Ji bo Yekîtiya Kurdî bixebitin

Yekîtiya Zimanê Kurdî, hê pêk nehatiye. Sedemên vê yekê yên bingehîn ev in; di Kurdî de gelek zarava hene, elfabetek Kurdî ya hevpar nîne, Kurdî tenê li Herêma Kurdistan a Federal zimanek fermî û perwerdehiyê ye. . 

Her wiha Kurdî bi tîpên Latîni (Tirkiye) bi tîpên Erebî (Suriye, Iraq, Îran) û bi tîpen Kîrîlî (Rusya, Turkmenistan, Kazakistan) tê nivîsandin û xwendin. Lê sedemên herî mezin ev e ku Kurdistan di nava çar devletan de (Tirkiye, Suriye, Iraq, Îran) hatiye par kirin. Her çar dewlet li ser Kurdî û Kurdan polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşînin û her wiha ji ber sînoran Kurd nikarin bi hevre têkevin têkiliyê. Ji ber van hemû sedeman Kurd nikarin Yekîtiya Zimanê Kurdî pêk bînin. Ev rewş hem astengê mezin a li pêşiya Yekitiya Ziman hem jî astengê mezin a li pêşiya Yekitiya Kurdan e.

Kurdî, girêdayî şaxa Îrana Rojava a Malbata Ziman a Hind-Ewropayî ye û bi zimanên wekî Farsî, Osetî, Tacîkî re xizm e. Ev yek ji aliyê hemû zimanzan û lêkolîneran ve tê qebûlkirin lê dîsa jî  êrişên li ser Zimanê Kurdî bi dawî nabin. Gelek caran hin kes dibêjin ‘Kurdî şaxek Farsî ye’ an jî ‘Ji Tirkî, Farsî û Erebî peyv hatine standin û Kurdî hatiye sazkirin.’ Ne grînge ku em li ser van êrîşan nîqaşê bikin. Lê dîsa jî li dijî vê êrîşê em mînakek bidin. Wekî ku tê zanîn Îtalyanî, Îspanî û Portugalî (İtalyanca, İspanyolca, Portekizce) ji Latînî hatine afirandin. Ev her sê ziman li cîhanê wekî zimanên serbixwe tên qebûl kirin û mirovên Îtalyan, Îspanî û Portugalî ji zimane hev û din fam dikin. Yanî ev her sê ziman pir dişibin hev. (Bi qasî Kurdî û Farisî dişibin hev) Lê kes dernakeve holê û nabêje ev her sê ziman yek in. Çima? Çimkî dewletên Îtalya, Îsyanya û Portugal hene. Yanî ev netew xwedî dewlet û xwedî hêz in. Ji ber vê yekê jî kes êrişan li zimanê wan nake. Her wiha kes êrişê li Farisan jî nake. Kes nabêje zimanê Farisî dişibe Kurdî, Tacîkî, Osetî û ev ziman ne ziman e. Çima? Çimkî dewlet û hêzê Farisan jî heye. Divê Kurd rastiya hêz û dewletê baş bizanibin: Kengî Kurd bûn yek, zimanê wan bû yek, bûn hêz, bûn dewlet  wê demê kes êrişan li zimanê wan nake.

Kurd jî Faris jî bi kokê xwe Arî ne. Nornale ku ziman û çanda wan bişibe hev. Lê ev yek nayê wê wateyê ku Kurdî û Farsî yek in. Cudatiya herî mezin a di nava Farsî û Kurdî de zayendî ye. Di Kurdî de zayendî (jin, mêr) heye lê di Farisî de nîne. Ev cudatiyek gelek mezin e. Lê kesên ku naxwazin Kurd bibin hêz û Kurdî bibe yek, êrişên xwe berdewam dikin. Rojekê dibêjin Kurdî ne ziman e, rojekê dibêjin Kurdî nîne, rojekê dibêjin  Kurd ne Kurd in. Dawiya derewên wan nayên. Bi rastî Kurdî ji Med, Karduk, Guttî, Hurrî û Mîtaniyan heta îro ji aliyê Kurdan ve tê axaftin û ne mijarek nîqaşê ye. Divê em peşî  mebesta kesên ku êrişî Kurdî dikin, nîqaş bikin. Ev kes ji Kurdî û Kurdan ditirsin û ji ber vê sedemê êriş dikin. Kesên ku êrişê Kurdî dikin divê pêşî li dirokê binerin. Wekî mînak di sedsala 13’an de Sultanê Selçukî Sencer, herêmê Kurdan wekî Kurdistan bi nav kiriye. Dîsa di sala 1847’an de (piştî serhildana Mîr Bedîrxan) Padîşahê Osmanî Abdulhamît, navê Kurdistan daye herêmê Kurdan.  Divê kesên ku êrişî Kurdî dikin pêşî van her du biryaran fam bikin. Bavikên wan Osmanî û Selçukiyan çawa hebûna Kurdî û Kurdan qebûl kirine ev jî neçar in dê qebûl bikin. Divê Kurd jî vê yekê qebûl bikin, heta Yekitiya Kurdî û Kurdan pêk neyê dê êrişên li ser Kurdî û Kurdan bidome. Kengî Kurd; di warê ziman, aborî, çand, leşkerî, zanistî û perwerdehiyê de bûn yek û di cîhanê de bûn hêz, dê kes nikaribe hebûn û zimanê wan nîqaş bike.

Ji bo Yekîtiya Kurdan xala bingehîn Yekîtiya Ziman e. Lê di Kurdî de pir zarava hene û pir devok hene. Ev yek sedema mezin e ku Yekîtiya Kurdî tine ye. Bi rastî di hemû zimanan de devok û zarava hene. Lê di hemû zimanan de yekîtiya ziman jî heye. Wê gavê çima di Kurdî de yekîtî tine ye. Çimkî di Kurdî de ‘Kurdiya Bilind’ nîne. Yanî zimanek ku hemû zarava di hundirê wê de cih  digirin û hemû Kurd jê fam dikin nîne. Wekî mînak di zimanê Almanî de sê zarava hene. Almanî ya Almanya, Almanî ya Swîsre û Almanî ya Avusturya. Kesên ku li Almanya dijîn jî baş ji Almaniyan Swîsre û Avusturya fam nakin. Lê Almaniya Bilind (Hoch Deutsch) wekî Xocayê Xizir alîkariya kesên Alman, Swîsî û Avusturî dike. Almaniya Bilind li her sê dewletan jî zimanê perwerde, weşan, zanist, wêjeyê ye û zimanê fermî ye. Bi hebûna Almaniya Bilind hemû kesên Alman ji hev fam dikin.

Pêdiviya kurdan jî bi Kurdiya Bilind heye. Dê hemû zarava di nava Kurdiya Bilind de cih bigirin, hemû Kurd jê fam bikin û li her çar parçeyê Kurdistanê bibe zimanê fermî. Heta ev yek pêk neyê Yekitiya Kurdî pêk nayê. Dê Kurdiya bilind di hemû astan de bê bikaranîn û wê demê dê zarava bibin dewlemendî. Lê niha zaravayên Kurdî astengê herî mezin a li pêşiya Yekîtiya Ziman e. Wekî mînak li Hêrêma Federal a Kurdîstan a Iraqê di meha Avrêlê de Kurmancî hate qedexe kirin. Li Bajarê Duhokê Soranî wekî zimanê fermî ya perwerdeyê hate pejirandin û Kurmancî bi awayek fermî hate qedexe kirin. Walîtiya Duhokê di biryara xwe de wiha got: ‘Bi zaravayê Kurmancî perwerde qedexe ye û dê destûr neyê dayîn ku bi vî zaravayî perwerde pêk be’. (Çiqas dişibe mantiqa dewletê Tirk ne wisa!) Ev mînak destnîşan dike bê zarava astengek çiqas mezin a li pêşiya Yekîtiya Kurdî ne. Her wiha kesên ku li dijî qedexeyê derdiketin jî digotin bila Kurmancî bibe zimanê perwerdeyê. Lê kêsî nedigot werin em her du zaravayan bikin yek û bingeha Yekîtiya Kurdî biavêjin. 

Em hinekî jî li ser zaravayan bisekinin. Li gorî lêkolînan sê zaravayên kurdî net in. Lê di warê zaravaya çaremîn de nîqaş hene. Kurmancî, Zazakî û Soranî bê nîqaş wekî zaravayên Kurdî tên qebûl kirin. Lê ji bo zaravayê çaremîn sê nav hene: Goranî, Kelhûrî, Lurî. Enstîtuya kurdî a Stenbolê, Zazakî û Goranî heman zarava qebûl kiriye û Lûrî kiriye zaravaya çaremîn. Hin lêkolîner jî Goranî an jî Kelhûrî wekî zaravaya çaremîn qebûl dikin. Zimanzan Zana Farqînî di nivîsa xwe ya Ozgur Polîtîka de, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Loranî û Goranî wekî 5 zarava destnîşan kiriye.

Gelo 4 zaravayên Kurdî hene an jî 5 zarava? Zaravaya çaremîn kîjan e? Dê mirov ji kê bawer bike? Berpirsiyarê ve rewşa nediyar, saziyên Kurdan e.  Lî Amed, Stenbol, Parîs, Berlîn, Stockholm, Brussel, Washington, Tahran û Silêmaniyê enstîtuyên Kurdan hene. Gelo ev 9 enstîtu çi karî dikin? Ger ev enstîtu hê zaravayên Kurdî eşkere nekiribin, ji bo Kurdiya Bilind xebatê nameşînin, ji bo Kurdî elfabetek hevpar amade nekiribin yanî bi kurtasî ger ev enstîtu ji bo Yekîtiya Ziman naxebitin çi dikin? Divê saziyên Kurdan di warê ziman û yekîtiya ziman de bi hêz bin.

Di gel vê rewşa negatîf em dîsa jî zaravayên Kurdî rave bikin. Emê Kurmancî, Soranî, Zazakî û Goranî wekî zaravayên Kurdî qebûl bikin. (emê Kelhûrî û Lûrî jî wekî Goranî bi nav bikin)

Ji ber sedemên wekî a) çîna eşîrî, b) Tinebûna perwerdehiya bi Kurdî, c) Di nava çar dewletan de perçekirina Kurdistanê (Tirkiye, Iraq, Suriye, Îran),  d) Tinebûna Kurdiya Bilind ku hemû zarava tê de cih digirin di Kurdî de yekîtî tine ye û pir zarava hene.

 A – Çîna Eşîrî: Kurd ji mêj ve bi ajalvaniyê ve mijûl dibin û civakek Koçerî ne.  Pez û zozan ji bo Kurdan gelek grîng in. Çîna eşîrî li gorî pez û zozanan hatiye saz kirin û ji bo parastinê ajalan divê eşîrek bi hemû eşîrên din re şer bike. Parastina çina eşîrî ji her tiştî grîngtir e. Eşîr wekî dewletek biçûk e û serokê eşîrê Mîr jî wekî dîktatorekî ye. Di bin emrê hemû eşîran de mirovên bi çek hene. Her wiha her tim eşîran bi hevre şer kirine û ji hev û du mirov kuştine. Encama vê rewşê jî yekîtiya Kurdan pêk nehatiye. Ji ber ku yekîtiya civakî pêk nehatiye yekîtiya ziman, elfabet, gramer jî pêk nehatiye. Îro hê jî çîna eşîrî li hin deweran girêdayî erd, li hin deweran jî girêdayî ajalan berdewam dike. Mirov dikare çîna eşîrî wekî ‘Koda Kurdan a kevneşopi ya çiyayan’ bi nav bike. Ji bo ku Kurd bajarî û modern bibin divê çîna eşîrî ji holê rabe.

B – Tinebûna Perwerdehiya bi Kurdî: Di hemû zimanên ku bi wan perwerde nabe de, hêmanên herêmî li pêş in. Di Kurdî de jî heman rewş heye. Ji ber ku bi Kurdî perwerde nabe kî çawa dizane wisa bi Kurdî diaxive. Encama vê yekê jî di nava bajarande, di nava navçeyande heta di nava gundan de Kurdî tevî cudatiyên mezin tê axaftin. Ev yek sedeme ku di Kurdî de pir zarava û pir devok hene.

C – Di nava çar dewletan de perçekirina Kurdistan: Ev sedema herî mezine ku di Kurdî de gelek zarava hene. Çimkî li Iraq û Suriyeyê Kurdî di bin tesîra Erebî, li Îranê di bin tesîra Farsî û li Tirkiyeyê di bin tesîra Tirkî de ye. Her ku diçe ev ziman Kurdî bandor dikin û Kurdî diguherînin. Piştî demekê li Tirkiyeyê Kurdî dişibe Tirkî, li Iraq û Suriyeyê dişibe Erebî û li Îranê dişibe Farsî. Encama vê yekê a herî mezin jî eve ku Kurdî li cîhanê bi sê elfabetan tê nivîsandin. Wekî din jî her çar dewlet li ser Kurdî û Kurdan polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşînin, polîtîkayên qedexekirinê pêktînin û li ser Kurdan çewisandinan dikin. Ev rewş standartbûna Kurdî asteng dike û nahêle Yekîtiya Kurdî pêk were.

D – Tinebûna Kurdiya Bilind ku hemû zarava tê de cih digirin: Îro di Kurdî de 3 elfabet, 4-5 zarava  hene û Kurdî neçare ku li dijî 4-5 zimanan têbikoşe. Ev rewş zehmetiyek mezin ji bo Kurdî û Kurdan e. Ger Kurdiya Bilind bê sazkirin, dê hemû zarava her ku biçe nêzî hev bibin, di nava zaravayan de dê cudatiya gramer û axaftinan kêm bibe û zimanê biyanî dê êdî nikaribin bandorek mezin li Kurdî bikin. Wê gavê dê elfabetek, gramerek û zimanek tenê bê afirandin. Dê Yekîtiya Kurdî pêk were.

Em niha jî li çar zaravayan binerin:

Kurmancî: Di cîhanê de piraniya Kurdan bi vê zaravayê diaxivin. Li Tirkiye, Suriye, Iraq û Rusya kesên ku bi Kurmancî diaxivin hene. (15-20 milyon) Kesên ku bi Kurmancî diaxivin piraniya wan Sunnî ne lê hin Kurdên Elewî û Êzîdî jî bi Kurmancî diaxivin. Kurmancî bi tîpên Latînî tê nivîsandin û tenê li Herêma Federal a Kurdîstana Iraqê zimanê perwerdehiyê ye.

Soranî: Li Cîhanê piştî Kurmancî piraniya Kurdan bi zaravaya Soranî diaxivin. Li Îran û Iraqê, Kurdên ku bi Soranî diaxivin hene. (5-8 milyon) Di sedsala 17’emîn de  Eşîra Erdelanê devokê xwe yê herêmî wekî zimanê fermî diyar kiriye û zaravayê Soranî wisa derketiye holê. Kesên ku bi Soranî diaxivin bi piranî Sunnî ne. Soranî li Herêma Federal a Kurdîstana Iraqê zimanê perwerdehiyê ye û bi tîpê Erebî tê nivîsandin.

Zazakî:  Li Tirkiyeyê bajarên wekî Dersim, Çewlik, Elezîz, Erzîngan, Mûş, Amed û Riha ev zarava ji aliyê Kurdan ve tê axaftin. (2-4 milyon) Di nava Kurdên ku bi Zazakî diaxivin de kesên Elewî û Sunnî hene. Zazakî bi tîpên latînî tê nivîsandin û bi vî zaravayî hê perwerde tine ye.

Goranî: Li herêma Kurdîstanê ku sînora Îran û Iraqê ye ev zarava tê axaftin. (milyonek) Bi piranî Kurdên aliyê Îranê ku li çiyayên Hewremanê dijîn û Kurdên Şîa ne (Yarsan, Ehlî Hakk) bi vî zaravayî diaxivin. Lê hin Kurdên Sunnî jî bi Goranî diaxivin. Goranî bi tîpên Erebî tê nivîsandin û hê bi vî zaravayî perwerde tine ye.

Bi kurtasî; Kurdî zimanek girêdayî Şaxa Îrana Rojava a Malbata Ziman a Hind-Ewropî ye. Zimanek bi pir zarava, bi pir devok, bi pir gramer, bi pir elfabet e û hê yekîtiya Kurdî pêk nehatiye. Kurdistan di nava çar dewletan de hatiye par kirin, çîna eşîrî hê jî li pêşiya yekîtiya civakî astengek mezin e, Kurdî hê li çar perçeyên Kurdistanê ne zimanê perwerdehiyê ye, li ser Kurdî û Kurdan polîtîkayên asîmîlasyon, çewisandin û tinekirinê berdewam dkin. Di encama van hemû tiştan de jî Yekîtiya Kurdî û Kurdan hê pêk nehatiye. Wekî ku tê zanîn yekîtiya neteweyî bi yekîtiya ziman mimkûn e. Heta ku di Kurdî de zarava li pêş bin yekîtiya ziman pêk nayê û heta ku yekîtiya ziman pêk neyê jî yekîtiya Kurdan a neteweyî pêk nayê. Nîşaneya nasnameyê ziman e û rewşa perçebûyî ya ziman bi rastî rewşa perçebuyî ya Kurdan e. Ji bo ku ev rewş ji holê rabe divê elfabetek, gramerek û zimanek tenê bê afirandin.

Dema ku yekîtiya ziman bê afirandin dibe ku zarava bibin dewlemendî lê îro roj zarava astengên herî mezin a li pêşiya Yekîtiya Kurdî ne. Her zarava xwediyê elfabet, gramer, fonetîk û ristên cuda ne. Kurdên ku hemû zaravayan fam dikin tine ne. Di nava zaravayan de cudatî her ku diçe zêde dibe. Kurd zaravayên xwe wekî zimanekî û nîşaneya nasnameyekî cuda dibînin. Xwe wekî Kurmanc, Soran, Zaza û Goran didin nasandin. Nasnamayên xwe li gorî zaravayên xwe vedibêjin û beriya ku bêjin em Kurd in dibêjin em Zaza, Goran, Kurmanc an jî Soran in. Di nava zaravayan de (heta bigihêje qedexekirinê) têkoşînek heye. Ev rewş ji bo Yekîtiya Ziman û  ji bo Yekîtiya Kurdan bê fêde ye. Ev yek ne Kurdan ne jî Kurdî bi pêş ve nabe, paş ve dibe. Divê bi lez ji vê rewşê re çareseriyek bê dîtin. Divê siyasetmedar, zanist, zimanzan û rewşenbîrên Kurd bên cem hev û ji bo Yekîtiya Kurdî xebat bikin. Pêşeroja Kurdan di Yekîtiya Kurdî de ye. Pêşeroja Kurdî, di Kurdiya Bilind de ye. Divê hemû Kurd ji bo Yekîtiya Kurdî bixebitin.

EHMED KURD ARÎ

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply