Dilê Bi Xezeb Naghîje Mirada

Dibên carekî cebarekî, çil kûsî li serê darekî, kûsî jorda li erdê ket qirqijî, rehmet li dê û bavê cemaetê, ê min jî. Hebû tunebû xortekî ciwan hebû. Dibên xort rojekê rabû hespê xwe zîn kir û lê siwar bû, berê xwe da gundekî xerîb. Wisa bi rê de çû rastî kalekî extiyar hat. Xort got: “Selamunelekîm bavê kal.” Kalê got: “Elekîmselam xortê ciwan.”

Xort ji kalê pirsî:

-Bavê kal ez diçim filan gundî, gelo rêya min çiqas dikudîne?

Kalê je ra wiha got:

-Kurê min eger ku tu hêdî herî, tu di saetekî de diçî gund. Lê eger ku tu bilez herî encax tu sê saetan herî.

Lê belê xort ji kalê tu tiştekî fehm nekir, ecebmayî ma, ji wî wetrî kalê pê henekê xwe dike, nizane ku kal lê şîretê dike!

Huma qe nemerdî nekir hespê xwe da çargavê, bezand û çû!.

Lê belê hespê serî jê stend, xort li erdê xist, perîşan kir.

Kalê te wî ji erdê radike, jê ra dibêje: “Xortê ciwan min ji te ra negot eger ku tu hêdî herî tu saetekî diçî, le eger ku tu zû herî encax tu se saetan herî!

Nû hişê xort hat serî, got: “Bavê kal tu mafdarî, lê mixabin êdî bû dereng.

Lewma mezina gotine: “Eger ku biçûk bi gotina mezina bikin, nige wan li kevir nakeve”.

Çîroka mi’l civata yaran Rehmet li de û bave guhdaran Ji xencî xayîn û gemaran

Pêkenok Gelerî Komkirin: Ebdurehîme Mûşî

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply