Hinek zemanên wisa hene ku gotinek, artêşekê mehv dike. Û bombeyek, dibe sedemê kuştina sih milyon kesî. Çawa ku bûye jî. Û di bin hin şertan de, dibe ku kar û emelekî herî biçûk, însanê derxe dereceya herî bilind û alayê îlliyîn. Û hin dem û dewran hene ku karekî herî piçûk, însan gêrî derekeya herî jêr û esfelê safilînê dike.
Hal û rewşên weha yên di bin hukmê mutleq de yan jî yên demî, ji bo nukteke mezin, dide ber nezera îtîbarê. Û ferdên waha balkêş û zeman û rewşên wiha ecêb, serbest û mubhem têne hiştin.
Mesela: Hetanî ku welî, di nav însanan de û deqîqeya qebûla duayan, di roja înê de û şeva leyletul Qedrê, di meha Remezanê de û îsm’ê Ezam, di nav esmayê husna de û ecel, di umir de; mechul û veşartî be, ferdên din jî, qîmetdar dimînin û rûmetdar in. Feqet ku dema eşkere û eyan bin, yê din jî, ji rûmet û qîmetê de dikevin. Umrekî bîst sale yê ku dawiya wî nekifş e, çêtir e ji hezar salên ku dawiya wî, eyan e. Lewra ji ber ku hîs û wehm, îhtimal dide ebediyetê, di ecelê mubhem û sergirtî de, nefsê dixapîne. Lêbelê di umrê eyan de, piştî ku nîvê wî derbas dibe, wisa ne wekî ku gav bi gav meriv nêzîkî sêpêka îdamê bibe.
Rîsaleî Nûr- Dersên Îçtîmaî -r.229