Şevekî qencekî Xwedê di xewna xwe de dibîne ku padîşah dikeve buhiştê. Lê evdê ku bi şev û roj îbadetê Xwedê dike daxilê dojehê dibe.
Ji vê yekê ecêbmayî dimîne û dipirse: “Ya rast ew e ku abid here bihuştê û siltan jî bavêjin dojehê. Gelo ji ber çi padîşah kete cennetê û abid daxilê cehennemê bû?” Jê re tê gotin: “Derwêş xwe nêzîkê padîşah dikir ji ber vê yekê ew kete dojehê. Melîk jî xwe nêzîkê ehlê Xwedê dikir. Ji bo vê yekê hat bexşandin û derbasî buhiştê bû.”
Belê, serokatî barekî gelek giran e. Yê bibe rêveber ji hemû bindestiyên xwe berpirsiyar e. Ku Xwedê nebe alîkar ne mimkun e ku serok nekevin mafên îbadên Xwedê. Ku rêveber bixwaze bi edalet hikum bike divê xwe ji berjewendperestan biparêze û nêzî ehlê Xwedê bibe. Bes bi vê awayê reîs dikarin xwe ji heqê mexlûqat û ezabê Xwedê xilas bikin. Abid û zanayên ji bo menfeat xwe nêzikê qiral û rêveber- an dikin jî ji Xwedê dûr dikevin û şeytanên wan zêde dibin.
(Sadullah Taşan,
Ji Bo Aramiya Dilan Hîkmet Bi Hikayetan
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…