PopPirs: Alan Ciwan

Alan Ciwan, di sala 1990î de li Batmanê çêbû. Di sala 2005an de li Batmanê dest bi karê şanogeriyê kir. Di 2009an de çû Stenbolê û xebatên xwe yên hunerî bi zimanê xwe yê zik- makî -Kurmancî- berdewam kir. Bi lîstika xwe ya bi navê “Di Tuwaletê De” di warê lîstik- vaniyê de, çendîn xelatên girîng wergirtin. Ciwan ji bilî şanoyê herwiha bi salan e ku li ser dublaja Kurdî jî kar dike û di sala 2017an de jî pêşkêşkariya werzê yekem ê Kurd Idolê kir.

1-Peyva ku tu herî zêde jê hez dikî?
Bê mane

2-Tu dikarî kêliya xwe ya herî bextewar ji me re bêjî?
Her kêliya ku kutilk û tirşik lê hebe.

3-Tehemula te ji çi re tune ye?
Ji durûtî û sûşiyê re.

4-Te li vê dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?
Sadiq Hîdayet

5-Xeyala te ya herî mezin çi ye?
Wek Apê Cemşîd Xan xwezî bayekî ez jî di ber xwe re bibirama.
*Ji romana Bextiyar Elî -Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir

6-Bi xêra xwe hevokeke ji strana ku herî zêde jê hez dikî bibêje?
Min şepolî şêt baweşit kenar
Dême kenarit mest û bê qerar
Hani Mojtahedy- Şepol

7-Çi kenê te tîne?
Rewşên absûrt.

8-Dengê ku tu herî zêde jê hez dikî?
Xweza bê çi, ew e.

9- Heke cardin bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardin bikira?
Şano û terka Tirkiyê.

10-Tişta ku îlhamê dide te çi ye?
Hebûna rengê şîn.

11-Dîmeneke çawa te aciz dike?
Her dîmena ku bextewarî jê kêm û hêvî jê dûr e.

12-Te dixwest tu li ku derê bijî?
Aniha ciyê lê me xweş Nabêjim.

13-Qisûra te ya herî mezin çi ye?
Vê pêlê bêxemiya min.

14-Tu dixwazî çawa bimrî?
Ji kêfê.

15-Dixwazî çi li ser gora te bê nivîsandin?
Ji kêfê mir.

Çavkanî: Kovara PopKurd, Jimar 2 • 2018 Îlon

Derbar Çand Name

Check Also

Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî …

Leave a Reply