Li Ser Hinek Peyv û Gotina

Ku merî çikas li zimanê xwe xwedî derkevi ev kas zîman bi xwedî û ser ava dibe. Gerek em zimanê xwe bi karbînin û biparezin.

Demeka dur û direje zimanê me di bin xişma Arebî, Farsî û Tırkî’da maye. Ji bo vê gellek gotinin peşîya pêkenok, çîrok, tiştik, qeşmerî  wenda bune, yan   Tirkî û Arebî şuna wan girtîye. Di vî kar û barîda, hinek gellêmeyi xwandevan peşkeşîya va kara kirine û  çand û folklorame wergerandina û bindest kirine, ji asîmîlasyonêra amade kirine.

Mîlletê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve  di mejî wîda kêmasî heye. Ger ê ku yek tişta bi zanebîn, nerîn û nirxandinên xwe her mabesteda wunên holê, bighîne gel.

Ziman kurdî gellek dewlemende. Li dûnyayê serbixweye, xwandin û nivisandina wî ne qedexeye. Lê  ci warê ku kurd têda dijîn li wandera bindeste. Bona ku zimanê me wenda nebe li perçiqandini were xilaskirin, lazime em zimanê xwe bi kar bînin û biparezin.

Gellê me rastî û dil xwaziya dilê xwe yek cara bi henek, yek cara bi kerba dilê xwe, yekcara jî qehra xwe hanîne ziman. Ev peyvana gellek bi kînaye û manîdarin.

Dî va peyvada him qehr, him alozî, him jî tengasîya ruhê xwe hanîne ziman. Qandî ku merî bi diqare ewqas  merî pê dikene û li ser mijul dibi.

Di zarotîya meda ba û pîramin dahanî ziman. Digo min ji li bapîrê xwe bihîstîye. Li gundê ku bapîrême dijîn, mizgeftek hatubu avakirin. Ê ku ev mizgefta ava kiribu xwadîye zordestîyê bu. Bona wî kes, ne diçû mizgeftê. Ku wexta nimêjê dibu bi zor destîyê yek bi yek bana gundîya dikir. Gundî li hember vê bandorê derdiketin. Kalekî a dilê xwe waha hanibu  ziman.

Wa kuçik xwaremin wine /bı ser şikestîyê ling xwaxim          

bi avdesteka nîvçe  ez herim /di qebul nebîya Ute Kura bikim.

Li nav gelême qandî ku nivir hatine gotin li wan zêdetir dua hatine gotin. Ku çûqas qehra xwa anîne ziman li wi pirtir bi zimanekî nerm, berger u sergere xwe bi xweşî bi rukenî şîrove kirine.  Ji van peyvanra dibejin; çîrok, pekenik, henek. Hinek  dibêjin şevxapin, şevbirk.  Ev  peyvana  ê ku derd û kula tîne holê jî hene. Li vane hinek  evîn û evîndar,  birin û bela,  zordestî û zulûm û bandorî têne gotin. Li vane hineka ê wek Mem û Zînê, Siyabend û Xecê sazbend çîrokvan bi dilekî hezîn  tînine ziman.     

Çîrokekê kurt bibêjim binêrin gotinên pêşîya çilo derketine holê. Go rojeki etarek kera wî  de berveda ketîye. Gellême gotîye “ku ker ket li xwadîya xûrtir kes tune.” Etar dor kerera zivirîye dîtiye ku ker mirîye.  Etar bi serê xwe  tiştekî ku bike tune. Dor kera xware zivirîye û  ev peyvana bi kar anîye;

“Yarrebî tu kanî  a nuka vê berve bi rakî, /Kera min li erdi rakî, /

Min li vê perîşanîyê xilaskî, /Lê, te nekirîye adet tu nakî.“

Di kanîya folklorê da  gotinin peşîyan bi giranî cih digrin. Wer peyvên Kurdî tên ziman  ku gellek wan heye  nuha veşartî mane. Li lêkolîn û tevdanî îro em dighêne va gotinanaye. Yek livana; Ê kû dibe û dike mere /Ê ku nebe  û dike şere /Ê ku dibe û neke  kere nere  

Ev  gotinan ji gellek balkeşin ez dixazim  hûn li quncikekî kaxizekê binivsînin û her ku cih hat sekinî hun derxin ê dorhêla xwera buxwînin. Ev peyva li hember zordestîye hatîye gotin. Karkêr, rencber û cotkar waha xurtîya xwe  di zemanekî zuda bi vî şiklî  hanîye ziman. Lê îrojî dîsa emkanin bên wiloye.

Hûn çiyayê bilindin/ Em li jêr we girin

Hun şer û pilingên/ Em li dor wê gurin

Ku were miranîye /Em tim li we xurttirin.

 

Seyda Ronahî

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply