Ji Folklora Kurdî Çend Xweşbêj-3

11- Jina şêr, tê ji kîlera têr:
a) Gotina pêşiyan:
– Kîler têr e, kebanî şêr e.
– Kîler xizan e, kebanî nezan e.

b) Ev gotin ji bo kesên maldar hatiye gotin. Bêguman jina yekî dewlemend ku ji kîlera wê tiştekî kêm tune be, jinik gewz e, ji mêvanan fedî nake û li ser jinên li dora xwe jî mîna şêran dilive. Lê dema kîler vala be, kebaniya malê jî nezan û fedîkar dibe.

11/a): Xizan, navê hestiyê ji binê mûçê (çok) hetanî gûzekan e jî. Lê li hin deveran ji wî hestî re, hestiyê birçî jî tê gotin.

12- Yê ku bi çavekî li te binihêre, divê ku tu bi herdu çavan lê binihêrî.
Wateya vê gotinê jixwe eşkere ye: Kesekî ku qenciyekê bi meriv bike, divê ku meriv duqat qencî pê bike.

13- Jina jinebî, mîna biharê ye.
Çima weke biharê ye? Lewra di demsala biharê de, meriv hin caran dibîne ku di nava saetekê de baran jî tê, hin caran teyrok jî tê û dîsa ewr difirrikin û dibe tav jî.
Gava jinbiyek dilê xwe li jiyanê xweş dike û dibêje “ez ê mêr bikim” pêre pêre dikene û kêfxweş dibe. Lê dema li paş xwe dizivire li sêwiyên xwe dinere û belengaziya xwe dibîne, pêre pêre gewzê wê digihure, ruyê wê digurmiçe û digirî, ji mêrkirinê jî poşman dibe.

14- Çilkek ji barana nîsanê, hêjaye malê Xurasanê:
Barana nîsanê bi feyde ye û Xurasan jî di heyamê xwe de pir dewlemend bûye.
Melayê Ciuzîrî jî gotiye: Ji Xurasanê têtin bac…
Li gor bîrûbaweriyên xelkê, gava di meha nîsanê de baran neyê, zad rind çênabin. Eger çêbibin jî, simbil pûç dibin.

15- Çavê çimçirrî, çêtire ji yê kor.
Tiştekî heyî eger çiqas hindik û bê kêr be jî, çêtir e ji tunebûnê.

 

Zeynelabıdin Zınar

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply