PoPirs: Berfîn Zenderlioğlu

Ji beşa Rexnegiriya Tiyatroyê û Dramatûrjiyê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bûye. Di kovara edebiyatê ya “Jiyana Rewşen” de xebitî. Ev kovar di bin banê NÇMyê de di navbera salên 1999-2003yan de derket. Demekê dersên deng, şan,tembûr û gîtarê girtin. Di navbera salên 2004 û 2008an de li Şanoya Seyri Meselê lîstikvanî, perwerdekarî û organîzatorî kir. Di 2008an de tevî Mîrza Metîn Destar Threatre ava kir. Lîstika ku herduyan nivîsî bi navê “Reşê Şevê” ji weşanxaneya Avestayê him bi Kurmancî him bi Zazakî derket. Di sala 2010an de pêşengiya avakirina Şermola Performansê kir. Heta niha di gelek lîstikan de derhênerî kiriye. Zenderlioğlu niha jî wek lîstikvan, derhêner û nivîskar xebatên xwe didomîne.

1-Peyva ku tu herî zêde jê hez dikî?

Payîz.

2-Tu dikarî kêliya xwe ya herî bextewar ji me re bêjî?

Piştî xebatê, qedandina lîstikeke û derketina li hemberî temaşevanan.

3-Tehemula te ji çi re tune ye?

Ji derewê re.

4-Te li vê dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?

Gabriel Garcia Marquez.

5- Xeyala te ya herî mezin çi ye?

Çûyîna Uzayê.

6-Bi xêra xwe hevokeke ji strana ku herî zêde jê hez dikî bibêje?

“Tenêtî karxezalek bû, nêçîrvanek hat nîşan lê girt, gavên min nagihêjîne.” M.Atlı- “Name” Abdullah Peşêw

7-Çi kenê te tîne?

Kenê min bi bêfesaliyan(Sakarlık) tê.

8-Dengê ku tu herî zêde jê hez dikî?

Dengê xwezayê -çem, çivîk û dengê baranê-

9- Heke cardin bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardin bikira?

Helbet şano.

10-Tişta ku îlhamê dide te çi ye?

Rêwitî, hwd. Kuçe û kolan.

11- Dîmeneke çawa te aciz dike?

Trafîk, qorneya erebeyan, zarokên karker.

12-Te dixwest tu li ku derê bijî?

Bi hevalên xwe re dûrî “siyasetmedaran” di nav xwezayê de, li  giravekê.

13-Qisûra te ya herî mezin çi ye?

Eniyada min.

14-Tu dixwazî çawa bimrî?

Biharê, li bin darên kulîlkên gilyasan, bi guhdarkirina Laura Marling -What He wrote-, pişt re jî klama dengbêj Huseynê Farê “Were Tellî”. Hema pişt re jî mirin ser seran ser çavan.

15- Dixwazî çi li ser gora te bê nivîsandin?

“Min birînek di bîr dianî nizanim di singê kê de…” Keştîya Bayê.

PopKurd, Jimar 1, Gulan 2018

Derbar Rêvebir

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply