e neyê derewderxistin. Ew qenctirînê alemê ye. Li cem Xwedê xwedîyê şeref, kerem û dereceya herî bilind e. Ew bi dînê heq û ayetên ronak û serwextkar bi bal tevekê cin û însanan ve hatiye şandin. Ji bo ku ji tevekê alemê (heyînan) re bibe rehmet Xwedê ew bi pêxemberî şandiye. Di Qurana pîroz de; “(Ya Muhemmed) Me, te ji alemê re her rahmet şandiye”. (Enbiya:107)

Baweriya bi roja axretê: Baweriya bi roja axretê riknek ji riknên Imanê ye.

Roja Qîyametê: Roja saxbûn û rabûna ji tirban e. Ango Xwedê Teala piştî ku rihê temamê mirov stand, dîsa dê wan vejîne (sax bike) û ji tirban derxîne da ku hesabê kar û kiryarên xwe bidin Xwedayê xwe.

 

Roja axretê: Roja dawî ye ku êdî jê û pê de tu roj tun in. Ev roj bi xerabûna vê kaînatê dest pê dike û heta hetayê didome. Vêca çiqas tiştê di kaînatê de ji candaran dê bimrin. Ev erd û asiman dê bên guhartin, paşî Xwedê dê heyîneke din çêbike. Êdî Xwedê tevê insanan dê vejîne, ji nû ve dê jiyaneke din bide wan. Piştî vejandinê her kes hesabê kar û kiryarên xwe dide Xwedê. Ew ê ku xêrên wî ji gunehên wî zedetir bin Xwedê dê wî bibe bihuştê. Ew ê ku gunehên wî ji xêrên wî zêdetir bin Xwedê dê wî têxe dojehê. Çime jê re roja axretê (roja dawî) dibêjin? Lewra piştî ku xelkê Behiştî di behiştê de bicih bûn û xelkê cehnemî jî di dojehê de hatin werkirin, êdî di piştî wê rojê de tu roj tun in. Ji ber vê yekê jê re roja dawî tê gotin.

Baweriya bi roja axretê li ser van xalan disekine. Heyanî em bi van baweriyê neyênin baweriya bi roja axretê nayê cih.

  • Em baweriyê bînin ku piştî mirinê em ê dîsa sax bibin.
  • Em baweriyê bînin ku li meydana heşrê ji bo hesabdîtinê dê mirov kom bibin.
  • Em baweriyê bînin ku ji bo her merivekê rûpel (defter) hene ku kar û kiryarên wî tê de nivisîne.
  • Em baweriyê bînin ku wê rojê her kes dê hesabê kar û kiryarên xwe bide.
  • Em bawenye binin ku wê rojê xêr û gunehên her kesi li ser mêzînê tên kêşandin.
  • Em baweriyê bînin ku pira sîratê ya ku ew li ser kevîya dojehê ye tê dirêjkirin.
  • Em baweriyê bînin ku pêxember ji bo umeta xwe wê rojê dê şefa’etê (mehderiyê) bike.
  • Em baweriyê bînin ku hawzê Peyxember heye.
  • Em baweriyê bînin ku cennet û cehnem hene.
  • Em baweriyê bînin ku cennetî di cennetê de dê Xwedê bibînin.

Ev xalên me gotin tev nehanî ne û ji me ve ne xuyanî ne. Pêdivî ye em bi wan bawerî bînin. Eger em bi yekê ji wan bawerî neyênin, ev tê vê watê ku me bi “roja axretê” bawerî neanî ye.

Baweriya bi qederê ye. Qeder (Çarenivîs), li gorî zanîna Xwedê Teala ya ezelî û li gorî daxwaza hikmeta wî çêkirin, rêk û pêkkirina kaînatê ye.

Hüseyin Gündüz-B i n g e h ê n  B a w e r i y a  Î s l a m ê

 

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply