Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

Kaspar Êdî bi Kurdiye!

Berhema Kaspar, berhemeke girîng a li ser hêza civakê ye ku dikarê kesayetiya mirov bişkîne û ji nû ve ava bike. Peter Handke bi rêya vê dramayê civakê rexne dike ku hewil dide takekes bike perçeyekî pergalê.
Ev drama di qada wêjeya drama ya pêşverû de xebateke girîng e û bandoreke mezin li ser gelek nivîskaran kiriye.
***

Wergera Kaspar;

“Ev werger wêjeya kurdî bi berhemeke li ser asta navneteweyî wisa nirxdar dewlemendtir dike, ji aliyê din ve ew pacên 1 nû li ber xwendevanên wêjeya kurdî vedike, da ew aliyên hêza ziman bibînin û cureyê wêjeyê, dirama bi çavekî nû binirxînin.

Divê were gotin, ku birêz Asiya Xerzan xebateke payebilind di ber ziman û wêjeya kurdî de kiriye. Ji bo wergerandina berhemeke wisa ji zimanê Almanî li zimanê kurdî divê mirov netenê xwediyê zimanekî ewçendî berfereh û zîz be, heta ku karibe berhemeke ji vê qewareyê wergerîne Kurdî, belê divê ew xwedî têgihiştineke wisa kûr ya dûrbîniya fîlosofî û wêjeyî be, heta karibe çîn û şaxên vê berhema Handke li zimanê kurdî yî bindest wergerîne.

Hijkirina birêz Asiya Xerzan ji zimanê kurdî re, û rêzgirtina wê ji kûrahiya dûrbîniya wêjeyî û fîlosofî re di vê berhema Handkê de, – ev yek di hevokên vê wergerê de dixuye – dihêlin ez bigihime wê baweriyê, ku ev wergera birêz Asiya Xerzan hêja bû, xelata Nobel wergire, heke ev xelat ji bo beşê wergeravaniya wejeyê jî heba.

Bi vê wergerê drama Kaspar dibe beşek ji çanda me yî kurdî jî. Ew bangî me dike, da em werin, li pirsên girêdayî mirov û jiyanê bi çavên zimanê xwe temaşe kin. Êdî weke ez dibînim, ev berhem wê ne tenê bandorê li wêjeya me yî kurdî bike, lê ew ê, ji ber ramanên tê de hatine hûnandin, bandorê li hişmendiya civaka me bi giştî bike.” pencere, şibake

Kaspar
Nivîskar: Peter Handke
Werger: Asya Xerzan
112 Rûpel

Weşanxaneya Na
www.nayayinlari.com
nayayinlari@gmail.com
@nakitap

Asya Xerzan, di sala 1974an de li Herêma Xerzan, li gundê Qorixê yê girêdayî navçeya
Qubîna Batmanê ji dêya xwe bû.
Dibistana destpêkê li Qorixê xwend, dibistana navendî li Oberkirchen Elmanyayê xwend.
Asya Xerzan, sala 2016an di 24mîn Pêşbirka Wêje û Helbesta Kurdî ya Huseyîn Celebî de
Xelata yekemîn wergirt.
Ji sala 1985an ve tevî malbata xwe li Almanyayê dijî.

Berhemên wê:
Dengê Bêdengîyê /Helbest /Weşanxaneya Sîtav / 2016 / Wan
Dengê Bêdengîyê / Helbest / Wergera Soranî / Weşanxaneya Sîtav / 2018 / Wan
Werger:
Dawiya Dawî / Nivîskar: Peter Turrînî, Ji Almanî / Şano / Weşanên Na / 2022 / Îzmîr
Kaspar /Nivîskar: Peter Handke, Ji Almanî / Şano / Weşanên Na / 2025 / Îzmîr

Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî

Çima me xwest van helbestên landayî wergerînine zimanê kurdî û lêkolinan li ser bikin?

Sedema pêşî, jinên  ev helbest nivîsîne nexwende ne; li ser jiyana xwe û hinek dozên civakî nivîsîne. Sedema duyan, landayî di kelepora gelêrî ya cihanî de cureyeke helbestan a taybet e. Sedema sêyan, di navbera van helbestan û helbestên jinên Kurdan de hevbeşiyek heye; ango dê civaka kurdî were ber çavên Kurdan dema van helbestan bixwîne. Bi taybetî rewşa jina Kurd di civaka êlî ya kurdî de nîşan didin.

Navê van helbestan bi zimanê Urduyî Landayî ye. Ev peyv bi kurdî tê wateya kurt, ango kurtehelbest. Feylosof û nivîskarê Efxanî Dr. Seyîd Beho Dîn Mecrûh (1928-1988) dibêje: « Jinê peştonî ev helbest di nav xwe de diaferandin, distiran û bazdidan. Ew du xêzên serbixwe ne li ser mijarekê ne. » 

Landayî Dengê Kê ye?

Landayî dengê hundirîn yê jina peştonî ye. Herwiha ji bo em civaka efxanî ji bin ve nas bikin, giyanê gelê vê civakê vekolin, divê em helbestên landayî bi baldarî bixwînin û li wan mijûl bibin. Carinan nêrînên siyasî û rewşenbîrî gewhera gelan diyar nakin. Di Rojhilata Navîn de pir caran siyasetmedar û rewşenbîr di bin bandora hêvî û daxwazên xwe de hin nêrînan dinivîsin. Lewra hinekî dûrî helkewtê dikevin.

Di van helbestan de, em nêrîna jina Efxanî ya gelêrî li ser jiyan, civak, welat, penaberî û hinek mijarên din dixwînin. Bi taybetî li ser civaka nêrzayî ya êlî û ya misilmaniya tûndrewî Ev jin ne siyasetmedar in, ne rewşenbîr in; tiştekî ji dîroka civaka xwe nizanin. Ew bi sewdan û hestan zarokên dema xwe û civaka xwe ne; û dûvre endîşe û fantaziyên siyasî ne. Em karin bibêjin, ev helbest zimanê civaka helkewtî ne. Bi gotineke din, ev helbest seranser rewşa jinê ya nûdemî di vê civakê de û taybetiya serkêşiya wê didine xuyakirin.  

 

Çend Landayî:

Xwedayê min

nehêle jinek li penaberîyê bimire

gava cankêşiya xwe ya dawîn bikişîne

dê navê te ji bîr bike

ji ber ku wê çaxê xeynî warê xwe

li tiştekî din narame.

***

Birayên min

desmalên xwe wekî piştanan girêbidin

tifingan rakin û herin meydana çewşenê.

***

Li ser zemîna welatê min

çêjeya xwîna şehîdan wekî gulîlkên nîsanê ne

ji bihara azadiyê re.

Jê hez dikim jê hez dikim

venaşêrim mendel nakim

heta ku bi kêran şanikên min

yek bi yek hilkişînin.

***

Ger tu bi evîna min dîn nebî

tu şîlaLo mirovên bê dilovan,

***

hun dibînin kalek min kaşî nivînê dike

û hun dipirsin çima ez digirîm

çima pore xwe dirûçikînim.va lêvên min çêje nakî.

*** 

Şev e dilyarê min 

pencere tarî ye

û nivîn pir in

lê xişexişa bazinên min

dê nivîna min nîşanî te bike.

***

Ewilî min di nav zendê xwe ke

bila tu yê min bî

paşê tu dikarî

xwe li hêtên min ên qedîfeyî bipêçî.

***

Lawiko, were de tu were

bila serê min qurbana serê te be

şevek ji şevên van payîzan

mêvanê sîng û berê dosta xwe be

 

Salih Bozan,

Di sala 1951an da li Gundê Şewitiyê ku bi bajarokê Girê Sipî ve girêdaye ji dayik buye.  Li Yekîtiya Sovyetê, li Uneversîta Kiyêvê di sala 1978an da mastera ekonomîyê wergirtiye. Di Mûzeya Bajarê Helebê de rêveberiya beşa hunerê kiriye. Niha li Almaniyayê penaber e.

Berhemên wî yên çapkirî:

  1. Lawo – Kurteçîrok. Dihok 2003
  2. Wergera dîwana Ebdilwehhab Beyatî “Helbestên Evînê li ser Dergehên Heftane yên Cihanê”. İstanbol 2004
  3. Isra û Mihrac– Werger û lêkolîn. Hewlêr 2014

4- Maristan– Şano. 2019.

5- Gigamiş û Enkîdo – Lêkolîn. Rojava- Qamişlo 2022

 

Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî

Werger : Salih Bozan

112 Rûpel

Tirmeh:2025

 

Weşanxaneya Na

www.nayayinlari.com

nayayinlari@gmail.com

@nakitap

 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *