Girîngiya Zimanê Dayikê

Ev gotar di bin sê beşan de hatiye dabeşkirin.

1-Girîngî û Hînbûna Zimanê Dayikê

2-Hinek Taybetmendiyên Zimanê Zarokan

3- Ji bo Gotinên Zarokan Mînak

 

1-Girîngî û Hînbûna Zimanê Dayikê

Hînbûna zimên ji aliyê zarokan ve çawa çêdibe û ji aliyê mezinan ve çawa tê hînkirin?

Zarok, bi dengên derûdora xwe destpê hînbûna axaftinê dibin. Perwerdehiya dê û bavan yanê ya malbata zarokan pir girîng e. Di hînbûna zimên de, wêjeya zarokan jî li ser zarokan bandor dike û cihekî cuda digire.

Hînbûna zimên a zarokan girêdayê geşedana zarokan e, çûnkî hînbûn di temenê biçûk de tê destpêkirin. Lê hînbûna herî rêkûpêk di dibistanê de çêdibe. Ji ber vê çendê, dema zarok destpê dibistanê dike, hevce ye ku mamosteyên wî/ê daxwaz û kêmasiyên zarokan bizanin, bipirsin û pêdîviyê wan peyda bikin.

Destan, çîrok, mamik û bi taybetî jî lorî/lorik ji bo zarokan berhemên herî girîng in. Ev berhem, berhemên gelêrî ne. Yanê zarok bi gelê xwe, bi civaka xwe, destpê zimên û jiyanê dike.

Zarok dema destpê axaftinê dike, pêşiyê peyvên hêsan hîn dibe. Kes û tiştên nêzîk, ji bo hînbûnê wan hêsantir tê. Mînak; baba, dayê, meme hwd. Zarok dema destpê axaftinê dikin, zarok ji bo xwe riyên hêsantir dibînin, gelek tîpan guherînin. Mînak; tîpa “r” dibe “l” an jî dibe “y”; Tîpa “z” dibe “j”, “s” dibe “ş”


Ji bo ku zarok xwediyê nêrîneke berfireh be, hewce ye ku zarok ji aliyê 
peyvan ve dewlemend bibe. Zîra hêza zarokan a xeyalî, gorê peyvî hişê wî/ê ye.

Dema min ev gotar amade kir, min gelek tengavî kişand. Lewre êdî di derdora me de, axaftina bi Kurdî pir kêm bûye. Nemaze êdî dayik jî, li gel zarokên xwe Kurdî naaxivin. Li Bakurê Kurdistanê, zêdetir zimanê Tirkî tê axaftin ji ber vê çendê peyvên bi taybetî zarokan re tên bikaranîn jî êdî gorê yên Tirkî têne gotin. Yanê ji bo serşûştinê gelek deveran wek ya tirkî dibêjin, “bicibici/kirin” anjî ji bo razandinê dibêjin “nennî/kirin” lê cihê van gotinan, mesela ji bo razandinê bibêjin “hayêkirin” dê ev gotin, gotinek rasttir bibe.

Armanca me ew e ku, em zimanê xwe winda nekin, lewaz nekin û di paşeroja xwe de jî zimanê xwe geş bikin. Ji bo vê jî barek giran dikeve li ser milê dê û bavan, zêdetir jî ev peywir dikeve li ser milê dayikan. Hewceye ku em perwerdehiya zimên di mala xwe de destpê bikin. Lewra hê jî bakur û Rojhilatê Kurdistanê perwerde û hînbûna zimanê Kurdî ji aliyê dewletê ve bi seranser nehatiye serbestkirin û ber vê çendê eger em li zimanê xwe xwedî dernekevin, zimanê me her rojên paş de ber bi xetereya windabûne ve dê biçe.

Dema ku zimanê zarokan rast bibe, dê civak jî rast bibe.

Zarok bingeha gelan e…

2- Hinek Taybetmendiyên Zimanê Zarokan

Zarok dema destpê axaftinê dike, pêşiyê peyvên hêsan hîn dibin, an jî peyvan xwe re hêsan dikin. Dê û bav jî, peyvan ji wan re hêsan dikin, paşê wan re dibêjin. Bi vî awayî destpê hînbûna zimên dikin. Di destpêkê de zimanekî nû yanê, “zimanê zarokan” derdikeve holê. Di vê serdemê de gelek tîp têne guhertin, gelek peyv jî ji hinek aliyan ve tên guhertin.

Tîpên ku diguherin:

  • dibe Ş: sar-şar, masî-maşî, gelas-gelaş, pêlîstok-pêlîştok, pisî-pişî…

Mînak: Kurê min netirse vexwe çayê, çay şar e.

  • dibe L: zer-zel, remzî-lemzî, perperok-pelpelok, xwarin-xwalin, rind-lind, morî-molî…

Mînak: Tu dibînî bebik çi lind e.

 

  • dibe J: razê-rajê/lajê, zerdele-jerdele/jeldele, lez-lej, zend-jend, ez-ej…

Mînak: Hadê keça min jendê xwe vede, em ê tetû bişon.

 

  • dibe D: gelas-delas/delaş, gewrî-dewrî, gelî-delî, golik-dolik…

Mînak: Êw dolika gundê me ye.

 

  • dibeT: kîtab-tîtab, kevir-tevir, berxik-berxit, kavil-tavil, kevçî-tevçî..

Mînak: bebo dibêje, ez ê pê tevçî nên bixwim.

 

  • Û dibe Î: gûz-gîz/gîj, bênamûs-bênamîs/bênamîş.

Mînak: Kuro bênamîs tu heta niha li ku bû?

 

Tîpa “W” yê di peyva xwe de dikeve:

Di hinek peyvan de, tîpa “W”yê dikeve, cihê vê tîpê tu tîp nayên.

Minak: vexwe-vexe, xwe-xe, xwezî-xezî, xwedê-xedê, bixwe-bixe…

 

Qertafa biçûkkirin û şirînkirinê ya baneşenî:

Nêrza:-iko: kuriko, delalîko, caniko, rihiko, yekgeziko, yekgeziko/yekgezikoo, baviko…

Mêza:ikê:keçikê, delalîkê canikê, rihikê, yekgezikê, dayikê …

 

Bedreddînê WANÎ

Çavkanî: www.kurtdiliedebiyati.com

21.02.2016

 

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply