Ji Weşanxaneya NA Du Pirtûkên Nû

HOMO JÎN

Nivîskar: Serhat Kaya

Hurgilî:

Di Civakbûnê de Diyalektîka Çand û Werzîşê

Dema pênaseya têgiha mirov tê kirin, divê neyê jibîrkirin ku hemû ev teorî û tez, bi dîroka şaristaniya 5 hezar saleyî hatiye xwedîkirin. Bi detayên giştî tê diyarkirin ku mirovê/a polîtîk (Zoon Politikon) heta ku dewlet ava neke, polîtîka neke, nikare bibe mirov. Tê diyarkirin ku mirovê/a difikire (Homo Sapiens), mirovê/a ji jîriya hestiyarî bêpar, tenê analîtîk e. Rastiya Mirovê ku amûran çêdike (Homo Faber), rastiya -nêçîrvanî gelek piştî berhevkariyê derketiye holê- hatiye piştguhkirin. Tenê piştî demeke dirêj -guh nede ku nêçîr piştî berhevkirinê demeke dirêj derketiye holê- tenê ji bo “parastin û êrîşê” bi têgînek şaristaniyê ku cihêrengiya mijar-objeyê kûr dike bi kêmkirina, heqîqetê re amûr çêkiriye. Avakirinek bi mijara şaristaniyê heye ku dibêje mirovê ku amûran çêdike (Homo Faber), amûran tenê ji bo “parastin û êrîşê” hildiberîne. Rastiya nêçîrvanî gelek piştî berhevkariyê derketiye holê, piştguh dike. Tê famkirin ku ev rewş rastiyê dadixe asta dîroka nêçîrvaniyê û tenê di ser nêçîrvaniyê de, bi têgihkirineke ku cudahiya kirde-bireserê kûr dike, ava dike.

Li gor mijara me, teza “mirovê lîstik dilîze” ya ku Dîroknas Huizinga pêşkêş kiriye, tezek wisa ye ku ji mirovê lîstik dilîze zêdetir, mirovê ku pêşbazî û reqabetê dike pênase dike. Bi vî aliyê xwe Huizinga, ji çandê heta hunerê, ji mîtolojiyê heta olê, ji felsefê heta zanyariyê hemû qadan, bi têgiha agon (pêşbirk) şîrove kiriye. Di encama vê yekê de, çerxa aşê hişmendiya nêçîrvan şivan xwedî kiriye û ji bo ku jiyan veguhere meydaneke reqabetê, risteke mezin lîstiye. Lewma jî mirov dikare bêje ku ev tez jî têra xwe bi nêçîrvaniyê xwedî bûye.

 

  • Kaxiz:70 gr kitap kağıdı
  • Rûpel:214
  • Ziman:Kurdî
  • Çap:Tirmeh 2024
  • ISBN:978-625-6678-14-9
  • Berg:Amerîcan Cilt 13,5 x21
  • Ciyê çapê:İzmir

 

DESTANA

MÎR MIHEMEDÊ EYYUBÎ (1258)

ŞERÊ FARQÎNÊ LI HEMBER MOXOLAN

Nivîskar:Ramazan Temelkuran

 

Hurgilî:

Her gel û neteweyek xwedî dîrok e. Bi dîroka xwe dijî. Dîrok tenê ne kêf û şahî ye. Di dîrokê de tevî bûyerên şadimanî û kamranî bûyerên jandar, cegersûz û biazar jî ne hindik in. Xasma di dîroka gelên rojhilat de ji bûyerên dilşadî bêtir bûyerên bi jan têne dîtin.

Di dîroka gelê Kurd de yek ji bûyerên jandar di vê berhemê de cih digire.

Gelî xwendevanên hêja ev pirtuka di destê we de behsa şerê Mîr Mihemed Kamilê Eyyûbî û Moxolan dike. Min ev pirtuk bi zimanê kurdî bi nezm nîvîsîye da ku miletê me bizanibe pêşîyên me ji bo axa xwe, welatê xwe û zimanê xwe çi cefa kêşane. Çendîn mêrxas û gernasên me ji bo ku em bikaribin îroke li ser vê xakê bijîn û bi zimanê xwe bi axivin dil û canên xwe gorî kirine.

Ev berhem bîranîn û qedirdaniya egîd û mêrxasên me ye. Bîranîna bûyerek ji dîroka me ye.

Mîr Mihemed Kamil kurê Xazî Şehabeddîn e, ew jî kurê Melik Adil e, ew jî kurê Necmeddînê Eyyûbî ye. Bapîrê Mîr Mihemed, Melîk Kamil kû Melik Adil e, dibe birayê Selaheddînê Eyyûbî.

Dema kû min jiyana Mîr Mihemed Kamil ê Eyyûbî xwend û ez agahdarbûm ji berxwedana wî ya herî mezin li hember Moxolan û hevalbendên wan, min xwest ku ev bûyera ku di dîrokê de pîr bi qîmet û giranbuha ye û hetanî neha veşartî maye xuya bibe û bête li ser ziman da ku ji cihet herkesî ve bête zanîn.

Bi emrê Xanê Îlhanîyan Hulagu leşker Farqînê dorpêç dikin û dixwazin ku Mîr Mihemed Kamil digel leşkerên wî êxsîr bikin.

Lê belê Ew leşkerên hatine Farqînê dagir bikin ne leşkerên Moxoliyan tênê bun. Xiristîyan û Misilman jî bi wan re bun. Weke mînak; Jî Xiristiyanan Gurcî û Ermenî ji Misilmanan jî mîrê Musilê û mîrê Mêrdînê hatibûn ser Farqînê ji bo alîkariya Moxoliyan. Bê guman ev tiştekî gelek sosrete hatina mîrê Musilê û mîrê Mêrdînê.

Lê belê Ew qehremanê mezin di gel miletê xwe du sala li farqînê têkoşîn û şerekî mezin li hember Moxolan û Xiristiyan û Misilmanan dike.

Heta ku êdî ne xwarin ne jî vexwarina wan namîne.  Pîştî xwarin vexwarina wan di qedê ew goştî keran, pisikan, kuçikan heta dawî çara wan namîne goştê însanên mirî jî dixwin.  Lê belê ew ebed dev ji berxwedana xwe û parastina welatê xwe na berdin.

Dîrokvan dibêjin eger ne ji xela û nexweşîya weba ê buna, Moxolî û arîkarên wan ne dikaribûn Farqînê ji destê Mîr Mihemed Kamil û miletê wê bistînin..

Ev berxwedana wan li her derê bi nav û deng belav dibe. Xanê Moxoliyan Hûlagû ji kurê xwe Yeşmut re mektubekî dişîne û dibêje: Min paytexta ‘Ebbasî’yan cihê xilafeta Îslamê, bajarê Bexdayê di şeş rojan de stand, lê eve du sal e hêja te ne karîye bajarê Mîr Mihemed Kamil Farqînê bistînî.  Em dikarin bibêjin ev berxwedana wan ji dewleta Memlûkan re buye minak ku heta wan zanîn ku Moxol jî maxlûb dibin..

Armanca me ji nivîsîna vî pirtukê ev e ku dîroka veşartî derkeve li ser ruyê erdê û xuya bibe. Dê ku miletê me bizanibe ku di hemû deman de egît û qehreman û mêrxas ji wan hatine û bayê dîrokê guhertine..

Ramazan Temelkuran

 

WEKE TEQRÎZ: ÇEND GOTIN DI DERBARÊ VÊ BERHEMÊ DE

Hemî pesn, stayiş û wesfên qenc û şayeste ji Xwedawendê aferîdeyan re be, selat û silav li Peyamawerê Yezdanê dolavan û heval û hogirên wî be tevî kuflet û zuryeta wî. Ez sipasiya xwe pêşkêşî cenabê Seydayê Mela Remezan dikim ku derfet daye min ez van çend gotinên bê qîmet reşbelek bikim tevî ku bi rastî ez ne layiq im.

Di navbera edebiyat û dîrokê de têkiliyeke xurt heye ji mêj ve. Geh edebiyat di berhemên dîrokî de rû dane û geh dîrok di berhemên edebî de derketine pêşberî me. Yek ji giramiya vê berhemê ev e ku dîroka gel di berhemeke edebî de digihêje ber destê peywendîdar û xemkurên edebiyat û dîrokê.

Her nezm û şi’r ji bo mebestekê dihê honandin, erkeke xwe heye. Li vir dive em Seydayê Tîrêj û çend risteyên wî bi bîr bînin ji bo em bikaribin mebesta xwe bi zelalî diyar bikin.

Ma rûmeta şi`rê çiye?
Ned xidmeta millet de bî
Ronahiya şi`rê çiye?
Pesnê welat ku tê ne bî


Çibkim ji wê şi`ra rijî?
Danagre sewda û mejî
Derdê dil û can nakujî
Çaxê ko cewher tê nebî

Edebiyat û bi taybetî helbest di ragihandina dîrokê de ji bo avakirina hafizeya civakî û bi avakirina hafizeyeke civakî ragihandina hizrên neteweperwerî roleke mezin daye ser milên xwe. Seydayê Tîrêj xwestiye ku vê yekê bibêje.

Ji bo avakirina hafize û bîrewariya civakê dîrok gelek giring e. Her gel û neteweyek li ser koka xwe didome, ku ev kok ziman û dîrok e. Ji ber vê, em bibêjin parastina ziman û dîrokê parastina hafizaya civakî ye ne iddiayek mezin e. Xaleke din ya giramiya vê berhemê ev e ku ji bo bîr, hafizeya civakî ziman û dîrok parastiye.

Nazimê berhemê Seydayê Mela Remezan, kesayetekî tebî’et mewzûn e. Bi gotineke din Xwedawend qabilîyeta honandina şi’r û nezmê bexşî wî kiriye. Nivîskar û nazimekî welûd e, berhemdar e ku hetanî neha di qadên ciyawaz de berhem nûsî ye. Ji bilî taybetiyên berhemên wî yên dîtir yekem kese di edebiyata Kurdî de Telqînnameya Miriyan bi nezm honandiye. Ev berhema dîrokî jî dîsa bi nezm honandiye û pêşkêşî xwendevan û gelê xwe dike.

Ya rastî ev e ku nazimê berhemê bi serkeftî ji metnên pexşan berhemeke mewzûn, bi nezm aniye hole. Ev yek xaleke dîtir ya giramiya vê berhemê ye. Tevî hemû ev teybetiyên ku me li jor behs ji wan kir bi zimanekî herikbar, bi nezmeke selîs ev bûyera dîrokî û cegersûz hatiye honandin ku xwendevan di xwendina berhemê de û di têgihiştina bûyera dîrokî de tu zehmetiyan ewê nekêşin.

Ji bo vê bûyera jandar derxistiye hole û bi terzeke edebî pêşkêşî me kiriye û her weha ji bo ked û xemên Seydayê Mela Remezan em minnettar in. Xwedayê dilovan hêz û zanîna wî zêdetir bike ji bo nivîsandin û honandina berhemên bexşan û mewzûn.

Dr. Nurettin ERTEKİN

  • Kaxiz:70 gr kitap kağıdı
  • Rûpel:64
  • Ziman:Kurdî
  • Çap:Tirmeh 2024
  • ISBN:978-625-6678-14-9
  • Berg: American Cilt 13,5 x21
  • Ciyê çapê:İzmir

 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Helbest | Rewşa Zana û Nezan

Bîr, bi zanistîyê ronî ye L’ba hişronî şev wek rojê ye   Heger hişê te …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *