MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Têra 8 kesan
*Hêk: 3 heb
*Şekirê hûr: 2 qedehên avê
*Rûnê ron: Qedeheke avê
*Çaya çêkirî (yê sar): Qedeheke avê
*Ard: 3 qedehên avê
*Qaqao: Kevçiyekî xwarinê
*Darçin: Kevçiyekî çayê
*Toza werimandinê: 2 pakêt
ÇÊKIRINA KEKA BI ÇAY
Hêkên xwe û şekir bi hev re lihev xin. Rûnê ron û çaya sar ku ji berê ve hatiye amadekirin bera ser bidin û dîsa lihev xin. Ard, qaqao û darçinê jî têxin navê. Herî dawî jî toza werimandin têxin û lihev xin. Dûvre qaliba ku rûn lê hatiye têdan bînin û têxin nav qalibê. Paşê qalibê jî têxin firina xwe ya ku di 180 pîleyan de hatiye germkirin. Gava keka we pijiya, ji firinê derxin û bihêlin ku sar bibe.
Noşî can be