Di zimanê Kurdî de peyva “çi”yê hêmaya pirsê ye, lê jiber rola wê ya mezin û kevnar, di gelek peyv û bêjeyên din de cihê xwe girtiye û roldar e, çi di peyvên kevin yan jî nû de. Em dikarin hin mînakan binivîsin bo berçavroniyên zêdetir em ê nin mînakan nîşan bidin weku:
çi+hend=çihend û çend (çi qas, çi qiyas)
çi+awa=çawa (çi awayî, çi şikil, çi şêwe)
çi+eng=çeng (ev bêje zêdetir di nav eşîra Reşiyan yan jî Reşkî tê bikaranîn)
çi+lon=çilon (çi awayî, çi şikil, ev bêje zêdetir li herêma Mukiryanê û bi taybet bajarê Mehabadê tê bikaranîn)
çi+lo=çilo (çi awayî, çilon)
çi+lon-on=çon (ev bêje tenê di Soranî de tê kêzkirin û gotin)
çi+tun=çitun (ev bêje tenê li herêma deşta Herranê û bi taybet bajarê Kobaniyê tê kêzkirin û bikaranîn, ango çawa, çilon, çilo)
çi+tur=çitur ( ev bêje di farsî de tê kêzkirin ku hemwateya “çitûn û çawayê” ye)
çi+ma=çima (pirsîn ji sedema mijarê) Û
çi=işt=ÇIŞT
“çişt” weku em dizanin di nuha de bûye “tişt” watel: ji du pajan “çi+işt” pêktê, “çi” xuya ye û me amaje da. Bo paşgira “işt”ê jî weku em dizanin ku paşgireke Avestayî ye û peyva nû sazgar dike her weku:
“behişt, rewişt, nemişt, guzarişt, arayişt, fermayişt, derişt(deşt), zeşt û yd…” ku ew paşgir di zimanê Pehlewanî de “şin” e û di zimanê Kurdî û farsî de bûye “iş”ê ango “t”a “işt”ê jêbûye û “n”a “şin”ê jêbûye, her du jî weku “iş”ê nuha kara ye, weku:
“aramiş, nîgariş, perweriş, peristiş, poziş, bariş, birriş û yd…” ku mixabin van salên dawîn tirk di bin bandora zimanê farsî wê birin û nuha di zimanê xwe ya çêkirî bikartînin weku:
“satiş, çikiş, gîriş û yd…” min ev mijar di nivîsareke taybet nivîsiye û di kovara Bernamegehê de hatiye weşandin.
Helbet mijara me ne ev bû, lê bo zelalî û berçavroniya zêdetir pêwîst bû. Herweha di zimanê Kurdî de rewşa guhertina dengan heye û ev bi serê xwe mijareke pirr kûr û dûr e, em ê tenê beha guhetina “Ç & T”yê bikin ku nuha pêwîst e ji me re. Di zimanê Kurdî tenê peyva “çişt”ê nîne ku bûye “tişt” û di farsî de weku “çiz, çîz”ê tê kêzkirin, Gelek peyvên din bi vî hawî cîguhera her du dengên “Ç & T”ê bûne weku:
-çişt bûye taşt û hin carna jî weku “çiş” jî tê kêzkirin
-çaşt bûye taşt (xwarina beyaniyê ku di Soranî de ev peyv bûye lêkereke taybet û weku “çaştin yan jî çêştin” tê kêzkirin”)
-çoqandin bûye toqandin
-çuzandin bûye tuzandin
-çunçik bûye tuncik
çu bûye tu (hîç)
çust bûye tust
çemandin bûye temandin, tewandin
çuştir bûye tuştir
çurusk bûye turusk (tirusk)
çîr bûye tîr
çîx bûye tîx
çik bûye tik
û yd…
Şayend hin kes bipirsin ku çima hemû “ç” bûne û bûne “t”ê, ma nabe ku “t”ê be û dûre bûbe “ç”ê? Ev pirseke hêja û di cih de ye, lê kesê ku dixwaze bersiva durist û hêjya wê bizanibe bila biçe zimanê Pehlewanî û Avestayê bixwîne û bibîne, wê mijar baştir fêm bike.
Têbînî: Peyva “çeşît”ê ku nuha tirk bi şaşî bikartînin her heman peyva “çeşin a Pehlewanî û çeşt û çişt a Avesteyê” ye, bi awayekî din,
“çeşin, çeşt, çişt û çeşÎt”ê yek pyev û kok û mebst in, lê tenê ew “Δyê zêdekirin mîna her peyvên ku birin weku:
“şehr û şehîr, dilara û dîlara, dilber û dîlber, sir û sil-sîl, û yd…”.
Qendîl Şeyxbizînî