Li ser devoka Xerzan çend xeşîye

Bi min, taybetîyên devoka Xerzan ên sereke bi giranî li ser sê xalan pêk hatiye:

1 – Ji alîyê fonetîk(dengzanî)ê ve xwedîyê taybetmendîyeka resen e.

Hincar hûn ê bibêjin fonetîk çi ye?

Fonetîk ilmê deng e. Yanê mesela gava em kurdekî ji Erzeromê û yek jî jo Botanê bînin ba hev û xeber bidin, em ê bibînin ku Kurmancîya wan ji alîyê deng ve, ji alîyê derxistina kelîmeyan ve ji hev hinek cihê ne..

Ev ferqa fonetîkê ye.

Jixwe fonetîk, qadek ji qadên zimannasîyê ye. Tevî fonetîkê, çar qadên zimannasîyê yên din jî ev in: Semantîk, sentaks, morfolojî, pragmatîk..

Herêma Xerzan (bi taybetî jî di nav de herêma Babosîyê) ji alîyê fonetîkê ve gelek dişibê Soranîyê. Ez dikarim bibêjim ku di hemî erdnîgarîya kurmancan de, devoka ku bi fonetîka xwe herî nêzîkê Soranîyê ye devoka vê herêmê ye.

Ji bo ez nekevim nav teorîyê hema bi mînakekê qesta xwe zelal bikim.

Mesela Almanî û Fransî. Ji alîyê fonetîkê ve ferqa wan çi ye?

Helbet em bi rehetî pê dizanin ku Fransî zimanekî ber bi lêvê ye. Almanî jî zimanekî ber bi qirikê ve ye.

Bi çavê fonetîkê gava em li Kurmancîyê binêrin em ê bibînin ku, giranîya wê ber bi qirikê ve be jî, li gorî devokan ev rewş diguhere. Mesela herêma Xerzan (lê tê de bi taybetî jî derdora Babosîyê) ber bi lêvê xeber dide. Ewqas ku, di Kurmancîya herêmê de dengên wekî ö û ü’yê ku di Tirkîyê de em dizanin, hene.

Herwiha gelek “a” di vê devokê de wekî “e” tên bikaranîn, “e”ya dirêjkirî.. Mesela di şûna “nan” de dibêjin “nen”. Lê ew “e” wekî min got dirêjkirî ye. Jixwe bi taybetî di vê nuqteyê de nêzîkê Soranîyê dibe.

Bi sedan, bi hezaran kelîme wisa ne li herêmê. Mam/mem, zanîn/zenîn, anîn/enîn, car/cer hwd..

Li seranserê erdnîgarîya kurmancan, xelqê ku devoka xwe wisa anîye ber bi lêvê ev herêm e.

2) Tewang û zayend di devokê de qels bûye. Ji hinek forman bi awayekî sîstematîk bi tevahî rabûye. Ji alîyê zayendê ve hemla wî li ser nêrîtîyê ye, ji alîyê qertafa tewangê ve jî dîsa qels bûye. Mesela piştî qertafa nebinavkirinê (ek) tewang bi temamî rabûye.

Ev qelsbûna tewangê xwe di sentaksê de jî daye nîşan.

Bêguman li vir jî dîsa nêzîkî Soranîyê bûye.

3) Ji alîyê morfolojîyê ve jî dîsa xwedîyê hinek xesletên balkêş e. Ayhan Meretowar, teza xwe ya doktorayê ji alîyê morfolojîyê ve li ser vê devokê nivîsîye û qedandiye. Ez dibêjim dê di demeka nêz de bê çapkirin jî..

Xasîlûn;

Wekî ku me li jor got çar xîmên zimannasîyê hene: Morfolojî, sentaks, semantik, pragmatîk û fonetîk.

Kekê Ayhan li ser morfolojîya herêmê xebitîye mala wî ava. Lê ji alîyê fonetîkê û sentaksê ve jî bi rastî xebat divên. Ka belkî paşî ez binivîsim ku Xwedê jî bike nesîb.

 

Adnan Fırat Bayar

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply