Nîşeyên Etnomuzîkolojîyê – Muzîk Wekî Çand

Her civak bi çandê girêdayî hev e. Etnomuzîkolog bi têgehara zêde mijûl nebûne. Etnomuzîkolog li ser têkîlîya çand û muzîkê pir disekinin.

1960î heta 1980yî di nav muzîgê de temayên nû wek; bajar, tiştên populer, ên dînî û ên modern derketin.

1980yî heya 2000î şûnda jî temayên li ser zayend, polîtîka, teknolojî, medya, takekesî, nasname, koç û  dîsporayê derketin pêş.

Ev salên dawîn jî temayên li ser şer tûndî û lêkdayîn zêde bûn. Êdî hate keşfkirin ku muzîk nexweşîyan jî baş dike ev bikaranîna muzîkê hîn zêde çalak kir.

Li Ser Muzîkê Têgehên Heremî

Li her çanda her civakê de fikr û baweriyên cuda  li ser muzîgê cuda hene.

Mînak; li Ewropayê muzîk teqez qenc e lê di hinek civakên Îslamî de muzîk wek şerabê hatiye dîtin û hatiye qedexekirin wek civaka Talabanî. Lê di sufîzma tarîqetan de muzîk wek pîroz hatiye dîtin û di ayînên xwe de çalak hatine bikaranîn (hêldefi)

Bingehên muzîgan pir kûr e.

Li gor nêrînekê; stranên gel anîna zimanê gel e. Sedemê xebatên li ser têgehên muzîgê yek jî ev e; dixwaze ku li gor herem û cureyan muzîgê tespît bike û zimanê bikaranînê derxîne holê.

Mînak, Papua Yenî Gîneyê li Daristanên Baranê li gor dengê baranê muzîk tên kirin, çimkî tim dengê baranê û ava ku di çeman de diherike heye.

Hînkirin û Hînbûna Muzikê

John Blackîng, dibêje muzîk taybetmendiyeke xwezaya me ye wek peyvandin û zimên girîng e. Vê gotina xwe jî li ser civaka Wenda ya Efrîkaya Başûr pişgirî dike. Dibêje muzîk di wê civakê de di nav herkesî de hatiye belavkirin û herkes dixwaze muzîkê bikarbîne lê ev pêşketina kapîtalîzmê muzîk û di nav civakê de hêdî hêdî rakir.

Divê muzîk li gor herkesî derfetek be û were hînbûn. Lê di hinek xwînan de/genan de hînbûna muzîkê heye û em xwîn di nav nivşan de didome. Mînak; Li Emerîkayê malbata Seegers, Guthrîes, Carters û Jacksons, li Îngîlîstanê malbata Zero, li Ewrûpoaya Navîn Bach an û Mozart an.

Muzîk ji bo civakbûnê jî tên hînbûnê. Muzîk herçiqas ji bo herkesî vekirîbejî li hinek beş li gor çîn, netewe, zayend, umr û pîşeyan tê sinorkirin. Li gor jin û mêran repertûar hene û bi enstrumanên cuda û şêweyên cuda tên gotin. Nivîskar dibêje ji ber ku jin li Bulgarîstanê  amûrê muzîkê lênaxin jineke ku ez nasdikim li ber derketina malbata xwe dîsa jî trompet (gaîda) lêdixist. Paşê jî li  konserwatûara netewî bu mamosteyeke girîng. Li cem me jî Eyşeşan mînaka vê meseleyê ye.

Nasname û Muzîk

Ji destpêka salên 1980an vir ve mijara herî berbelav a di etnomusikolojiyê de beşdarîbûna damezrandina nasnameyên takekesî û civakî dibe ve girêdayî ye. Balkişandina li ser nasnameyê di nav etnomuzîkologan de cudahiya kevneşopîyê û modernbûnê ava dike.

Mijareke girîng jî ewe ku, muzîk roleke çawa li ser avabûna nasnameyê dilîze ye, tê sekinandin. Hinek muzîk di avakirina nasnameyê de dibin mînak. Li cem me mînak govend , dengbêj kurdan temsîl dike û avakirina nasnameyê de roja dengbêjan berbiçav e .

Performansa muzîkê jî cudahîya neteweyî û komên civakî dîyarî me dike û avakirina nasnameya civakî de roleke girîng dilîze.

Çawa ku hinek civak ji bo di nav hev de sinoran avabikin muzîgê bikartînin wek wiha jî takekes jî yekdema ji bo sinorên nasnameyên civakî jê bibin bikartînin.

Di piştî lêkolînan, etnomûzîkologan nîşan kirin ku muzîk avakirina nasnameya takekesî,  xwe-nûnerkirin û nasnameya civakî de çiqas roleke girîng dilîze. 

Muzîk û Zayend

Cara pêşî akademîsyen Ellen Koskoffê di sala 1989an de anî rojevê. Ew dibîne ku dualîteya zayenda mêr/jin di îdeolojiya çandê de bi dualîteyên din ve girêdayî ye: wek kamu/taybetî; mutewazî/kesên bibandor; kesên rasyonel/ hestyarî; û kesên pîroz/ne pîroz. Etnomusîkolog li ser mijara performansa muzîkê çawa piştgirî dide cûdahiyên hêzê yên di navbera mêr û jinan disekinin.

Jin bi mijûlbûna muzîgê dixwazin xwe îfade bikin û cudahîya xwe nişan bide. Ji bo vê jî komên jinan hatine avakirin.

Muzîk çawa sûdê dide çandkirina nasnameyên zayendî yê civakî. Mesela ji di nav civaka misilmanê  Arnavût de jin û mêr bi hev re stranan dibêjin lê jin hîn bi nizm stranan dibêjin lê mêr hîn bilind stranên xwe dibêjin.

(Jin bi dengê sîngê bi tesîtûra bilind, dengekî ku jê re dibêjin “tenik” û bi awayekî bêdeng “bi nisbeten bindest” ku bi lêdana metrîkî tê birêvebirin distirê. Zilam stranên nemetrîk bi rêjeyek firehtir û dengekî bilind û tenik dibêjin.)

Jane Sugarman nîşan dike ku jin û mêr şêweyên cuda stranan dibêjin.

 

Muzîk, trans, coş û hest

Yek ji serpêhatiyên herî ecêb ê etnomûzîkolog ew e ku, dikare dema performansa muzîkê şahîdî kesên ku bi xwe va diçin bibe. Dema ayîna zikra terîqetekê kes kanin rabin ser linga û enerjîyeke bi coş dansê bikin an jî wek ajalekî denga derxin û hereket bikin. Di nav performansê/ayînê de dibe ku hinek dikanin sakîn bisekininin, hinek ji xwe ve biçin û hinek jî di nav rondikan de bimînin. Ev hereketan gelo bi bandoriya muzîkê ye an jî tiştekî din e, li ser vê mijarê jî niqaş hene. Gelo bandora dubarekirinê, bi lez lêxistin an jî çanda ku di nav da ne … ? (mînak; ser agir da meşandin)

Li ser bandora trans û muzîkê jî niqaş hene û didomin. Muzîk dîrek an jî îndîrek bandoriyê li ser transê dike. Lê muzîkê de herkes nakeve transê . Ji bo ketina transê divê çend tişt bi hev re hebin wek mekan, dubarekirina dengekî  baş û amadekirina kesên ku ya têkevin transê. Dema ku şexs dikeve transê dema ku derdikeve tiştek nayê bîrê.

Tê pejirandin ku, ji bo ku meriv bikeve rewşek transê, pêdivî ye ku kesek di çanda giyanî û rîtuelî ya taybetî de were civakî kirin, û divê di encamên ayînê yên rîtuel an merasîmê  baş bizane.

Ji pirtûka Ethnomusicology: A Very Short Introduction a Timothy Rice, Firat Bawerî kurte kir

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Hinek leyîstokên Kurdan ên kevnar

Kerkê Kerajo Kerkê kerajoyê di navbera du tîman de tê leyîstîn. Divê her timek ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *