Girîngiya Perwerde û Hînkariyê

 

اقْرَأْ بِاسْمِ رَبِّكَ الَّذِي خَلَقَ (1) خَلَقَ الْإِنْسَانَ مِنْ عَلَقٍ (2) اقْرَأْ وَرَبُّكَ الْأَكْرَمُ (3) الَّذِي عَلَّمَ بِالْقَلَمِ (4) عَلَّمَ الْإِنْسَانَ مَا لَمْ يَعْلَمْ (5) العلق

Bawermendên birûmet!

Yek ji wan nîmetên ku Xuda Teala dane me, zarok in. Zarok xemla jiyana mirov û paşeroja gelan e. Nifş (nesl) ên me emanet in ji me re. Çawa ku perwerdekirina zarokan bi teşeyeke qenc mafên wan e, her wiha yek ji wan peywirên mirov ên girîng in jî. Di her qadên jiyanê de perwerde û hînkirina wan peywireke civakî ye. Va careke din em dikevin saleke nû ya perwerde û hînkariyê. Pêwîst e em mafên zarok û ciwanên xwe yên perwerde û hînkariyê careke din bi bîr bînin û wan bidin xwendin. Lewre pêxemberê me gotiye.“Tu bavî ji zarokên xwe re ji edebeke qenc baştir tu mîras nehiştiye.”[1]

Misilmanên birûmet!

Yekemîn emrê dînê me xwendin e. Xuda Teala wiha ferman dike: “Bi navê Xudayê xwe, yê ku her tişt afirandî, bixwîne ! Ew Xudayê ku mirov ji (parçeyek) xwîna hişk afirandiye. Bixwîne!  Xudayê te ji her kesî qencîkartir e. Ew Xudayê bi riya qelemê mirov hînî nivîs û zanistê kiriye. Însan hînî ya ku nizaniye kiriye.”[2] Ev jî girîngiya ku dînê Îslamê daye xwendinê ji me re dide xuyakirin. Pêxemberê me  ji ber zilm û zora muşrikên Mekehê neçar dibe koçî Medînê dike. Lê çi gava tê Medînê, cara ewil, Mescida Nebewî ava dike. Bi Mescida Nebewî ve bi navê “Sufe” beşekê  ji bo xwendinê jî ava dike. Ji dergûşê heta gorê pêwîst e her jin û mêr xwe hînî xwendinê bikin û perwerde bibin. Pêxemberê me ji aliyekî ve bi karê perwerdeyê ve mijûl bû û ji aliyê din ve jî li Medînê bi avêtina esasên dewleta îslamê ve mijûl bû. Di demeke ku aboriya wan gelek xirab de herba Bedrê dest pê dike, bi alîkariya Xudayê mezin, di bin fermandariya pêxemberê me û lehengiya sehabiyan de misilman bi ser dikevin. Muşrikên ku sax dimînin êsîr dikevin û bi şertê dayîna fidyê serbest tên berdan. Digel ku aboriya wan xirab bûye jî lê dîsa ji wan êsîrên ku xwendin û nivîsandin dizanîn fîdye nestandiye bi şertê ku  her yekî ji wan ku deh zarokan hînî xwendin û nivîsandinê bikin, serbest bên berdan.

Misilmanên birûmet!

Di der barê xêra îlmê de gelek hedîsê pêxemberê me hene. Çend ji wan ev in: “Hînkirina mijarek ji îlmê, li gor min ji kirina hezar rekat nimêj xêrtir e. Yê di dema hînkirina îlmê de bimre şehîd e.[3] Li Çînê be jî îlmê wergirin lewre hînkirina îlmê li ser her jin û mêrî ferz e.[4] Çi kesê daxwaziya hînbûna îlmê bike, dibe kefaret ji bo efûkirina gunehên wî.”[5] Ji bo vê yekê pêwîst e em bixwînin û zarokên xwe jî bidin xwendin,di der barê perwerdeya wan de bi hestiyarî tevbigerin û ji tu fedakariyan jî xwe nedin paş.

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1]  Tirmizî hejmara H.1952
[2] El-Eleq 1-5
[3] Et-Terxîp 1/97
[4]  Camîusexîr h.H.1110
[5] Tirmizî Et-Tac 1/64

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply