Zarokê we êvaran pir dikûxe û her êvar agirê serî wî zêde dibe? Bi taybetî êvaran nexweşiyên zarokan malbata pir diqilqîne. Sedema nexweşiyê êvaran ev e ku evarê dema razandinê berxwedana laşê me hinek zêde kêm dibe. Pîsporê bijîşkîye ku Şişli yê di Nexweşxaneya Zarokan Memorial de dixebite Dicle Inanç ev rewşê wiha rave dike: “Dema pitikek hêj nû bê dinyayê, sê mehên pêşîn rojê nêzîkî 16-18 seat radizê. Hemû pitik bi şev û roj di nav pergaleke yeksan de hişyar dibin û radizên. Ev pergal herçiqas malbatê aciz bike jî bi demên dirêj berdewam dike. Piştî sê mehan xewa pitika kêm dibe. Êdî nîvê şevê pir hîşyar nabe. Dema pitik digîhîje şeş mehan, pêwîstiya wî/wê jî dikeve 12 seatan. Bi gihiştina 2 saliya xwe ve hewcedariya xewê jî dadikeve xwarê. Bi mezinbûna zarok re xewa nava rojê jî kêm dibe. Bi gelemperî piştî sê saliyên xwe zarok dest ji xewa nava rojê berdidin. Şeş mehên pêşîn zarok nêzikî 2-3 caran bo mijandina şîr hîşyar dibin û dîsa radizên. Di yek saliyên xwe de piranî zarok di xewa şevê de pergalek digirin. Tenê di 100/10 de pirsgirêka xewa êvarê dibîne.”
Beriya destpêka dibistanê taybetiya xewê diguhere û dikeve şeklê bîfazîk ( di 24 seaten de 2 car ) û di nava rojê de tenê carek tê razandin. Ev pergala xewê piştî çûyina dibistanê û qeydê karê me, her çiqas ne li gora fîzyolojiya me be jî, dibe xewek monofazîk yanî mirov di 24 seaten de tenê carek radikeve.
Xirtik ( Krup ) : Bi gelemperî sedema ev nexweşiyên vîrûsên ku xwe têlê dengê me ve girêdidin û ji hilmijê re dibin asteng. Piranî nîvê şevê destpêdikin û nîşaneyên wê jî; ketina deng, kûxikek xitimî û dijwariya bêhn girtinê. Rewşa hewaya odê bo van nexweşiya cihekî giring e. Ji ber wî carina zarokên xwe derxin derve û bêhlên bila hewaya paqij bikîşîne nava dilê xwe. Bihara hewaya cemidî hilmija zarokê we de vebike û rehet bike.
Guhêş : Ji ber ku em serê sibehan piyatîne bi rêya borîya ostakî ( östaki ) herkoyîbûnek çêdibe. Herwiha cûtkirin û daqurtandin jî rêya ostakiyê vedike. Ji ber wî di nava rojê de êşa guha zêde nabe. Lê êvaran ji ber ku em bêtewger in boriya ostakî naxebite û ew hewaya di nava gûhê me de çewsandinek neyini çêdike, ev jî dibe sedema gûhêş ê.
Agir: Di xewê de bi hêdîbûna metabolîzmayê ve germahiya laşê me heta pêlikek dikeve. Ji ber wî ye ku êvaran agirê laşê me zêde dibe.
Xur : Ji ber ku çermê me hewa nagire û germahiya laşê me zêde dibe xurandin jî bi wan re pirdibe. ( Êvaran )
Xitimandina poz : Ji ber ku cîhê raketinê ziwa yê pozê zarokan dixetime. Di xewê de xitimandina pozê pir bi tehlûke ye. Ji ber wî piştî yek saliya zaroka cîhê balgîva wan piçek bilind bikin tiştê bi mentol bidin wan. Dibe ku pêşiya razandinê serê wan jî bişon çêtir e.
Vereşîn : Dema razandinê bêhnvedana mîdeyê dest pê dike. Lê eger di mîdeyê de pirsgirêk hebe li gor pozîsyona razandina rewşa laşê me xera dibe û ev bêaramîtî jî dibe sedema vereşîn ê.
Hasan Filitoğlu
Çandname