Keçel

Careke ji caran rehmet li dê û bavê hazirê guhdaran.

Du mirov hebûne. Her du di yek rengê de ne lê yek şeytan e ku şiklê insan aniye xwe. Yê din jî însan, însanekî belengaz bûye. Rabûye çûye mala xwe lê şeytan jî pê ketiye. Li derî daye jina wî derî vekiriye û dîtiye ku ji mêrê wê du hebin. Jinik şaş maye û gotiy: “Ji wan kîjan mêrê min e?” Mêrê wê her çi qas dibêje ez im jî, jinik jê bawer nake û dibêje: “Herin li qazî bila şer’a we bike û we ji hev veqetine.”

Her du dikevin rê diçin lê diçine cem kê, û kuderê kesek çareyekî nabîne. Diçin devê çemekî dinihêrin çend rênçber, şivan, gavan devê çemî rûniştine. Yê gavan kesekî belengaz, reben û yekî keçel e. Keçel gazî wan kiriye û gotiye: “Ka bibêjin kî dîtiye du mirov di heman wicûd û rengî de ye, gelo ev çawa ye?”

Yê mêrê jinikê gotiye hal mesele wiha ye. Keçel gotiye: “Herin cem padişah bibêjinê ez ê şer’a we bikim û ji vî halî xelas bikim.”

Radibin diçin huzûra padişah dibêjin ciwanekî, qencekî wiha gotiye ji me re. Padişah dibêje: “Temam.” û du zilaman birê dike, dibêje: “ Herin keçel bînin?”

Diçin keçel tînin. Padişah jê pirskiriye gotiye: “Te di derheqê wan her du zilaman de wiha gotiye, ka bêje dê tu çawa ji hev veqetînî?

– Keçel gotiye padişahê min destûrê bide min ez çi  bikim bila kes tevlê min nebe

Padişah gotiye:

Keçel radibe û dibêje: “Em ê heleqekî bi agir bînin û kî tê re derbas be ew xweyê xanî yê ji dil e.

Heleq amade kirine û gotine: “Mêrê jinikê tê re derbas be” lê zilam ji agir tirsiyaye û nekariye derbas be. Dor hatiye şeytan. Şeytan e, ma ji agir ditirse? Bi hêsanî û rehetî derbas dibe. Keçel diziviriye şeytanê xwe xistî şiklê mirov û jê re got: “Min tu xapandî.” Encax şeytan nav vî agir re derbas be. Piştî wan gotinên Keçel, şeytan girtine û kuştine.

Padişah gelek kêyfxweş dibe û dibêje:

-Keçel, were bibe wezîrê min?

-Keçel dibêje padişahê min ez gavan im, golikê min hene hêj piçûk im, 15 salî me ka yê gundî çi bibêjin.

Padişah du zilam şandiye û gotiye herin şûna keçel gavanetiyê bikin. Padîşah, dibêje:

Keçel, tu çi dixwazî bike, heta tu bibî bist salî. Keçel gotiye:

-Ez dixwazim rênçberiyê bikim. Padişah dibêje:

-Temam hespeke min heye, here wí xweyî bike. Keçel jî, gotiye:

-Baş e, padişahê min

Û çûye ber hespî. Sal û dem derbas dibe. Padişah piştî her inê diçe li keçel û eqil û fikir jê digire, paşî vedigere qesrê. Wezîr û zilamên derdora padişah ji vî halî gelek aciz dibin û di nav xwe de pîlanekî çêdikin dibêjin: “Em ê keça padişah bixapînin û bişînin ba keçel û ji padişah re jî em ê bibêjin: keçel, ketiye pê keça te, niyeta wî heye ku keça te birevîne.”

Bi rê dikevin, diçin qesrê. Wezîr, diçe li cem keça padişah û dixapîne û keçik diçe li xaniyê keçel, lê êdî keçel mezin bûye por dirêj kiriye tenê navê “Keçel” jê re maye. Keça padişah dema keçel dibîne dil dikeftê. Tên ba hev û xeber didin.

Lê wezîr, çûye û gotiye, padişah û ew dikevin rê, hatine, padîşah dema wan wisa dibine, dîn û har dibe. Dibêje: “Min tu xweyî kirî anî vî temenî lê tu rabûyî ixanetî ji min re dikî û dibêje keçel bavêjin zîndanê, sibê zû serê wî jê bikin.”

Keçel dibin tavêjine zîndanê. Keça padişah gelek ditirse û diçe her tiştî ji diya xwe re dibêje:

“Wezîr ez xapandim, ti sûncê keçel tune.” Diya wê jî keçel nasdike û dizane ku keçel tiştekî wiha nake, ixanetê ji padişahê xwe nake. Radibe diçe li cem padişah û her tiştî jê re dibêje. Padişah, dibêje: “Herin keçel bînin û wezîr jî bigirin û serê wî jê kin? Serê wezîr jê dikin û keçel jî dikin wezîr. Dem tê padişah seh dike ku keça wî hez ji keçel dike, keçel jî dilketiyê keça wî ye. Padişah jî bi daweteke heft roj û heft şevan wan dizewicîne.

 

Berhevkar: Sedat Yadîkar -Çandname

Çîrok: Keçel

Herêm: miks / WAN

Vebêj: Reşît Gûrgîç

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply