Guh bide ey birayê ezîz!

Î’lem eyyuhel ezîz! Zulmeke însan a herî mezin, ev e ku; fêkî û encamên qenciyeke ku bi kar û xebata komeke mezin ve, pêk hatiye, dikin malê yek şexsekî û dispêrin ewî şexsî tenê. Di evê zulma han de, şirkeke xefî, heye. Lewra, mehsûlê ku civatekê bi cuzî îxtiyariya xwe ve, bi dest xistiye, ku meriv bide şexsekî, ev yeka îşaret dike ku ew şexsa, xwedî qudreteke xarîqe ya wusa ne ku di dereca xulqkirinê de ye. Hetta pût û senemên Yûnan û Wesenî yên berê, mehsûlê fikr û ramanên şeytanî yên wuha zalimane nin.

Î’lem eyyuhel ezîz! Ew însanê ku zikir dike, celeb û cûreyên latîfeyên wî yên ku feyza îlahî kaş û celb dikin, hene. Hinekê wî, girêdayî şuûra aqil û qelb in. Qismekî wî jî, bêşuûr in, yanî tabiyê şuûrê, nînin. Bi awakî1 (bi hemdê xwe)pêk tê. Lewma, zikrên ku bi xeflet tên kirin jî, ji feyzê, xalî û mehrûm nînin.

Î’lem eyyuhel ezîz! Xwedê Telala, însan bi terkîbeke pir balkêş, xuliqandiye. Di nav kesret û pirayiyê de, wehdet û yekbûna wî heye. Di nav terkîb û tevliheviyê de, besatet û sadetiya wî heye. Di nav civat û cimaetê de, ferdiyeta wî heye. Ji bo her eza û xewas û latîfeyekî wî ku hilgirtiye, çawa lezzet û êş û elemên cihê û cuda hene; her wusa jî, ji lez û bez û hevkarî û alîkariya di navbera wan tê fêm kirin ku her yekî wî, ji lezzet û êş û elema hevalê xwe jî, hissedar e. Însan, bi saya vê xilqeta xwe, ger di rêya ubûdiyetê de here, dibe hêjayê mazhariyeta hemû qism û cûreyên lezzet û nîmet û kemalatan. Her wuha, şayet rêya enaniyetê bişopîne, dibe misteheqê meskenê kul û derdên cûr bi cûr jî.

Î’lem eyyuhel ezîz! Zikra kelîma tewhîdê, bi tekrar tê domandinê; da ku eleqe û bendên ku qelb, bi gelek tiştan ve girêdidin, werin qutkirinê. Û ji bo ku rûyê nefsê, ji wan mehbûbên ku qasî pût û seneman dihewîne, bête zivirîn. Digel vê qasê, çawa îşaret dike ku ew xasse û latîfeyên ku di wî zatê zakir de ne, tewhîdên wanê cihê cihê hene. Her wusa jî, ji bo wê yekê ne ku, eleqeya wan şerîkên ku li gorî wan in, bêne birînê.

Bedîûzzeman Seîd Nursî – Mesnewî Nûrîye r.108-109

Çavkanî: https://zehra.com.tr/kitapoku.php?id=20&sayfa=109

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply