Ew gelekî mal dihebînin. Carekê diduyan qewimiye ku yekî bi qasî hezar pezî hebûye û zivistaneke zor û pir sar bi ser de hatiye, ew hezar pez hemû telef bûye, qir bûye.
Paşê xwediyê wan pezan çekên xwe girêdaye û li hespê siwar bûye û daye meydanan û tebançe bi kenarê azmanan de agir kiriye û maazallah gotiye ku: Xwedê, te pezên min qir kirin, tu li ku yî? Were em şer bikin. Û bi xwe jî ji hespê de ketiye û mirar bûye. Weha kiryarên cahilî di nav Kurdan de zaf hene.
Dema ku mirovekî wan î ezîz û ciwan dimire. Dîsanî dibêjin ku, meazellah,: Xwedê te çi kir? Te filankes kuşt. Bi kurtî tiştên bê emriya Xwedê te’ala zaf dikin. Eger di meydana şer de bira û kurê yekî bikeve, birayê din û bav diçe û xwe davêje ser wî kesê ku mirî an hatiye kuştin, ew jî tê kuştin.
(Mela Mehmudê Bazîdî, Adat û Rusumatnameê Ekradiye)
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…