Hebûn, Nebûn, Tunebûn

hebûn, tunebûn, bûn,  heye, tuneye, nîne, ne … ye;

hatin, nehatin, nahê, nayê, naye

PIRSA XWENDEVAN:
Dem baş mamoste .. Roja 21’ê Sibatê li zimanê me pîroz be … bi çend pirsan ez ê dest pê bikim:

*Destê bi tenê, deng jê nayê.

*Ez nayêm

*Bila em nayin

*Bila ew naye

*Tu nînî (tu neyî )

*Ew nîne (ew neye)

Mînak ji pirtûka Celadet alî Bedirxan û Roger Lescot in.

Ji wan mînakan tê xuya kirin ku yên binxîzkirî lêker in gelo 1- jêdera (radera) wan çi ye?

 

2-  ya din jî gellek nivîskarên me wek birêz Alî Fîkrî Işik mînak ji nîvîsên  wî

 ” … mebesteke bingehîn nîn be ”

”…. makzagona niha de nîn in”

”….’kesên ku mudaxele bikin ma nînin”

Gelo kîjan awa rast e ?

 

3- heke tiştin hebin min ji mijarê nederxistibin ji kerema xwe ji me re bide  xuyakirin .
HOGER BALIC
 
——————————————————————–

Dem baş, tu bi xêr hatî. Ez hêvî dikim ku rewşa te baş be û tu nerehetî tunebe.

Te hejmara rûpelê pirtûkê nedaye, lê ez bawer dikim ku ew ji rûpel 196, paragrafa 206an e.  Ji her du rûpelên berî wê li paragraf 205 xuya dibe ku wan wek mînakên awayên derveyî qayde yan rêzikan ên lêkera ‘hatin’ê nîşan didin.’ Ev ji bo van hevokan e: ‘Bila em nayin’; ‘Bila ew naye’.  
 
Bê guman li gora awayên rast û sereke divê meriv bibêje: ‘Em nayên/ nahên.  Ew nayê/nahê.”
Min tucarî nebihîstiye, lê rast nehatime ku kesekî gotiye, ‘Em nayin’ an ‘Ew naye’.
Ez bawer dikim ku xwestiye bibêje ku li gora qaydeya giştî ew kane weha bê gotin, ne ku tê gotin.

 

Ji bilî wê jî, neyînîya (negatîv) bilanî (istek) bi ‘na-‘ çênabe, Bilanî jî Fermanî jî neyînîya wan bi ne- çêdibe.
Wek: Bila ew neyê/nexwe/neke/neçe. Ka em neçin/neyên/nexwin/nekin.

 

Mînakên din: Destê bi tenê, deng jê nayê û Ez nayêm.
Li vir pirsgirêkek tuneye; awayê bê ‘h’ ê neyînîya lêkera ‘hatin’ di Dema Nuha de ye.
Li jêr van hevokan bi herdu awayên ‘hatin’ê (bi h û bê h) didim:

Deng jê dihê/nahê    Deng jê tê/nayê.

Ez dihêm/nahêm      Ez têm/nayêm.

 

Ji bo bi firehî bikaranîna ‘hatin’ê ji kerema xwe li vê nivîsê binêre, nûjenkirî ye: https://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadiya-kurdistane/home/pirs-u-pirsgireken-zimane-kurdi/hatin-werin-weriyan-weryan-ben-bihen-u-were-yan-werin

 ————————————-

HEBÛN, NEBÛN, TUNEBÛN

Hevokên din ên ku te vegirtine ne bi ‘hatin’ê, lê bi ‘bûn’ û ‘hebûn’ê re têkilîdar in:

 

Tu nînî (tu neyî )

Ew nîne (ew neye)

 

” … mebesteke bingehîn nîn be ”

”…. makzagona niha de nîn in”

”….’kesên ku mudaxele bikin ma nînin”

 

Li vir hevokên ji pirtûka rêzimanê jî û yên ji nivîsa  birêz Alî Fîkrî Işik jî awayê ‘nîn’ ê neyînîkirina (negatîv) lêkera ‘hebûn’ê bi kar tînin. Anku ji dewsa ku ‘hebûn’ê wek ‘tunebûn’ an ‘nebûn’ bikin neyînî, wê wek ‘nînbûn’ dikin neyînî.

Heke forma belav a bi awayê ‘tunebûn’ yan ‘nebûn’ bihata bikaranîn, dê ew hevok weha bihatina sazkirin:

 

Tu nînî       Tu tuneyî          Tu neyî

Ew nîne      Ew tuneye        Ew neye

 

Mebesteke bingehîn nîn be / tunebe / nebe          

Makzagona niha de nîn in / tunin / tune /neyin

Kesên ku mudaxele bikin ma nînin?         Ma kesên ku mudaxele bikin tunin? Ma kesek tuneye ku mudaxele bike?

De were ev forma nîne, ne tenê wek neyînîya ‘hebûn’ê, ew her weha wek neyînîya ‘bûn’ê jî tê bikaranîn. Mînak:

 

Erênî                         Neyînî

 

Ew karker e.              Ew ne karker e. Ji dewsa wê weha dibêjin:           Ew karker nîne/nine/nîye.

Hun xurt in.              Hun ne xurt in.                                                            Hun xurt nînin / ninin

Bê guman rê li tevlihevî û nakokîyan vedike, di pirtûka C. Bedirxan û R. Lescot a ku tu qal dikî de, ew jî li nakokîyê hay dibin, lê ji dewsa ku bi awayekî radîkal ji her du forman a bê tevlihevî û nakokî hilbijêrin, nîv çareserîyekê didin ber xwe. Forma ‘nînbûn’ê  ji bo ‘tunebûn’ê bi kar tînin, lê ji bo ‘ne…bûn’ê bi kar nahînin û wisa dibêjin: Başka kullanımlarda, bûn’un şimdiki zaman olumsuzu hebûn, malik olmak, var olmak fiilinkiyle karışır/Di bikaranînên din de, neyînîya dema nuha ya ‘bûn’ê bi ya ‘hebûn’ê re tevlihev dibe (rûpel 150) (*).

Li vir alozî berbiçav e; yek ji bo tuneye/neye dibêje, nîye/nîne/nine, yekî din ji bo ne…ye dibêje nîye/nîne/nine:

 

Qurişek pereyê min tuneye.           Qurişek pereyê min nîye/nîne/nine      (hebûn)

Ne pere ye, pûl e.                               Pere nîye/nîne/nine, pûl e.                     (bûn)

Ne havîn e, payîz e.                           Havîn nîye/nîne/nine, payîz e.               (bûn)

Bê guman, a bê alozî forma hebûn (erênî) û tunebûn/nebûn (neyînî) ye. Lê dîsa jî awayê ‘nîye/nîne/nine’ hem ji bo ‘hebûn’ê, hem jî ji bo ‘ne…bûn’ê  têra xwe tê bikaranîn, teva ku hem bi nakokî ye û hem jî standardeke wê tuneye, bi gelek awayên guhertî tê bikaranîn û yekjimar û pirjimar jî tê tevlihevkirin.

Ji alîyê nakokîyan ve xaleke din jî ew e ku dinivîsin, ‘heye, hene, henin û hwd’, anku bi hev re, lê dema ku neyînî dikin, awayên wek ‘tune ye, tu neye, tu ne ye’, anku cuda bi kar tînin. Heke ‘ye, ne, in’ di erênî de pê ve bin, divê di rewşa neyînî de jî pê ve bin, ne cuda bin, da ku hevgirtî û bênakokî be. Wek, ‘Ez hatim/nehatim’, çênabe em bibêjin, ‘Ez hat im/ne hatim/ne hat im.’ 

Dîsa heke em bibêjin, ‘hebû, hebûn’, anku bi hev re binivîsin, divê ji bo hevgirtî û bênakokîbûnê, em her weha di rewşa neyînî de jî ‘bû, bûn’ bi wê re binivîsin: tunebû, nebû, tunebûn, nebûn.  Ji xwe ji alîyê rêzimanê ve ‘bû, bûn’ li vir dema borî ya ‘e, in’ e:

Ew karker e/in; Ew karker bû/bûn; Ew hatin; Ew hatibûn û hwd.

Hinek kes jî dibêjin, ne tenê tune bûn, tun bûn û nîn bûn, divê her weha he bûn (he ye, he ne û hwd) jî cîhê bê nivîsîn, ji ber ku ‘he’ di demên berî pêkhatina zimanê Kurdî de bi xwe peyv/lêkerek bûye. Lê ev nêzîkbûn li qaydeya gelemperî ya Kurdî-Kurmancî nayê, heke em wê wek lêkereke hevdanî (compound) bihesibînin, wê gavê ‘he’ jî dikeve nav kategorîya ‘ra-‘, ‘da-‘, ve-‘ û hwd. Anku bi tena xwe, bi serê xwe êdî nayên bikaranîn, bi serê xwe ne xwedîyê wate û fonksîyonekê ne, ji ber wê yekê jî bi beşên din re tên nivîsîn, ne cuda: hebûn, rabûn, raketin, veketin, daketin, rakirin, vekirin, vemirîn û hwd.

Di nav vê pircûreyîbûn û nakokîbarîyê de ji bo ku ber xwe vekim, di nivîsê de her carê dudil nebim, ez bi xwe van awayan tercîh dikim, lê îdia nakim ku awayên din divê tunebin, ew jî di nav gel de hene û belav in: 

heye, hene, henin

tuneye, tunin

hebû, hebûn

tunebû, tunebûn

 
*) Ji pirtûka C. Bedirxan û J. Lescot hinek rûpelên têkilîdar: 150, 199-203
 
Hêvî dikim ku vê şîroveyê mijar çenekî zelal kiribe û min pirsa te rast fahm kiribe.

Li gel silabên germ
Baran RIZGAR

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply