Dema min pirtûka nivîskarê kurd ê ji rojavayê Kurdistanê birêz Cankurd dît keça kurd ya ku navê wê Ala bû ku di keştiya penaberên kurd û areb ku têde bû û dixwestin ji Suriyê birevine herine ewropayê û di keştiyê de di nav deryaya spî de keştî qelibî bû u ew keç û gelek kesên di keştiyê de xeniqî bû, hate bîra min.
Ava bahrê cendekê keçikê avêtibû qeraxê deryayê û rojnamevanan wêneya wê kişandibû û di rojnameyan de belav kiribû. Rojnamevanên tirkan navê wê keçika biçûk kiribû ”Aylîn” û wê wek keçeka tirk bi nav kirin, gotin ev keça biçûk ji ber zilma dethiatdariya partiya Baas a faşîst bi malbata xwe re reviyaye û di deryayê/bahrê de xeniqiye. Tirkan navê wê kirin Aylîn lê paşê diyar bû ku ew keçeka kurd bû, ji rojavayê Kurdistanê bû. Hinek kurdan jî navî kirin Alan, Ala, Arya, êdî navê wê çibû jî kurd bû. Min got qey Cankurd li ser wê keça biçûk û kurdên penaber yên rojavayê Kurdistanê nivîsiye. Navê romana Cankurd a bi navê ”Alan ê Kurd”ew bûyera qelibandina keştiya di nav bahrê de û xeniqandina gelek kesan û keçika kurd a biçûk anî bîra min.
Lewre jî min naveroka romana birêz Cankurd meraq kir û dest bi xwendina wê ir. Lêbelê tu eleqeya naveroka romanê û wê bûyerê bi hevûdu re tunebû. Roman di nav weşanên ”Sersera” de li Almanyayê hatiye weşandin. Roman 144 rûpel e. Berga wê tabloyek rengîn e. Wêneya tabloyê kurê Cankurd ê navê wî Dara ye, çêkiriye. Kurê wî hunermend e. Cankurd 5 romanên kurdî, 5 pirtûkên çêrokan û çend pirtûkên lêkolînê nivîsiye û weşandiye. Lêkolînek wî derbarê Siltanê kurd Siltan Selahhadînê Eyubû de ye. Min vê pirtûka lêkolîna Cankurd di nav weşanên Helwest de li Swêdê weşand. Navê pirtûkê ”Kurdekî Cîhan Hejand – Siltan Selahaddînê Eyûbî” ye. Cankurd herweha bi sedan gotarên kurdî nivîsiye û weşandiye. Bi arebî jî du pirtûkên wî derketine.
Niha em binêrin ka di naveroka romana Cankurd a bi navê ”Alan ê Kurd” de çi heye? Roman li ser kîjan mijaran hatiye hunandin û afirandin? Alan ê kurd kî ye? Çi kiriye? Çi bi serê wî de hatiye?
Cankurd romaa xwe diyariyê yên ku li hember zordaran bê tirs û bê westan dixebitin û têdikoşin dike. Û herweha romannivîser Cankurd dibêje; ”…Roman ji fantaziya lêkirî pêk hatiye. Divê ev berhem çi caran ne wekî rastiyeke jiyanê bê nasîn an dîtin.” Yanî roman bi şêweya xeyal û fantaziyê ango bi hizrên xeyalî hatiye afirandin.
Min di nivîsek xwe ya derbarê romanên kurdî de gotibû;”Kêmaniya romanên kurdî ji alî xeyalê ve qelsbûn e. Di romana kurdî de xeyal yan tun in yan ji pir hindik heye. Bi ya min di edebiyatê de û herweha di hunera romanê de xeyal girîng e.”
Roman ji 26 beşan pêk tê. Dema cîhana romanê ji sala 1976an dest pê dike. Cankurd romanê di sala 2018an de nivîsiye. Roman di sala 2020an de derketiye, min romanê di sala 2026an de xwend û vê gotarê nivîsî. Ez ê nivîsa xe di malpera Çandnameyê de biweşînim û di fakebook û X-Twîterê de parve bikim, belav bikim.
Di destpêka romanê de taswîra zîndana navendî ya li bajarê Helebê heye. Vebêj/nivîskar behsa zîndaniyên di wê zîndanê de ne dike. Dem dema dîktatoriya Haviz Esad e, desthilatdariya partiya nêjadperest û faşîst Baasê ye.
Di hepisxaneyê de cure cure însan hene girtiyên siyasî û yên adî li menzelên cuda dimînin. Vebêj qala jiyanê li hepisxaneyê û rewşa girtiyan/hefsiyan dike. Li hepisxaneyê navê mêrxasekî kurd dibihîse û jê re dibe meraq. Ev mêrxas navî Alan e,Alan ê kurd. Ev Alan kî ye? Ji kur e? Çi kiriye ku ewqas peyrewêd wî hebû? Çikiriye ku ewqasbûye navdar, di nav gel de nav û deng daye?
Di encama lêkolîn û lêgerîna nivîskar de ev romana Alan ê Kurd tê nivîsîn. Vebêj dest bi qalkirina jiyana Alan ê kurd dike. Behsa gundê wî ku nêzîkê sînor/hidûde, li ser sînor axa mayinkirî a li ser hidûd ku ji alî dewleta dagirker a komara tirkan ve hatiye mayin kirin û herweha qala serpêhatiyên Alan ê kurd dike.
Di romanê de çawîşekî hovbaz ê cendirmeyan heye. Çawîş bi eslê xe areb nîn e, çerkez e. Lê ji areban bêtir arebhez e. Li Tirkiyê jî yên netirk her weke laz , çerkez, boşnak, arnawid, areb û hwd, kesên dewşirme ên ne tirk ku xwe tirk dihesibînin ji tirkan pirtir tirkîcîtî dikin û li kurdan zilim dikin. Ew çawîşê çerkez jî li gundiyên kurd zilm û tehda û zordarî dike.
Rojeke çawîşê çerkez bi cendirman ve têne gundê Alan, mala wî seh dikin, alafê malê serûbin dikin, ji bo ku Alan li gund nîn e jina wî digrin dibine qereqolê. Paşê Alan tê, pê dihese ku cendirmeyan jina wî girtine, birine. Ew dice qereqolê ruswet/bertîl dide çawîş ku jina wî berdin. Dema jina wî ew dibêne, digrî û jê re dibêje ku du cendirmeyan destdirêjê namûsa wê kirine. Alan herdu cendirmeyan dikuje û jina xwe digre dere gundek din mala dostekî xwe. Jina wî birîndar e û lewre jî li malê dostê wî jin dimre, diçe ser heqiya xwe. Alan û dostê wî bişev jinê binax dikin û Alan li hespê xwe siwar dibe û berê xwe dide çiya.
Alan hinek kesên diz, mahkûm û qaçax li der dora xwe kom dike û dibe serkêşê çeteyan. Û ew li dijê neheqiyên cendirmeyên dewleta Baas a faşîst têdikoşe.
Di romanê de zilm û zordariya dewleta Baas a faşîst li ser kurdên rojavayê Kurdistanê tê qal kirin. Li bakurê Kurdistanê dewleta dagirker a kemalîst faşîst, li rojavayê Kurdistanê dewleta Baas a faşîst û di demêm berê de li başurê Kurdistanê dîktatoriyas Saddamê faşîst û li rojhilatê Kurdistanê berê dewleta şahê Îranî û paşê dewleta Ayetullahên hov, paşverû û xwînxwar ango di çar parçeyên Kurdistanê de netewa kurd di bin zilm û zordariya van çar dewletên dagirker de hate peliçiqandin, zilm û tehda li ser gelê kurd hate kirin. Dewletên dagirker çi kirin jî nikaribûn pêşî li têkoşîna kurdan a li hemberê dagirkeriyê bigrin. Têkoşîna netewa kurd ji bo çarenûsa neteweyî, ji bo rizgariya welat û azadiya gel didome. Kîngê be jî helbet dê kurd azad bibin û Kurdistan rizgar bibe.
Niha em werin naveroka romanê. Navê Alanê kurd li tevahiya herêmê belav dibe, ew dibe navdar. Dewleta Baas li pey wî ye ku wî bigrin yan jî bikujin. Li herêmê çi bûyer pêk tê dikine stuyê wî. Çawa ku li bakurê Kurdistanê navê Koçero belav bubû û dewleta kemalîst digot ew eşkîya ye, li rojavayê Kurdistanê jî navê Alan ê kurd wek eşqiyayekî navdar belav bubû.
Di romanê de gelek kesayetiyên/karekterên curbecur hene. Hinek ji wan baş in û hinek bi taybetî jî Apê Alan kesekî xirab e, xaîn û dexes e, dixwaze Alan bikuje yan jî bide kuştinê. Ew bi du kesên areb ve êrişê ser Alan û hevalên wî dike. Hevalê Alan ê bi navê Abdo dikuje, lê ew jî birîndar dibe û direve. Herdu areb jî têne kuştin.
Karekterek/kesayetiyek jî bi navê Mamoste heye. Ew şexsiyetekî siyasî ye, jîr û zana ye. Li herêmê kar û xebata siyasî û rêxistinî dike. Ew bi Alan ê kurd re gelek dibe alîkar. Hêzên dewleta Baas a faşîst ew digrin û wî tawanbar dikin, dibêjin : ”Wî bi hahamê cihu/yahudî Nathan re alîkarî kiriye, Haham li ser sînor derbasê Tirkiyê kiriye û herweha ew bi Alan re bûye alîkar jê re xwarin û agahî biriye.” Ji ber van sedeman bi mamoste gelek şkence kirine.
Alan bi şev êrişê ser mala apê xwe dike. Apê wî ê ku bubû hevkarê dewleta Baas a faşîst û bubû sedemê gelek bûyerên xirab, di mala wî de ew û jina wî li ser hev dikuje.
Di dawiya romanê de axayek bi navê Lolo Axa bi bêbextî bangê Alan dike wî tîne mala xwe û di mala xwe de Alan dide kuştin. Kurê Axa bi çeka xwe di mala xwe de Alan dikuje. Hevalê Alan jî kurê Axa dikuje û axa dîl/êsîr digre. Paşê çi dibe? Bila ew jî wek meraq bimîne ku xwîner/xwendevan vê romana hêja bikirin û bixwînin.
Ez dixwazim çend gotin derbarê “eşqiya” û “eşqiyati”yê de li vê nivîsa xwe zêde bikim û dawî lê bînim.
“Eşqiya” an “eşqiyatî” bi gelemperî tê wateya kesek an komek ku ji derveyî desthilata dewletê dijîn, bi çek tevdigerin û carinan rê digirin, dizîn an jî li hember desthilatê şer dikin. Ew carinan li dijî neheqiyê û zordariyê têdikoşe. Lê di dîrok û çanda Kurdan de, eşqiya tenê “diz” nîne; hin caran wekî lehengên gelî an jî serhildêr hatine dîtin.
Eşqiyatî çi ye?
Eşqiyatî jiyana rêbaza eşqiyayan e. Di çanda kurdan de, hinek eşqiya wekî leheng û berxwedêr tên bîranîn. Li Kurdistanê di dema berê de Eşqiyatî awayekî jiyanê bû ku tê de kes: Ji qanûn û desthilatê direviya. Bi çek dijîya. Li çiya û deverên dûr dijîya. Ji bo berjewendiyên xwe an jî ji bo parastina gelê xwe têdikoşîya.
Çima kes dibûn eşqiya? Hinek sedemên girîng: Zordestiya dewletê. Xwînpirsî û tolhildan. Neheqî û bêdadî. Feqîrî an şertên civakî. Carinan jî di encama şerên navbera malbatan yan eşîran de mêr dihatin kuûtin û kujer dibûn mahkûm, dibûn eşqiya.
Di çanda Kurdan de eşqiyatî Di stran, çîrok û destanan de gelek eşqiya wekî kesên mêrxas û dilxweş tên bîranîn. Lê divê were zanîn ku ne hemû eşqiya yek in; li bakurê Kurdistanê hinek ji wan bi rastî xelk diparastin, hinekên din jî dizî, talan dikirin û gundiyan, sivîlan dişeliandin ango talan, dizî an rêgirtina rêwiyan ji bo qezencê xwe pêk dianiyan.
Mahkûmiya niha wek şêweya berê a eşqiyatiyê nîn e. Ji xwe li Kurdistanê eşqiya tun in, nemane. Eşqiyayên kurd mêr bûn, mêrxas bû, netirs bû. Koçero, Recoyê Pasûrî, Qicer, Heqîmo, Hemîdo, Dawido û hwd, eşqiyayên kurd ên navdar bû.
Lokman Polat
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…