Zûr! Zûûrr! Zûûûrrr! Evîn gurek birçî Mexel hatiye li dilê min Ditirse singa çep Ditirsin bîbik Çar alî ve diferqizin hestên min Laşê min wek meşk Xwîn tê kulîn di can de Tirsrûnê nivîşk Sorgilorik bûne jan digerin wek gêrik Tiliyê min bûne gezgezok Direvin hestê min ji welatê dil Şikandine hevşî Reviyane çiyayê xemgîniyê Lê bêfeyde ye çûna wan …