Heyat çi ye û Mahîyet û Wezîfeya wê çi ye?

Heyat çi ye? Mahiyet û wezîfeya wê çi ye?

Heyat, amanca herî girînga vê kaînatê ye,

hem encama wê ya tewrî mezin e,

hem nûra wê ya herî rewoneq e,

hem havêna wê ya herî letîf e,

hem puxteyeke wê ya gellek palandî ye,

hem fêkiya wê ya tewrî tekûz e,

hem kemala wê ya herî bilind e,

hem xweşiktirîn cemala wê ye,

hem delaltirîn xemla wê ye,

hem raza wehdeta wê ye,

hem pêwendiya îttîhada wê ye,

hem cîderka kemilînên wê ye,

hem ruhbaberekî wê yê herî nuwaze ye ji aliyê sen’et û mahiyetê ve,

hem heqîqeteke wê ya mucîzekar e ku mexlûqekî herî piçûk dike mîna kaînatekê,

Hem tu dibê qey heyat dibe wesîle ku kaînat bikeve jîndarekî piçûk û tê de bi cî bibe; her wiha digel ku awayekî ji awayan fihrîsteyeke kaînata gewre di wî jîndarî de nîşan dide mucîzeyeke qudretê ya herî nuwaze ye ku wî jîndarî bi piraniya mewcûdan re têkildar dike û dike ku ew jîndar bibe wekî kaînateke piçûk.

Hem sen’eteke Îlahî ya fewquladet û nuwaze ye ku heyat, cuz’eke piçûk -bi xêra heyatê- bi qasî “kull”eke herî gewre, mezin dike; û ferdekî jî dike wekî alemeke kullî; û gerdûnê ji aliyê Rubûbiyetê ve, mîna “kull” û “kullî”yekê nîşan dide, ku tecezzî, şirîkahî û inqîsamê qebûl nake.

Hem burhanê herî rewneq, tewrî qet’î û herî mukemel e ji nav burhanên ku di nava esas û mahiyeta gerdûnê de ji wucûba wucûda Zatê Heyyê Qeyyum re û ji wehdeta wî û ji ehadiyeta wî re şahidiyê dikin.

Hem di nav sen’etên Îlahî de ya herî nepenî û herî penî, ya herî hêja û herî erzan, û herî pak û paqij e; û neqşeke sen’etê Rabbanî ya herî rewneq û herî manîdar e.

Hem cîlweyeke Rehmeta Rehmanî ya nazenîn, nazdar û nazik e ku mewcûdên dîtir ji xwe re dike xizmetkar.

Hem eyneyeke gellek camî’ û hewîner a şu’ûnatê Îlahî ye.

Hem ecûbeyeke xîlqetê ya Rabbanî ye ku cîlweyên gellek Esmayên Husna yên wekî “Rehman, Rezzaq, Rehîm, Kerîm, Hekîm” dicivîne, dihewîne; û gellek heqîqetên mîna “riziq, hîkmet, înayet, rehmet”ê dike tabiyê xwe; û cîderk û madena hemû hestên wek “dîtin, bihîstin, hîskirin”ê ye.

Hem heyat, di dezgeha ezam a vê kaînatê de wisa makîneyeke îstîhaleyê ye ku misêwa li her aliyî tesfiye dike, paqij dike, teraqqiyê dide û bi nûr dike.. û laşê ku tu dibê qey hêlîna “heyat”ê ye ji wan qefleyên zerreyan re mêvanxaneyek e, mektebek e û qişlayek e -ji bo ku ew zerre tê de wezîfeyên xwe bikin, bi nûr bibin, talîmatê bikin-. Wekî ku Zatê Heyy û Muhyî, bi wesîteya vê makîneya heyatê, vê alema dinyayê ku tarîdar, fanî, suflî û binpê ye, letîf dike, bi nûr dike û roniyê dide, awayek ji awayan beqayê dide û dike ku amade bibin bo çûyina alemeke baqî.

Hem “du wech”ên heyatê, yanî rûyên “mulk û melekût”ê rewneq in, bê qilêr in, bê kêmanî ne, bala û hêja ne. Lewma, jiyan mexlûqekî bijarte û bêhempa ye ku, mîna tiştên din, sebebên zahirî ji bo teserrûfa qudretê ya di heyatê de nehatine perdepoşkirin da ku bi aşkerayî bê nişandan ku heyat, bê perde, bê wesîte, rasterast ji destê qudreta Rabbanî derdikeve.

Hem heqîqeta heyatê li şeş ruknên îmanê dinihêre û wan ji aliyê manewî û remzî ve îsbat dike. Yanî: Heqîqeteke nûranî ye ku bi awayekî gellek qewîn hem li wucûba wucûda Wacîbu’l Wucûd û heyata wî ya sermedî dimêzîne, hem li dara axîretê û heyata [li] wê ya baqî, hem li wucûda melekan, hem li riknên din ên îmanê dinihêre û wan pêwîst dike.

Hem heyat, çawa puxteyeke herî safî ya ku ji kaînatê palandî ye, wisa jî sirrekî ezam e ku “şukir, îbadet, hemd û muhebbet”ê encam dide, ku girîngtirîn meqsedên Îlahî yên di kaînatê de ne û muhîmtirîn encama xîlqeta alemê ne.

Va ye, van bîst û neh taybetmendiyên girîng û hêja yên heyatê û wezîfeyên wê yên mezin, bala û giştî yên navborî bide ber çavan. Dûre lê binihêre. Li paş navê Muhyî, ezameta navê Heyy bibîne. Û ji aliyê van taybetî û fêkiyên biezamet ên heyatê ve, bizane ka navê Heyy çawa îsmekî Ezam e.

Hem fam bike ku: Madem ev heyat, mezintirîn encama gerdûnê ye; û amanca herî biezamet a wê ye; û hêjatirîn fêkiya wê ye, helbet ji bo vê heyatê jî divê amanceke mezin a bi qasî gerdûnê, encameke biezamet a qasî kaînatê hebe. Lewra çawa encama darê fêkî ye wisa encama fêkiyê jî bi rê û xêra dendika wê, ew dar e ku dê jê derkeve.

Belê çawa meqsed û encama vê heyatê, heyata ebedî ye wisa fêkiyeke wê jî, li ber Zatê Heyy û Muhyî ku heyatê dide “şikir, îbadet, hemd û muhebbet” e ku ev “şikir, muhebbet û hemd û îbadet” jî hem encam û fêkiya heyatê ye hem xayeye kaînatê ye. Û ji vê fam bike; ew kesên ku dibêjin xayeya heyatê “jiyîna bi rehetî, çêjstendina bixeflet û nîmetdîtin û tehmdarbûna heweskarî” ye bi cahiliyeke gellek kirêt û munkîrane belkî jî kafirane “nîmeta heyatê, xelata şiûrê û îhsana aqil” ku gellek zêde hêja ne, binpê dikin û piçûk dixin; û her wiha kufraneke nîmetê ya bidehşet dikin.

Kurdiya Kurmanciya wê:
Remezan Çetin
19.01.2016

Derbar Mêvan

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply