“Di wê demê de pişta pîrejinê lê bû. Penceya bêzariyê dilê wê guvaşt. Awireke sivik lê da û got:
-Las berî çend salan mir.
Hê jî girnijînê rûyê Las bernedabû.
-Lê ez sax im û vegeriyame.
Bi rêçika xwîna xwe de vegeriyam.
Pîrejin ji vê gotinê neveciniqî.
“Tu vegeriyayî?”
Bi çav ev pirsiyar rûbirûyî wî kir. Las bi wateya “tu çima vegeriyayî?” wergirt.
-Vegeriyam da ku kûçikên welatê min bi ser min de bireyin.
Da ku kûçikên welatê min zenda lingê min bigirin.”
Eta Nehayî
Gulên Şoran
PopKurd, Jimar 1, Gulan 2018