Qederek û Qezeyek

Dîsa di bajerekî, dîsa di otogarekî, sebr û tevat li min nayê. Piçûktiyê heya îro min hewqas emrê xwe di otogara, qiraj û rawestgeha de derbaskir, lê qet hînê sebrê nebûm. Ez kîngê rê pêşiya xwe bibînim bê tevat dibim, bê sebir dibim. Hiz dikî bila ew rêya min dûr bixe yan jî nêz bike. Rê, rêwîtî, sêwîtî. . . Her rêwî hinekî sêwî ye jî.

Rê destpê dike, bax û baxçe, gund û bajar, deşt û çiya. . . Piştî rêyeke dirêj lûsên mêrgan de, genim û cehên di zevîyan de, mator û xebatkarên bin tavê û tozê de. . . . Em di tesîsekî de peya dibin. Di welatê serhedê bêhna payîzê û bayê mirinê tê. Şev e, hewa sar e, ez dicemidim. Circirka parqê xwe digrim.

Hizna rêwîtiyê, li min bûye bela, ez jê xilas nabim, lê ez jî hewqas hiz nakim bê hizn bibim. Hizna rêwîtiyê naşibe hiznên dinê. Tîr e, sert e, sek e.

Çend hev mase û sandelye danîne derveyê tesîsê. Ez diçim rûdinêm. Derdorên xwe dinihêrim; pîrek runiştîye, hestîyê mirîşkê dikoje, kalê hemberê wê çayeke reş û dem vedixwe: Pîrê dişibe pîrika min, kalê dişibe Gabrîel Garcîa Markûez. Kêleka çepê yeke çav bi kil heye, lê nizanim qîz e yan jî bûk e. Rûyê wê dişibe rûyê Mona Lîsayê.

Pîrîka min bi diranê tineyî ve nanê xwe dixwe, destê xwe bi destmala xwe ve paqij dike. Markûez gulma binê îskanê jî ser xwe de dike, Lîsa weke peykerekî sekiniye, te digo qey qerimiye. Pîrîka min radibe, Markûez gopalê çenteyê sorbelek hildide, Lîsa dide pey wana. Ez teqîp dikim, derê otobêzê yê pêşiyê ve dikevin hundir. Mona Lîsa bi dengekî kêm dibêje ‘‘Ez alîkariyê bidime te?’’ Markûez bi hêrs dibêje ‘‘Çima ez mirime!’’. Pîrika min bi zor û zihmet derdikeve û diçe qoltixa xwe. Kalê derbasî qoltixa pişt dibe, Lîsa jî kêleka pîrê de rudinê.

Ez çend qoltix piştî wana me, dengê wan zêde nayê min. Ez dîsa vedigerim tenêtiya xwe û hizna rêwitiyê dewamî kuştina min dike. Qezaya nêzî çend deqe şûnde ê bibe, weke birûskekî di kêleka hişê min de derbas dibe. Lê ez ser nasekinim. Di bin sîha hiznê de ez xewn û xeyal, hêvî û hesreta de winda bûme. Min çavên xwe girtine, weke zarokekî hêviya şeqama bavê xwe sekiniye. Ez hema hema edî di nav behra hiznê de dixenikim.

Nişkive dengekî bêhempa, gurminî, qêrîn, nalîn, camên şikestî, xwîn, mirin; ereba me qeza dike. Piştî demekî tije ambûlans û wesayîtên polêzan, birîndar û mirî… Ez birîndar bûme, lê dikarim bimeşim. Hemşîrek milê min de girtiye û min dibe ambûlansê, ez aliyê rastê vedigerim: qete cam rûyê Mona Lîsayê xwînê de hiştiye. Qêrîn û nalîn jê tê, dibêje ‘‘Kanê mêrê min û xwesiya min?’’

 

Serhad Baran

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Bêtifaqî û nebûna yekîtî û hevgirtina kurdan di helbestan de

Li dinyayê her netewe û miletek bi çend taybetmendî û sîfetan tê naskirin. Li Rojhilata …

Leave a Reply