HÊJEYAN! NE ÇÊYA NE NERÎNA MİN

Li min negirin û hêvîdar im cenabê xwendevanan min bibexşînin.

Milletê Kurd di vê demek gelek aloz û xeternak de derbas dibe. Xêrnexwaz û neyarên Kurda dixwazin vî zimanî binpê û asimîlê bikin, û mixabin bi ser ketine. Di vî sedsalê dawîn de piştî herba cihanî ya yekem ku piştî tixûb bi peymanên Ewrûpiyan hatiye pêk anîn di qanûnê bingehîn de zimanê milletê Kurd bi tevahî nehatiye naskirin. Weke zimanekî çiyayî, ji çend peyvan çêkirin. Îcar ji bo di vê demê de ji pêwîst e ku ne tenê helbestvan û rewşenbîr, çi merivên hestyarên zimanê şêrîn hene, vî barê giran deynin ser milên xwe û her di warê ziman de xebatan bikin, pêş bixin û giringiya ziman bi millet bidin nasîn.

Yekem: Li gorî taqeta xwe  wezîfeyek wan heye ku wêrek û helwestên netewî li hemi cihanê bi xebat û berhemên xwe agahdar bikin û li gorî karibin rahêjin vî barî. Bi zimanê Kurdî, hewl bidin û qet zimanê şêrîn bi zimanê serdesta şolî nekin. Hewl bidin ku berhem û pirtîkên xwe, bi zimanên biyanî wergerînin. Ji bo êş û birînên netewa Kurd li tevahiya netewa belav bibe. Gerdûn bi êş û azarên wan bihise.

Ya duyem: Di dîroka sedsalên berê de, weke  Ehmedê Xanî, Meleyê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Herîrî, Nalî û  yên din ê bi nav û deng ku bi kurdeyatiyek pak û pakij tesîrê li vî milletê hestyar bikin.

Ya sêyem: Di vî sed salê dawîn de şoreşgeriya helbestvanê nûdem û yên dinê, bi hevra bikin çavkanî weke Mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Şerkô bê Kes, Ebdillah Goran, Seydayê Tîrêj, Qedrî Can, Nureddîn Zaza, Arjen Arî, Occo Muhammed, Rênas Jiyan û yên dinê ku bi rûmet û hêja ne. Di berdewamiya vê şiroveyê tiştekî giring heye ku serdestên milletê kurd, zimanê kurdî pûç û bê rûmet kirine. û ji hestên dilên netewê bi alîkariya kurmên darên di nav Kurdan da derxistine

Ya çarem: Heger li welat, heger li derveyî welat, li Ewrûpa dezgeh û saziyên Kurdî bên vekirin û Kurd  li benda ku serdest û rayedarên dinê nemînin. Karê wan bi dilnizmiya wan bibe tîrinca rojê û şewq bide vî milletî. Ev jî bi xebata wan ku ji helwestên wan xuya bibin. Ev kar bi mirovên pîspor tê bi kar anîn.  Bi rêberiya mirovên zanyar û çalak, Federasyonên Kurdî, Saziyên berfireh yên xwendekaran bên avakirin û bi navendekê girêdayî bin. Armanca vî karî pêş ketina ziman û piştra jî çand û tiştên folqlorî kin.

Ya pêncem: Rewşenbîr û hozanvan bi tevahî hest û mejiyê xwe ji zimanên dagirkeran û zimanê  biyanî yan “di warê nivîs, helbest û axiftinê de safî bikin” lê karê wergera berhemên xwe bi zimanên neteweyên biyanî, ji bîr nekin. “ Hemî ziman bi qedr in û hêja ne. Mebest ew e ku sereke bi berfirehî  rind fêrî zimanê xwe bibin” ji bo di cîhanê de bi rêzdarî bên nasin. Lewra quretî û pozbilindî û rawestandin, bi hozanvan û rewşenbîrên bindest û bi taybet yên Kurd qet nakeve.

Lê mixabin di vê dema ku asimîlasyon bûye şewba nexweşiyek bê derman û her ku dem dimeşe gûr dibe, netewa Kurd, ji du peyvên xwe hevokek ji zimanê Erebî yan Tirkî ew Farisî têkelî nav zimanê bav û kalan dike. Milletê ku koçî derveyî welat bûye li Awrûpa dijî jî mixabin ji vê asîmîlasyonê para xwe girtiye. Bê guman berxwedêr jî hene û karên civaknasî û ziman berdewam dikin. Lê mixabin gelek ji wan  zimanê biyaniyan têkelî xeberdan û guft û goya xwe dikin. Yan jî ji bo ji civaka wan bê par nemînin zimanê wan di ser zimanê xwe re dibînin û ev ehlaqê ku dagirkeran xistiye derûniya wan  li Ewrûpa jî devam dikin û derbasî nav maliyên xwe û zarokên xwe jî dikin.

Pêdiviyek giring heye ku; rewşenbîr,  hozanvan û mirovên nivîskar erkek mezin û bi çerçofyek ber fireh kar û xebatên  zimanê netewa Kurd bikin, ji bo zimanê ku serkirdeyên Kurda henekê xwe pê dikin kar û ucdanê xwe derxin holê ku millet jî vê ya bibîne, his bike.û di dilê xwe de bike gulek nazenîn û keda helbestvan zanyar û rewşenbîran, bibe şemalk û şevên tarî ronî bike.

Mamoste Baqî

Derbar ziman

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply