Pepûk-Ahmet Aslan

Carek ji caran rihmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Hebû tunebû pepûkek hebû rojekî dirîka kerengekî  dikeve lingê pepûkê û pepûk pir jê aciz dibe dixwaze ku yek wê diriyê ji lingê wê derxe dibîne ku jinek li ber tenûrê nan dipêje tendûra wê pênakeve pepûk diçe cem jinikê ku dirîkê ji pîyê wê derxîne pepûk dibêje: “Tu ji kerema xwe re vî dirîkê ji pîyê min derxîne.”

Jinik dirîkê ji pîyê pepûkê derdixe ji bo alîkariya jinikê gelek kêfxweş dibe jinik dirîkê dişewitîne.

Pepûk dibêje: “Yan tê dirika min bidî min yan jî şeş nan bidî min.” Jinik şeş nan dide pepûkê. Pepûk şeş nan hildide û diçe rastî şivanekî tê dêhna xwe didê ku şivan ji ber tunebûna nan bişkulan hûrê tasê dike. Pepûk tîne şeş nan dide şivan dixwaze ku şivan bişkûlan nexwe nan bixwe. Pepûk nan dide şivan, şivan nan hemû dixwe û gelekî kêfxweş dibe ji bo alîkariya pepûkê.

Pepûk dibêjê: “Tu yê yan nanê min bidî yan jî mihekî bidî min.”

Şivan şûna nên mihekî didê. Pepûk mihe xwe hildide diçe rastî dawetekî tê dêhna xwe didê ku merivên li wir ji ber tunebûna goşt kûçika şerjê dikin pepûk naxwaze ku wê goştê heram bixwin, ji ber vê yekê pepûk wê mihê dide dawetê dawetvan gelek kêfxweş dibin pepûk diçe dawet jî diqede.

Pepûk dîsa tê ba dawetvanan, dibêje: “Yan hûn ê miha min bidin yan jî bûkê bidine min.” Dawetvan serî ji pepûkê re dernaxin bûkê didine pepûkê.

Pepûk bûkê hildide diçe dêhna xwe dide ku zilamek li ser çiyayekî li bilûrê dixe. Kêfa pepûkê ji bilûrê  tê. Pepûk dibêje zilam ha ji te re bûk tu bilûra xwe bide min. Zilam qebûl dike bilûrê dide pepûkê, pepûk jî bûkê didê.

Pepûk bilûrê hildide diçe ser çiyayekî li bilûrê dixe:

Pupûk, pupûk, pupûk…

dirikek da şeş nan

Şeş nan da mihek

Mihek da bûkek

Bûkek da bilûrek

Pupûk, pupûk, pukûk

 

Berhevkar: Ahmet Aslan-Çandname

Vebêj:Hecî îsa

Herem:Agirî

 

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply