MEM Û ZÎN: Şax û şovên zargotî û şîira EhmedêXanî

Dema ku em li ser destana Mem û Zînê disekinin, berî hemî tiştî divê em cudatiyê bikin navbera şax û şovên zargotî yên vê çîrokê (yan vê qewlê) ji aliyekî -ku hejmara wan gelek e- û şîira edebî ya Ehmedê Xanî ji dûmahiya sedsala hijdehan ji aliyêkî din. Bêguman esl û jêderê wan yek e. Di herdûkan da, eynî şexsiyet xuya dibin (Mem, Zîn, Qeretajdîn, hwd) û bûyerên serhatiya evîndariyê ya trajîk jî nêzîk hev in, di herdûkan da. Her wisa, ferq û

cudayiyên ewqas girîng hene navbera berhema bêjeyî û şax û şovên zargotî ku em mecbûr in cuda-cuda behsa wan bikin. Armanca vê lêkolînê jî nasandina ferqên serekî di navbera van du waran de ye. Di eynî wextê da behsa esla ban herdû hebûnan (tiştan) wê bête kirin, da ku em bikaribin bersiva vê pirsyarê bidin: Gelo berhema Ehmedê Xanî kevntir e, yan çîroka zargotî kevntir e?

Kurdologên Frensî Roger Lescot û Joyce Blau rişt in li ser ferqên navbera şovên zargotî û berhema Ehmedê Xanî. Ew bo şovên zargotî navê “Memê Alan” datîni û na vê “Mem û Zîn” bi tenê bo şahesera Ehmedê Xanî bi kar tînin. Herçend ev cudayî rewa be jî, lê Kurd bi xwe wisa ferq nakin. Li gora zarê gelê Kurd, herdû nav jî bi kar tên bo destana Mem û Zîn. Sed car mixabin ku ji ber ku derfet neketiye destê pirraniya Kurdan ku li ser ziman û çanda xwe bixwînin, behra bêtir wana hay ji du tiştên ji hev cuda tunebûye; berevajî, wana wisa zanîbû ku Mem û Zîna Ehmedê Xanî û zargotî yek in. Ji ber vê çendê, termînolojiya birêzan Lescot û Blau ji aliyekî û ya gelê Kurd ji aliyekî din, hev nagrin. Herwisa, li nav Kurdan çîrok û qewlên din jî hene ku xwedî di nav in. Wek mînak, destana Siyabend û Xecê bi navê Siyabendê Silîvî jî tête nas kirin. Navê Siyabend û Xecê weke navê Mem û Zînê, ji navên herdu dilketiyan pêk têt. Ji milekî din, navê Siyabendê Silîvî -her wek Memê Alan- ji navê gernasê serhatiyê û eşîreta wî pêk têt. Ferq û cudayî yên navbera şîira EhmedêXanî ya wêjeyî û şax û şovên zargotî bi du babetan têne par kirin; babeteke rêstinî [texture] û babeteke naverokî. Rêstin bi kar têt bo diyarkirina pêkhêner [element] ên teşeyî û uslûbî, digel şiklê gilîkirin û vegêrana serhatiyê, ku bi pexşan an bi nazim hatiye gilîkirin. Ku em behsa naveroka çîrokê dikin, em li ser avahî û hilêxistina çîrokê disekinin. Bi gotineke din, eger em li ser çêkirina xaniyekî bisekinin, emê qala van madde û keresteyan bikin, ku xanî ji wan hatiye çêkirin, wek çimento, yan kelpîç, yan teqn û herî; piştî hingî, emê qala hejmara mezelan, deriyan, pencereyan û hwd. bikin, ango di hindurê xênî da çend mezel hene. Babeta rêstinî wek maddeyên xênî ye û babeta naverokê wek reng û hejmara mezelan e.

Niha emê li ser babeta rêstinî bisekinin. Berhema wêjeyî ya Ehmedê Xanî bi şiklê mesnevî, ango şiklekî şîirî yê wêjeya Farisî ya klasîkî, hat nivîsandin: Hemû rêz [nesir] bi du nîvbiran [misre’ an] par dibe, bi pîvana hezec [fa’ – lun/ ma- fa-‘ilun! me- fe- ‘i- lun)

Lê hemû şaxên zargotî, hinek rêzên şîirî hene, lê piraniya wan ji çîrokên bi pexşan pêk tên, tev kilam û stranên bi şîir li beşên taybetî, mesela her cara ku Mem û Zînê ra dipeyive. Hinek şaxên din jî hene ku serhevda bi şîir tên stiran, lê ev şîira han ji rêzên Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî cuda ye: Şiklê wê ne yê mesnewî ye; pîvan têde tune; rêz bi nîvbiran par nabin û navbêra hemû rêzan qafiye heye.

Li helbesta wêjeyî, Mem jî xelqê Cizîra Bohtan e û Zîn jî wisa. Li hemû şaxên zargotî jî, Zîn xelkê Cizîra Bohtan e, lê Mem xelqê bajarekî din e. Navê bajarê wî yan Muxurzemîn e, yan Yemen e -nemaze li şaxên başûrê (ango, Behdînan û Mehabadê: ji herêma Mehabadê û pê ve, çîroka Mem û Zînê li nav Kurdên Soranîziman nayê gilî kirin- hêç nebe, tu şax nehatiye berev kirin heta niha!).

Ji ber vê yekê, li şaxên zargotî, beşekî çîrokê yê girîng heye, ku li helbesta Ehmedî Xanî qet nayê xuyanê: rêwîtiya (siwarbûna) Memê Alan li ser pişta hespê xwe Bor (ya Bozê Rewal) ji bajarê xwe heta Cizîra Bohtan.

Kesanetiya Memê bi xwe di berhema Ehmedê Xanî da gelek ferq e ji ya wî di şax û şovên zargotî da. Memê Ehmedê Xanî xwedî roleke berz û bi e’sil e û reftara wî qet riswa nabe. Di ser vê hindê ra, Memê Alan yê ku di şax û şovên zargotî da xuya dibe, çend bedew be, ewqas jî bê şeref e. Al Paşa bavê wî jê ra dibêje:

-Memê, lawo, were meke bê îtbarê,

Şeherê Muxurzemînê mehê le hîvya min kalî …

 

Lê belê Mem bêdiliya bavê xwe dike û ji bajarê bavê xwe derdikeve û wisa dibêjitê:

-Bavo, çi bikim vê malê, vê dewletê …

Ya min û weva çû heta roja qiyametê (Cindî)

Û li şaxekî din:

-Îdî kurtiya min tera boşe, wê betalo. (Celîl)

 

Lê dû gotina birêz Lescot:

“Şola me bi du şîirên jêk cuda ye ku ruhên wan, uslûbên wan û li hindek erdan jî naverokên wan, bi temamî ji hev ferq in: Memê Alan yê dengbêjan û Mem û Zîn yê Ehmedê Xanî.

Pirsyareke ku her tim tête dubarekirin eve: Gelo esla şax û şovên qewla Mem û Zîn yên zargotî şîira Ehmedê Xanî bi xwe ye, yan berevajiyê, şahesera wî ji şaxên zargotî hatibû wergertin?

Bila em mêze bikine delîlan. Ji rê ve (ango di destpêkê da) wisa diyar e ku berhema Ehmedê Xanî ya ji sedsala hivdehan kevintir e. Ji ber ku şaxên zargotî bo cara pêşîn li salên 1869 û 1870’an hatibûn berhevkirin. Lê belê, divê ku em ji ber çavên xwe wunda nekin ku berî naverasta sedsala nozdehan, warê folklorê hêj peyda nebûbû û her wisa kesî bi berhevkirina çîrokên zargotî ji zarê dengbêjan û çîrokbêj an hêj mijûl nebûbû.

Eger em wisa hizir bikin ku filan çîrok hêj peyda nebûbû çimkî ew yek nehatibû berhevkirin ji zarê gelerî berî ku berhevkirin bi xwe dihatine kirin, emê xelet bin.

Du rastiyên giştî dikarin alîkariya me bikin bi vedîtina bersîvekê bo pirsiyara me. Yek, rastiya ku li Kurdistanê, hejmara wan kesan ku nizanin bixwînin û binivîsin mezin e, tevî rastiya didoya, belavbûna qewla Mem û Zîn li hemî deverên Kurdistana bakur û li hinek deverên Kurdistana başûr û ya rojhilatê. Belavbûna vê qewlê li nav ewqas mirovên ku pirraniya nexwenda ne, guman dixe ber vê hizra ku berhema Ehmedê Xanî ya wêjeyî esla şax û şovên zargotî be. Hemî jêder hevbîr in bi diyarkirina wan ku qewla zargotî ji berhema Ehmedê Xanî kevntir e. Bi gotina Qanatê Kurdo:

“Destana ‘Mem û Zîn’ berî qurna here navînda li nav xelqê Kurd da peyda bûye, na vê Mem û Zîn li ni vîsara şayirê Kurd Melayê Cizîrî da (qurna 14) tê gotin. Meleyê Cizîrî wextê hezkira xwe E’yşê ra xeber dide, derheqa evîna xwe dibêje:

“Tu Zîn î, ez Mem im”[1].

Bi saya gotareke kurdnasê Îngîlîz D.N. MacKenzie, em niha dizanin ku helbestvanên Kurd Melayê Cizîrî navbera salên 1570 û 1640 jiyaye û ne wek Qenatê Kurdo nivîsî, li qurna çardehan. Lê ji vê xeleteke piçûk û pê ve, ev gotina Kurdo ji me ra tiştekî zef girîng nîşan dide. Ehmedê Xanî sala 1650 hate dinê û sala 1706-1707an çû rahmetê. Ango, navbera mirina Melayê Cizîrî û jidayikbûna Ehmedê Xanî deh sal hene. Melayê Cizîrî navê Ehmedê Xanî qet nebihîstibû; dîsan jî, wek li gora gotina Kurdo kifş e, Melayê Cizîrî navên navên Mem û Zîn bihîstibûn. Vê gavê, hebe tunebe, çîroka Mem û Zîn ji helbesta wêjeyî ya Ehmedê Xanî kevntir e! Her çawa be, ji ber ku guman têda tune ku Melayê Cizîrî berî Ehmedê Xanî jiyabû, ev şîira Melayê Cizîrî bihêztirîn delîl di destê me de ye bo îsbatkirina îdeaya me ku kevneşopiya şax û şovên zargotî ji şîira Ehmedê Xanî kevntir be. Edîbê Kurd ê mezin Emîr Hesenpûr jî beyan dike ku “îlhama vê berhemê ji qewlên gelêrî yan ‘Memê Alan’ hatibû wergirtin, ya ku dengbêjên Kurd îro jî gilî dikin”[2]. Li dû gotina birêz Ferhad Şakelî, Ehmedê Xanî bi xwe dudil e hemberî vê meselê. Ji aliyekî, Xanî bi xwe pênasîn pê dike ku esla berhema wî kevneşopiya zargotî ye, wek ev rêzên han nîşan dikin:

(239) Înaya nîzam û întîzamê

Kêşeya cefa ji boyê ‘amê

 

“Gîhand hev, vêkxist, xist dûzenê bi awayekî têgîhîştî û di vê rê da cefa kişand, ji bo xizmeta giştî (Bozarslan 1995: 181[63]]

 

(322) Nexmê we ji perdeyê derînim

Zînê û Memê ji nû vejînim.

 

Lê berevajiyê, rêzên din jî hene ku peymana wan wisa ye ku şîira Xanî ji kereste û malzemeyên nû pêk têt, wek mînak:

 

(349) Uslûb û sifet û me’na û lefz

Eslen nekirin yek ji wan qerz.

 

Şakelî vê têzadê wisa şîrove dike: Naveroka şîira Ehmedê Xanî kevneşopî ye, lê belê ya nû, rêstina wê ye, ya ku ji mesneviya farisî ya klasîk hatibû wergirtin. Heta niha, me dîtiye ku rêstina berhema Ehmedê Xanî û naveroka wê ji yên zargotî ferq in. Eger naverok cuda ye, dûr nîne ku peyama wan du hebûna jî cuda be. Li şax û şovên zargotî, kevok yan milyaket yan efrît, Mem û Zîn digihînine hevdu û Mem xelqê bajarekî dûr e ku ew bi bêdiliya bavê xwe jê derdikeve da ku bide li pey Zînê. Berevajiyê, li şîira Ehmedê Xanî, Mem jî û Zîn jî herdu xelqê Cizîra Bohtan in ku bi helkeftê hevdu roja cejna Newrozê dibînin. Di têza min da, reftara Memê Alan a li şax û şovên zargotî, wek xeyalên cinsî tevî serhildana xortekî nozdeh- bîst salî dijî desthilata bavê xwe tête şîrovekirin. Bi dîtina min, serîhildana Memê Alan nik dilê xortên Kurd ên ku guhdarên vê çîrokê dibûn, kaniya mêrxasiyê ye. Ew xortên guhdar bi xwe nikaribû bi keça dilê xwe ra bizewicin: ew mecbûr bûn vê keçê bistînin ya ku bavê wan ji wan ra bijartibû. Lê belê li Memê Alan mêze ke! Ewî ya xwe kir, ji gotina bavê xwe derket û Zîna dilketiya xwe anî. Ji bona wan xortên guhdar, mêrxas ev e! Mem bi vê serîhildana dijî bavê xwe jî têr nabe. Xortên gundên Kurdistanê newêrin bi axayan re bikin, wek Mem bi mîr re dike. Qey kê dît, kê bihîst ku xortek ranabe ser xwe, gava ku kalek an axayek dikeve odê? Dîsan Mem dijî adetên bapîran derket, bêyî ku tifaqek hatibe serê wî. Ji bona xortekî nozdehsalî, mêrxasî ev e!

Hemî rewşenbîrên Kurd hevbîr in li ser armancên Ehmedê Xanî yên siyasî bi afirandina “Mem û Zîn”a wî. Mebesta wî bi nivîsîna “Mem û Zîn” ev bû ku ev berhema hanê wê bibûya kevirê bingehîn ê wêjeya Kurdî. Bi dîtina wî, gelê Kurd dikarîbû neteweyeke mezin be, Lê kêmasiya wî hebû: bêtifaqî. Ji bona şîrovekirina ramana xwe, wî çîroka Mem û Zîn ya trajîk hilbijart. Li gora gotina Kurdnasê Mehabadî, Emîr Hesenpûr: “Mem û Zîn nûnertiya du beşên Kurdistanê dikin, yê Osmaniyan û yê Farisan. Bekirê Ewan yê qumsî jî nûnertiya şiqaq û bêtifaqiyê mîrên Kurdan dike yên ku bi dîtina Ehmedê Xanî sebebê esasî ya têkçûna hikûmeta Kurdî ya serbixwe ye. Rexne diriyê (kelemê) ku du dilketiyan ji hev diqetîne, şa’irê me hêvî dikir ku ev bêtifaqî wê êdî biqede.” Û sed cara mixabin, em îro jî pê dihesin ku Bekir hêj nehatiye kuştin.

Michael L. Chyet

Bibliyografya

Chyet, Micheal L. “And a Thornbuch Sprang up between them”: Studies on Mem û Zîn, A Kurdish Romance. Doctoral dissertation [Berkeley, California, 1991],2 vols.

Celîl, Ordîxanê & Celîlê Celîl. “Mem û Zînê (şax 1)” in Zargotina Kurda (Kurdish Folklor), Moskova: Nauka, 1978, vol.1, pp. 45-65.

Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, wergera tîpên latînî û Kurdiya xwerû M. Emin Bozarslan, Uppsala, Sweden: Weşanxana Deng, 1995, p. 703.

Hesenpûr, Amîr, Nastionalism and Language in Kurdistan, 1918-1985 San Francisco: Mellen Research University Press, 1992, r.520.

Cindî, Heciyê, ed. “Mem û Zîn” In: Kurdskie epicheskie pesni-skazy (Kurdish epic’song-stories’), Moskova: Izdatel’stvo Vostochnol Literatury, 1962, r. 66- [97]; 183-[209].

Qenatê Kurdo. “Derheqa şovêd Mem û Zîna zargotî û şova Mem û Zîna Ehmedê Xanî” Govarê Korî Zanyarî Kurd [The Journal of the Kurdish Academy],6 [1978], r. 78-110.

Lescot Roger, “Introduction”, Textes Kurdes, voL.2:Memê Alan, Beyrût, Institut Français de Damas, 1942, r. [iii]-xxv.

Şakelî, Ferhad, Kurdish Nationalism in Mem u Zin of Ehmed-i Xani, Sweden, 1983, r.65.

 

*Çira, Kovara Kulturî ya komeleya nivîskarên kurd li Swêdê, Sal 2, Hejmar 7, Payiz 1996, r.28-33

[1] Qenatê Kurdo [Kurdoev] “Derheqa şovêd Mem û Zîna zargotî û şova Mem û Zîna Ehmedê Xanî” Govarê Korî Zanyarî Kurd [The Journal of the Kurdısh Academy], 6 [1978], p. 102.

[2] Amir Hassanpour: Nastionalısm and Language ın Kurdistan, 1918- 1985 (San Francısco:

Mellen Research University Press, 1992), p.84.

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply