Himmeta kê milletê wî be, ew kes, bi tena serê xwe, milletekî biçûk e

Gelî birano! Nebî nebî, hûn bikevin zenn û dilwasewasiyê û bikevin xeyala ku ez bi van gotinên xwe, ji bo meşxeleta li siyasetê himmeta we tehrîk dikim. Haşa! Heqîqeta Îslamê, raserî temamê siyasetan e. Temamê siyasetan dikarin jê re bibin xulam û xizmetkar. Ne heddê tu siyasetî ye ku Îslamê ji xwe re bike halet.

Ez bi fêma xwe ya qusûrî, civaka Îslamî ya vî zemanî, weke fabrîkeyeke ku tê de gelek çerx û dolab hene tesewir dikim. Gava çerxeke wê fabrîkeyê li paş bimîne yan jî li çerxeke din ku hevala wê ye êrîş bike,mîhenga wê makîneyê xera dibe. Ji ber wê yekê, a niha tam zemanê îttîhada Îslamê dest pê dike. Divê hûn li qusûrên xwe yên şexsî nenihêrin.

Ez vê jî bi kul û keder beyan dikim ku: Qismekî biyaniyan, çawan ku malê me yê biqîmet û welatên me ji me girtin; li berdêla wan, îca wan buhayekî riziyayî da me, heman wisan jî, exlaqê me yê hêja û qismek ji rewiştên me yên ku ji exlaqê me yê hêja derketin/pêkhatine û temasî jiyana me ya civakî dikirin jî, ji me stendin; ji pêşveçûnên xwe re kirin navgîn û tiştê ku weke buhayê wê dan me, exlaqê wan ê gunehkariya sefîhane ye û seciyeyên wan ên sefîhane ne. Mesela: Bi rewişta millî ya ku ji me girtine, merivek li bal wan dibêje: “Heke bimirim, bila gelê min sax be. Çimkî li nav gelê min, heyateke min a baqî heye.” Va ye wan, ev kelîme ji me girtiye û asasê herî çetin ê pêşveçûna wan jî ev e. Wan ji me diziye. Herçî ev kelîme ye, ji dînê heq û heqîqetên îmanê dertê. Ew, malê me ehlê îmanê ye. Halbûkî merivekî xwedxem bi îtîbara wê rewişta pîs û fena ku ji nav biyaniyan hatiye ketiye nava me, dibêje:“Piştî ku ez ji tînan mirim, bila li dunyayê baran hew bibare. Piştî ku min seadetek nedît, hema dunya çawan xera dibe, bila xera bibe.” Ha, ev kelîmeya bi ehmeqî, ji ber ku bi axretê nizane û ji bêdînîtiyê dertê û ji derve hatiye ketiye nava me; me bi jehrê dixe.

Hem bi wê fikra millî ku biyaniyan ew ji me girtiye, ferdekî wan, mîna milletekî, bi qîmet dibe. Çimkî qîmeta merivekî, bi qasî himmeta wî ye. Himmeta kê milletê wî be, ew kes, bi tena serê xwe, milletekî biçûk e.

Ji ber xemsariya me, hinekan ji ber ku me rewiştên bizerar ên biyaniyan girtine, digel milliyeta xwe ya qudsî ya Îslamî ku her kes dibêje “Nefsî! Nefsî!” û li menfeeta milletê xwe nafikire –ango li menfeeta xwe ya şexsî difikire– hezar meriv dadikevin hukmê yek merivekî.

مَنْ كَانَ هِمَّتُهُ نَفْسُهُ فَلَيْسَ مِنَ الِْنْسَانِ لَِنَّهُ مَدَنِيٌّ بِالطَّبْعِ

Ango himmeta kê tenê nefsa wî be, ew ne meriv e. Çimkî fitreta merivan medenî ye. Mecbûr e ku li hemcinsê xwe bifikire. Heyata meriv a şexsî, bi jiyana civakî dikare dewam bike. Mesela: Qiyas bikin, gava meriv, nanekî bixwe, muhtacî çend destan dibe û ji aliyê me’newî ve çawan wan destan radimûse û meriv, bi lixwekirina kincekî, bi çend fabrîkeyan re eleqedar dibe. Ji ber ku nikare mîna heywên, bi postekî bijî û bi hemcinsên xwe re, ji aliyê fitretî ve eleqedar e û mecbûr e ku buhayekî me’newî bide wan, bi rewişt û xuyê xwe, meriv medeniyetperwer e. Kesê ku temamê qeweta xwe bide ser menfeeta xwe ya şexsî,ji merivbûnê derdikeve; dibe mîna heywanekî canî yê nemasûm. Gava tiştek ji destê wî neye û uzrekî wî yê heqîqî hebe, ew ne tê de ye.

Çavkanî: https://zehra.com.tr/kitapoku.php?id=22&sayfa=58

Seîd Nursî/Kurdî – Dersên Civakî r.58

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply