Silav. Wextê kesî tuneye. Her kes mijûl e. Mirov tev di nava heytehol û aloziyekê de ne, qaşo karên pir mezin dikin. Kes nizane ji bo kê û ji ber çi ye ev teşqele. Di vê lezûbeziyê de qencî û bedewî jî mixabin yek bi yek dişikin, xwînerên ezîz. Bes, hêvî û nîşan e ji bo me; gul û kulîlk dibişkivin, bi qewlê Arjen Arî li ber xwe didin. Helbet dê rojek were û emê bi zimanê kulîlkan fêhm bikin, hestên xweşik ên ku aîdê mirovahiyê ne, yek bi yek cardin bi bîr bînin… Xeman nexwin, hûn her hebin.
Pirtûkzade
![]()
Ezê hin nûçeyan ji we re bibêjim.
Na, ez nabim serok, tevî ku ez dizanim heta ku hevokek temam derkeve, divê hem kirde û hem jî lêker tê de hebe.
Ne jî ezê mikur werim ku bi zarokan re radizêm. Lê belê, ezê vê bibêjim: Xanima min heta nuha mezintirîn kes e ku ez pê re razame.
Ev nûçe ye: Ezê giliyê Brown & Williamson Tobacco Companyê bikim. Ev kompanî cixareyên Pall Mall bi yek milyar dolarî çêdike. Ji wexta ku duwazde salî bûm heta nuha min ji pêvî Pall Mall tiştekî din bi berdewamî nekişandiye. Ev bûye çend sal ku Brown û Williamson, li ser pakêta cixarê jî soz dane ku min bikujin. Lê va ez 82 salî me. Gelek spas ji we re, hey cerdonên pîs!
Min qet nedixwest ez sax bimînim ji bo kesên wekî (George) Bush û Dick (Cheney) û Colin (Powell) bibînim.
Şerekî hikûmeta me bi madeyên hişber re heye. Ev jî helbet gelekî baştir e li şûna ku madeyên hişber yekcar tune bibin. Ma hûn dizanin ku ji sala 1919an ve heta 1933an çêkirin, veguhestin û firotina alkolê yekcar qedexe bû? Nivîskarê rojnameya Indiana Ken Hubbard wê çaxê gotiye: – Qedexekirin gelekî baştir e li şûna ku mey yekcar tune bibe.
Lê bala xwe bidin vê yekê: Herdu madeyên herî kujer û herî wêranker qet ne qedexekirî ne.
Yek, helbet, alkola etîl e. Serok George W. Bush, li gorî mikurhatina wî bixwe, têra xwe ev tişt bikar anî wexta ku şazde salî bû. Piştî ku bû çil û yek salî, dibêje Mesîh hişt ku ew bi ser hişê xwe ve were.
Gelek kesên din ku ev made bikar anîn, fîlên pembe li ber çavên xwe didîtin.
Ji bo min, ez kesekî tirsonek bûm ku tiştên wekî heroyîn û kokayîn û LSD û tiştên wilo biceribînim. Ez ditirsim ku min têk bibin. Min carekê cixareyek heşîş bi Jerry Garcia re kişand da ku civatê germ bikim. Lê wê cixarê tiştek ne anî serê min. Ji ber wilo piştî wê carê min nema kişand. Bi xêra Xwedê, yan jî kesekî din, ez ne alkolîk im jî. Jixwe ev tişt di malbata me de nabe. Ez her carê du sê peyalan vedixwim û ezê îşev jî wilo bikim. Lê tenê du sê peyal sînorê min e. Ne xem e.
Helbet, navê min bi kişandina cixaran derketiye. Hema ez hêvî dikim ku wê rojekê ev tişt min bikuje. Li aliyekî cixarê agir heye, li aliyê din jî ehmeqek.
Lê ez tiştekî ji we re bibêjim: Carekê serê min bi cixarê xweş bû ku kokayînê bixwe nikarîbû wisa kiriba. Ew yek wexta min cara yekê şehada ajotinê derxist. Ji xwe re binêrin xelkno, Kurt Vonnegut hat!
Trimbêla min wê çaxê Studebaker bû, li gor ku tê hişê min. Wek gelek makîne û alavên çûnûhatinê îro, motora wê trimbêlê bi xirabtirîn made li ser rûyê erdê dihate gerandin: Sotemeniya fosîl. (Ango ew tişt e ku ji komir û petrol û madeyên wek wan çêdibe).
Wexta hûn gihiştin vir, heta wexta ez jî gihiştim vir, cîhana pîşesazî bê îman sotemeniya fosîl bikar tanî. Di demeke pir nêzîk de, ji ber vê madeyê tiştek ji cîhanê namîne.
Gelo ez dikarim rastiyê ji we re bibêjim? Ji xwe ev ne televîzyon e, ne wilo? Rastî bi dîtina min ev e: Em giş mibtelaya sotemeniya fosîl in û lê em vê yekê înkar dikin. Rêberên me jî nuha tawanên sext û giran dikin da ku ew tiştê hindik ku ji mibtelayiyên me maye, ji me bigirin.
Kurt Vonnegut – Mêrekî Bê Welat
A Man Without a Country, Weşanên Seven Stories Press, r. 39-42, Wergera Ji Îngilîzî: Sîrwan Qiçço
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…