Peyvsazî Bi Lihevanîna Dengî-Wateyî

Di zimannasiyê de lihevanîna dengî-wateyî (phono-semantic matching)[1] tê maneya wergirtina hin peyvên biyanî û eyarkirina wan li ber peyvên xwemalî heçku ew peyvên xwemalî bin. Bo nimûne, peyva bombebaran û hevwateya wê bombedûman[2] di kurdî de tên xebitandin heçku ew ji peyvên “bombe+baran” yan “bombe+dûman” bin. Lê di rastiyê de ev peyv ji fransî bombardement (bixwîne: bombardman) hatiye wergirtin lê li gor peyvên xwemalî hatiye eyarkirin. Ji vê diyarde û fenomenê re lihevanîna dengî-wateyî tê gotin.

Peyva heyecan ya bi eslê xwe ji erebî van salên dawiyê di nivîsên gelek kurdan de bûyekelecan[3] (kela/germiya canî/giyanî). Heta hin kes texmîn dikin ku heyecan ya ”tirkî” forma ”xirabkirî” ji peyva ”kelecan” ya ”kurdî” ye. Lê di rastiyê de ”heyecan” ne ji tirkî lê ji erebî ye û ”kelecan” vê dawiyê li ber wê hatiye çêkirin heçku maneya wê ”kela canî” be.

Bi heman awayî peyva Mezopotamya ya ji yûnanî bi maneya ”navbera du çeman” (Dicle û Firat) di gelek nivîsan de bi gotina Mezrabotan yan Mezra Botan hatiye guherandin û heta hin kes texmîn dikin yan jî hewl didin bidin bawerkirin ku forma rast ”Mezrabotan” yan ”Mezra Botan” ya ”kurdî” hatiye wergirtin û xirab bûye.[4] Lê îcar hin kesan jî ”Mezrabotan” bi maneya ”Devera Botan” fehm kiriye û wê wisa bi kar tînin.[5]

Di rastiyê de hem ”Mezrabotan, Mezra Botan” peyveke nû ya li ber ”Mezoptamya” çêkirî ye û hem jî ne ”Botan” û bi taybetî jî ne ”mezra” (gundik, çandingeh, ziraetgeh, çewlik, cotgeh) nikare wateya devera berfireh ya ”Mezopotamya” bide. Di ser re jî ”mezra” ne bi eslê xwe kurdî ye lê bi rêya tirkî ji erebî مزرعة (mezre’e: çandingeh, zîraetgeh, cihê çandinê) ye û hevreha peyva ”zîraet” e.

Vê dawiyê di hin nivîsan de mirov li cihê peyva “komîser” (endamê polîsiyê yan endamê komisyonekê) û ”komîserî” (dezgeha komîseran, komisyon) bi awayê ”komser, komserî” dibîne.[6] Anku ew li gor peyvên ”kom” (grûp, deste) û ”ser” anku ”serok” hatine lihevanîn. Lê eslê peyvê ”komîser” ya ji fransî ”commissaire” ku hevreha ”komisyon”ê ye. Lê di hin nivîsan de bi qest ew hatiye ”kurdandin” û lihevanîneke dengî-wateyî ya ”komser: serokê komê” lê hatiye barkirin. Lê di rastiyê de eger mebest ”serokê komê” bûya, divê ew ”serkom” yan ”serokkom” bûya, wek ”serokkomar” (serokê komarekê) yan ”serkar” (serokê karekî).

Herwiha çendîn kesnavên biyanî jî ketine ber lihevanîneke dengî-wateyî. Bo nimûne, ”Robîn” bi eslê xwe navekî ewropî ye lê hin kurdan jî ew li zarokê xwe kiriye û ev nav hatiye veşirovekirin heçku wateya ”robîn, rojbîn” (yê ku rojê dibîne) bide. Heta li gor hin idiayên bêbingeh, lehengê navdar yê daristanên Inglîstana Navîn Robin Hood bi xwe jî kurd bû û navê wî yê ”rast” Robîn Hût/Hûd (heywanê mezin yê behrî yan jî dêw)![7]

Ji bilî Robîn, mirov dikare van navan jî bide ku bi kêmî hin ji wan bi lihevanîna dengî-wateyî hatine sazkirin:

  • Jan[8] (bide ber navê ewropî Jean ku wek [jan] tê gotin lê heçku ji peyva “jan” anku “êş” ya kurdî be)
  • Zozan (bide ber navê ewropî ”Susan” lê herwiha peyva kurdî “zozan” anku deverên çiyayî)
  • Robar (bidin ber navê ewropî ”Robert” lê herwiha peyva kurdî “robar” anku “ro, çemê biçûk”)

Lihevanîna dengî-wateyî bi ti awayî ne tenê di kurdî de heye. Ew di gelek zimanên din de jî peyda dibe. Bo nimûne, peyva tirkî “okul” (medrese, mekteb, xwandingeh, dibistan) di rastiyê de ji fransî “école” [êkol] e lê li ber peyva tirkî “oku-“ (xwandin) hatiye eyarkirin. Peyva erebî “teqane” bi maneya “teknolojî, teknîk” di rastiyê de ji van peyvên bi eslê xwe ewropî ye lê li gor rehê erebî t-q-n- (jêhatî bûn).

Van dehsalên dawiyê li cihê peyva resmî bi berfirehî hem di nivîsên kurmancî û hem jî yên soranî de mirov peyva fermî dibîne. Ne gelek zehmet e mirov tê bigihe ku ew ji peyva “ferman” hatiye dariştin û ev texmîn ne tenê li şiklê nêzîkî hev yê van peyvan tê (ferman – fermi) lê herwiha li wateya wan jî tê: “fermî” anku tiştekî fermankirî ji ber ku tiştên resmî ew in ku ji aliyê hêzekê ve hatine fermankirin û ferzkirin.

Lê di kurdî de mirov adeten “-an” ya peyva xwerû ya navdêr (ism, noun) jê na-avêje berî ku paşgira “-î” lê zêde bike daku rengdêrekê (sifet, adjective) jê çêke. Ne dijwar e mirov bibîne ku di rastiyê de peyva “fermî” li ber “resmî” ya erebî ji hêmanên an madeyên xwemalî yan îranî hatiye avakirin. Kerem bikin em hinekê li wekheviyên şiklî yên van herdu peyvan binêrin:

  • di herdu peyvan de pênc herf hene: fermî, resmî
  • di herduyan de du kîte (hece, syllable) hene: res-mî, fer-mî
  • di herduyan de kîteya yekem ji sê û kîteya duyem ji du herfan/dengan pêk hatiye
  • di herduyan de kîteya yekem “mî” ye
  • di herduyan de di kîteya yekem de navika kîteyê (nucleus) vokala E ye
  • di herduyan de di kîteya yekem de R heye lê cihê wê di peyvekê de li destpêka kîteyê û di peyva din de jî li dawiya kîteyê ye
  • tek cudahiya wan herfa F di peyva “fermî” û herfa S di peyva “resmî” de ye

Medyaya kurdî bi vê jî nemaye. Heta li cihê forma navdêrkirî ya peyva “resmî” anku “resmiyet” jî ji peyva “fermî” bi heman paşpirtika “-yet” ya erebî peyva “fermiyet” jî hatiye çêkirin û tê bikaranîn.[9]

Ne tenê dengê peyvan dikare li gor wateyê were eyarkirin lê herwiha carinan wateya peyvê jî li gor peyvên biyanî tê eyarkirin. Bo nimûne, di kurdî de ji mêj ve peyva kulîn bi maneya “embara xwarinên malê” (bi inglîzî “pantry”, fransî “garde-manger”, tirkî “kiler”) hebûye. Di wan ve qût û erzaq dihat embarkirin û parastin lê ne xwarin lê dihat çêkirin û ne jî lê dihat xwarin.

Peyva “kulîn” bi şiklê xwe dişibe peyva “cuisine” (bixwîne “küizîn”) fransî û hin zimanên din yên ewropî ku maneya “medbex, odeya xwarinçêkirinê û xwarinê”. Bi maneyeke berfirehkirî, “cuisine” herwiha maneya hemû xwarinên welatekî yan deverekê dide. Bo nimûne, mirov bi inglîzî dibêje “Italian cuisine” anku “xwarinên îtalî”.

Li ber tesîra peyva “cuisine”, vê dawiyê di gelek nivîsên kurdî de ev wate li peyva “kulîn” hatiye barkirin. Anku maneya “kulîn”ê ji “embara qût û erzaqan” hatiye guherandin û wateya “medbex, xwarinên filan welatî yan bêvan deverê” lê hatiye siwarkirin. Bo nimûne, di gelek nivîsan de bi merema “xwarinên kurdî”, mirov gotinên wek “kulîna kurdî” dibîne.[10]

Kulîn bi ti awayî ne tek peyv e ku maneya wê li gor zimanekî din hatiye ve-eyarkirin. Bo nimûne, peyva efser niha di kurdî û farisî de maneya fermande, fermandar, zabit, serleşker, seresker, subay dide. Lê maneya wê ya berê tac, kumên paşayan bû. Sebebê guherandina maneya vê peyvê lihevanîna dengî-wateyî li ber peyva teqrîben hevdenga wê ya inglîzî officer (bixwîne: “ofiser”) e ku maneya “fermande, zabit” dide. Ev guherandina wateyê li ber peyva inglîzî, bi zanetî ji aliyê dezgeha ziman û edebiyata farisî Ferhengistanê ve hatiye kirin û paşî ev peyv ji farisî ketiye kurdî jî.[11]

Herwiha peyva siza/seza van salên dawiyê di medyaya kurdî de bi maneya “ceza” ya erebî tê bikaranîn. Lê eslê peyvê vê maneyê nade. Ew ji farisî ji lêkera sez-îden anku “hejî bûn, hêjayî tiştekî bûn, bi kêrî tiştekî hatin” e û dîsa wek “seçak” di pehlewî de jî bi wateya “hejî, hêjayî” li kar bû. Barkirina maneya “ceza, ciza” li peyva “seza, siza” tenê dikare bi lihevanîna dengî-wateyî were fehmkirin. Anku ji ber ku “seza, siza” bi dengê xwe pir nêzîkî “ceza, ciza” ye û ji ber ku hin bikarîneran (bi taybetî nivîskaran) nexwastiye peyva ji erebî bi kar bînin, wan peyva “siza, seza” xistiye cihê wê.

Guherandina wateya peyvên “efser, kulîn, siza” hema-hema bi temamî bi ser ketiye. Lê herdem hewldana lihevanînên dengî-wateyî bi ser neketine. Ce’fer Hesenpûr di vekolîna xwe ya li ser peyvên wergirtî di soranî de behsa wê dike ku c_awa hin kesan hewl daye maneya peyva xwemalî pispor (şareza, zana, karzan, karnas, xebîr) biguherînin û maneya peyva ewropîprofessor lê bar bikin ku ji aliyê dengê xwe ve nêzîkî hev in. Lê ev hewldan nehatiye qebûlkirin û di pratîkê de kurd li cihê peyva “professor”, peyva “pispor” bi kar naînin.

Vê dawiyê bi kêmî di du-sê nivîsan de li cihê peyva “despot” (diktator, zordar, zalim) ya bi eslê xwe ji yûnanî bi rêya lihevanîna dengî-wateyî wek “destpot” tê dîtin[12] ku li ber modela peyva “dest, desthilat” hatiye çêkirin – tevî ku pirta “-pot” nehatiye xwemalîkirin. Hê zû ye em texmîn bikin ka peyva “despot” dê bi temamî veguhere “destpot” ya xwemalîkirî yan jî wek xwe bimîne. Herwiha mimkin e ku ev xwemalîkirin ne bi zanîn lê ji nezanî jî hatibe kirin.

 

______________________

TÊBÎNÎ

[1] Binêrin bo nimûne: https://en.wikipedia.org/wiki/Phono-semantic_matching

[2] Bo bikaranîn peyvê bi forma bombedûman, binêrin bo nimûne:http://ku.hawarnews.com/36778/

[3] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”kelecan”: “Serkeftina HDP’ê coş û kelecan li her derê belav kir.” http://www.dihasistem.com/news/content/view/461184?page=1&from=3890233896

[4] Nimûneyek ji bikaranîna “Mezrabotan, Mezra Botan” bi maneya “Mezopotamya”:http://www.kurdistan-aktuel.org/li-mezra-botan-ol-%C3%9B-bawer%C3%8E%E2%80%8F-makale,181.html

[5] Nimûneyek ji bikaranîna “Mezrabotan, Mezra Botan” bi wateya “devera Botan”:http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=33890

[6] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”komserî”: “Komseriya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Kantona Efrînê lîsteya navên namzetên endamên meclîsên şaredariyan hatine qebûlkirin eşkere kir. Komseriya diyar kir ku 448 namzet hatin qebûl kirin.”http://ku.hawarnews.com/naven-448-namzetan-ji-bo-meclisen-saredariye-hate-qebul-kirin/

[7] https://pdk-s.com/k/saqafa/1662-robin-hood-bu-kurdi

[8] Bo nimûne navê nivîskarê kurd Jan Dost.

[9] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”fermiyet”: http://www.azadiyawelat.info/?p=33242

[10] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”kulîn” bi maneya ”medbex”:http://www.saradistribution.com/xurakekurdi.htm

[11] Binêrin bo nimûne: Jafar Hasanpoor: A Study of European, Persian, and Arabic Loans in Standard Sorani (Vekolînek li ser wergirtinên ewropî, farisî û erebî di soraniya standard de):www.kurdipedia.info/books/75797.PDF, rûpel 106. Binêrin herwiha Ferhengi Dihxoda:http://parsi.wiki/dehkhodasearchresult-fa.html?searchtype=0&word=2KfZgdiz2LE%3d

[12] Nmûneyek ji bikaranîna peyva ”despot” bi awayê “destpot”: Wê siyasetmedara kurd diyar kir ku eger dewletek, destpot û hişk be, guhertin û nermkirina wê pir zehmet e. Leyla Zana wiha domand:

“Ji ber wê jî ez ricayê ji birayên xwe yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê dikim ku azadî û demokrasiyê ji xwe re esas bigirin û nehêlin sîstema wan ji destpêkê de hişk û destpot be…”http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/260120163

Husein Muhammed

https://zimannas.wordpress.com

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply