BIRATÎYA GUR Û BERXAN

Ax.. Ax.. Ezîzê min ax me çi anî serê xwe! Mixabin me dilê xwe yê pak û paqij ji wan Gurên qelp û bêbext ra vekir! Me nan û welatê xwe bi wan re parve kir! Me ji wan ra mêvanperî kir! Me wan kir padîşah û kir xwediyê Dewletan! Lê hezar heyf û mixabin me ji xwe ra jî ti tiştekî nekir! Ji xwe derdê bêderman jî ev e!

“Me wan xwedî kir bi nanê xwe!
Kir êgir û berda canê xwe”…

Divê meriv nanê xwe bi mirovên bibext û stembar re parve bike!
Lê bi mirovên qelp û stemkar re parve neke.

Bawerîya xwe bi mirovên bibext û sadiq bînin!
Lê ti wext bi mirovên qelp û bêbext neynin.

Bav û kalên me mirovê bibext, sadiq, saf, bawermend û birewişt bûn, xwedî soz û bext bûn. Lê mixabin me herkesî wekî xwe rind, hesiband! Lewma ku: “Em jî hertim bûn qurbana nîyeta xwe ya rind”…
Bav û kalên me: Li Çaneqelê, Stenbolê, Qibrisê, Sariqamîşê, Milazgirê, Şanli Ûrfayê, Qehreman Meraşê, Xazî ‘Entabê û hwd ji bona wan xwe dan kuştinê, can û malê xwe di riya wan da fîda kirin!

LÊ WAN QELP Û BÊBEXTAN ÇI ANÎN SERÊ ME?

Wan bi wê qelpî û hîle û xurdeyê xwe yên biratîyê hezar salin ku Miletê me yê stembar û ketî kirin xewa xefletê û wekî mar bi me vedan. Bi hovîtî û stemkarî me kuştin. Ji welat nefî kirin. Avêtin zîndanan. Xîlafetê ji nav me rakirin. Qanûna Şewqe anîn. Jin û qîz û bûkên me kirin tango. Rewişt ji nav me rakirin. Xela Dîn û îmanê li me rakirin.

GELKUJÎ, QIRAN Û WÊRAN Û TALAN

Gelkujî ya Diyarbekir: ,,Îdam kirina Rêber Şêx Seîd Efendî û 46 hevrîyên wî”. Gelkujî ya: Gelîyê Zîlan. Dêrsim. Qoçgirî. Sason. Destdirêjî û Gelkujîya Şengalê. Gelkujî ya Enfal û Helebçe yê. Komkujîya Sînema Amûdê. Qiran û Îdamkirina Rojhilatê Kurdistanê. Gelkujîya Kelbajar’ê. Komkujî ya Vartînîs, Roboskî û Konya yê. Kuştina 17500 kuştiyên ku Kujerên wan dîyarin; lê “Dewlet dibêje kujerên wan nediyarin”. Şewitandina 4500 gundan. Êşkence kirina Girtîyên Zîndana Diyarbekir. Xerabkirina Bajarê: ,,Cizîr, Sûr, Farqîn, Nisêbîn, Bismil, Gewer, Colemêrg, Hezex, Sêrt, Bedlîs û Gimgimê”. Destdirêjîya li ser keçên Kurdan. Teltele: Birîna serê Şêx û Melayên me û hîna bi hezaran Gelkujî, Komkujî û karesat û qiran û wêranên din bi serê me Miletê Kurd ên stembar û ketî de anîn. Nav û nasnameyên me guherandin û hemî heq û hiqûqa me jî qedexe û binpê kirin. Navê Gund û Bajarok û Bajarên me guherandin. Navê welatê me ji Nexşe ya Cîhanê birin. Welatê me kirin şeş parçe û dagirkirin. Navê deşt û zozan û çiya û çemên me guherandin û hwd.

Vêca stemkar her tiştî ji xwe ra Heq dibînin
Lê ti tiştekî ji me ra Heq nabînin.

LEWMA KU MECALA JÎN Û JÎYANÊ NADIN ME

Îngilîz, Fransiz, Ûris, Yewnan, Ermenî û hwd yên ku bi wan ra şer kirin û bi milyonan leşker ji hevûdu kuştin: Îro zimanên wan tevan di Dibistanên wan da Zimanê fermî ne. Lê me û bav û kalê me yên ku ji bona wan can û malê xwe fîda kir: Hîna jî ,,Zimanê me di Dibistan û Dadgeh û hwd yên wan de qedexe ye. Hebûna me qebûl nakin. Di ser da jî bi qelpî dibêjin: “Em birayên hevûdu ne”.

Belê birayê me yên qelp û bêbext pirin
Lêbelê bi kêr û şûran serê me dibirin.

Gelo kîjan “ker kurê kerê” dikare biratîya wek biratîya: “Gur û Berxan qebûl bike.?.

Pêşîyên me bela heq negotine:
“Bi xwe kirîyan derman tune ye”..

Ax.. Ax.. Ezîzê min. Wellahî me bi xwe kir: Çima qê hûn nizanin ku Gur ji bo çi ewqas ji Berxikan hezdikin.?.

Wellahî, Wellahî, Wellahî! Heta ku Gur ji Berxan re nebin bira! “Rom û ‘Ereb û ‘Ecem” jî ti wextê ji me ra nabin bira.

Weyla ew çavên ku neyarên xwe nas nekin! Bila huma wan çavan birijin…

Ax.. Ax yabo ax!.. “Qencî kiro bi xwe kiro, xerabî kiro dîsa bi xwe kiro”…

Ferz e tev rabin ji wê xewa xefletê!
Di bin zilmê da çawa xewa we tê?
Eger ku hûn ranebin ji bo Ferzîyetê!
Hûn ê tev di xewê da herin delatê.

Wellahî! Wellahî! Wellahî!
Çawa ku eyarê beraz ji bo Limêjê nabe post
Wisa “Rom û ‘Ereb û ‘Ecem” jî ji me ra nabin bira~dost!

Yan emê ji wê dîroka hezar salî dersa xwe werbigirin.
An jî emê wiha di bin nîrê koletîyê da bibêxîretî bimirin.

Dilbirînê Deşta Mûşê
23.04.2022

Derbar ziman

Check Also

Siyaset Hişbir e! – Cüneyt Yazıcı

Taybetî jî li Rojhilata Navîn, siyaset hişbir e(uyuşturucu) û ji koletiyê re dibe alîkar! Gava …

Leave a Reply