Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê Vîn, weke kovareke wêjeyî ya dîjîtal û nûxwaz, xwe amade dike ku di 15ê Gulanê de hejmara xwe ya yekem pêşkêşî xwendevanan bike. Kovar bi edîtorîya nivîskar û akademîsyenê navdar Selîm Temo derdikeve.

Naverokeke Dewlemend û Pirzaraveyî

“Vîn” bi sê zaravayên sereke yên kurdî—Kurmancî, Kirmanckî (Zazakî) û Soranî—tê amadekirin. Di kovarê de cih didin gelek cureyên wêjeyî û hunerî:

✍️Nivîs, çîrok û helbest

✍️Ceribok û roportaj

✍️Werger û nûçeyên çandî

Kovar bi şêwaza ”flipbook”ê ye, bi alfabeya Latîno-Kurdî tê weşandin û ji 64 rûpelan pêk tê. “Vîn” xwe weke kovareke “dûrî wêjeya li dûrî jiyanê” pênase dike û dixwaze bibe deng, hest û ruhê demê.

Banga Bo Berheman

Kovara “Vîn” a ku dê her du mehan carekê derbikeve, deriyê xwe ji bo hemû kurdan û nivîskarên kurdî vekiriye. Redaksiyona kovarê ragihand ku kovar xwe dispêre dîrokeke wêjeyî û di warê afirandinê de nûxwaz e.

Ji bo hejmara yekem, nivîskar dikarin berhemên xwe heta 1ê Gulanê bişînin.

Şert û Mercên Şandina Berheman:

Heke berhem helbest, çîrok an werger bin, divê 3 heb werin şandin.

Navnîşana e-maîlê: simupikol@gmail.com

“Vîn” bi hişmendiya ku xwedî çand û pergalekê ye, li her çar perçeyên Kurdistanê, Kafkasan, Xorasanê û li seranserê cîhanê li benda xwedîderketina xwendevan û nivîskaran e.

Ji malpera nupel-kurdi.com ê hat standin

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Pirtûka duyemîn a Tûrikê Çîrokan derket

Pirtûka “Tûrikê Çîrokan” a duyemîn a nivîskar Mihemed Henîfî Çelîk ji Weşanxaneya Sîdarê derket. ​Pirtûka …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *