Ez ji Alfabeya Hawarê ne razî me

Xemxwarê zimanê kurdî,

Ez ji Alfabeya Hawarê ne razî me.

Dibe ku rojekê hin rabin di Alfabeya Hawarê de pêşnîyaza hin guhertinan bikin. Divê biryar di komcivîneka berfireh de, ji alîyê desthilatdarên ziman ve bi hevbeşî bê bestin.

Di Alfabeya Hawarê de tîpên “ê-û-î” her sê jî bi kumik in. Çima? Ji ber ku berê di takdîloyan de tûşeka kumiknivîs hebû. Bedirxan hizirkirîye ku tûşa kumikê dê  ji bo nivîskarên kurd hêsankarîyê çêke. Lê îro komputer û hişê çêkirî heye.

Divîya bû ku aksantên li ser her sê tîpên dengdêr ji hev cûda bûna. Dîmena nivîsê bi kumikan mişt e, çima ku aksantên her sê dengdêran kumik in. Gelo qelebalixa kumikan di hiş û bîrê xwendevanan de çi kartêkerîyê dike? Dibe ku hişê wan belav dike?

Heke rojekê hin derkevin bixwazin di alfabeyê de çaksazîyan çêkin, divê tîpên ku dixwazin biguherînin di Taximê Tîpan ê ISO 8859-1 de hebin. Ev taxim hemû zimanên ewropî di xwe de dihewîne. Ji bo zanîyarîya zêdetir li vê girêdankê binêrin.

https://en.wikipedia.org/wiki/ISO/IEC_8859-1

Hingî di alfabeya kurdî de pirsgirêka fontê peyda nabe.

ISO 8859-1 SET.png

Heke bi ya min be, ez ê van tîpên dengdêr wisa binivîsana:

“ê” wekî “é”

“û” wekî “ü”

“î” û “ç” jî wekî xwe bihişta, ji ber ku her du jî di taximê ISO 8859-1ê de cih digirin.

Tîpa “ş”yê ji ber ku di taximê ISO 8859-1 de nîne, divê wekî “sh” bê nivîsandin. Ji xwe ji hêla kurdan ve ev dîgraf naskirî ye. Piranîya zimanên ewropî vê digrafê bi kar tînin.

Bendeka ku bi tîpên pêşniyazkirî hatîye nivîsîn li jêr e:

“Rapor, her wiha balé dikishîne ser rewsha karmendén li bajarén mezin ü dîyar dike ku ew ji sedî 75ê müçeyé xwe ji bo kiréya xanîyan didin ü ji ber vé yeké neçar dimînin wekî xwendekaran 3 an 5 kes bi hev re warxanekê kiré bikin.”

Çawa ye?

Wekî hûn dibînin hem aksantên her sê dengdêran ji hev cûda ne, hem jî alfabe bi van guhertinên biçûk di çarçoveya taximê ISO 8859-1 de ye. Ev guhertina biçûk ew ê ti pirsgirêkê di bernameyên komputerî (GW) de jî çêneke.

Di kurmancîyê de du deng hene ku divê bi dîgrafan bên nimandin: “rr”ya lerzok û “ll”ya velar.  En nikarin van her du dengan di nivîsê de nebînin. Ez bi xwe van her du dîgrafan di nivîskarîyê de ji xweber dinivîsim. Wekî “kerr” (deaf) û “pirr” (very). Tîpên “ç-k-p-t”yên hişk jî hene, ku ji wan re dîgraf yan aksan ne pêwîst in. Her çawa be, zimanzanên şîyandar dê vê hişkîyê binirxînin.

Ev çaksazîya biçûk a di alfabeyê de, hem dîmenê nivîsê (visual clarity) xweştir dike, hem jî xwendinê û nivîssazîyê leztir û rehettir dike.

Ev hizrên min hişyarî ne ji bo xebatên ku di pêşerojê de di Alfabeya Hawarê de heye ku bê kirin. Ev guhertina ku ez dibêjim, kêmtirîn guhertin e, ku pergala Alfabeya Hawarê dê serobino neke û hewlên zêdetir nexwaze.

Ji kerema xwe, vê pêşnîyara min li deverekê qeyd bikin û tîpên pêşnîyarkirî di demên xwe yên vala de bicerribînin.

Nivîskar: Mazda Pola

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

No comments

  1. İslam Şengül

    Mamosta dive mesleda ez jî piştgirîya te dikim ,pewîste go tîpe kurdî verna gûncel kirin û nu kirin .gelek kes li ser ve mesela nivisandina kurdîde piskireke di kişîne gerek li ser ve mesele tuştin werne guhertin….

Bersivekê bike bo İslam Şengül Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *