Payiz û Ziyab

Payiz û Ziyab, du dengên vê pexşana kurt (novella) ne. Du deng, du hêm an jî du kesayet in. Ew du alî ne: dengê hundirîn û yê derve, tarî û ronî, rih û beden, Ahura Mazda û Ehrimen. Ev şerê di navbera her du aliyan de heta dawiyê didome. Kesayeta me hebûna xwe li hemberî baviksalarî, civak, çanda kevneperest û pergala desthilatdar a zordar ava dike. Helbet ev yek pir zehmet e û nivîskara me li pey bersiva vê pirsê ye: Gelo jineke Kurd dikare hebûna xwe ava bike?

Kesayeta me her çiqas li dijî dayika xwe û tevgerên wê be jî, bêdengmayîna wê rexne dike, lê di dawiyê de, dema ku li neynikê dinêre, di heman demê de pêşî diya xwe û paşê jî xwe dibîne. “Ax, dayika min a feqîrok, te lêvên xwe dan ser hev û te jiyana min û jiyana xwe jî kir gola gû!” Dayika min stûyê xwe xwar kir: “Qîza min a delal, tu li sûcdaran digerî, sûcdarkirin hêsan e! Ez ê bi ku da biçûma? Erd hişk, asîman bilind bû. Tu tenê çavên xwe digirî û devê xwe vedikî! Tu min fêm nakî û min dişkînî!” Dayika min a ku ji neynikê li min dinêrî, min got: “Gelo ev diya min e?” Gava sûretê diya min nêzîk bû, min di neynikê de sûretê xwe dît. (Samancı, 2024, r. 62) Gelo hişkbûna erdê û bilindbûna asîman çarenûsa vê axê ye? Xwîner jî tevlî nivîskarê dibe û li pey bersiva van pirsan diçe.

Bi herikîna hiş, avakirin û hilweşandinê (deconstruction) ve rêbazên serdema nû hatine karanîn. Di heman demê de metafor, remz (zeryaya bêbin, neynik, kevir, genimê hişk) û xweşbêjî jî hêmanên balkêş ên berhemê ne. Siyasetbûna eşkere çav li mînorîteyê diqîrpîne. Dema nivîskar Kurd be, helbet hîmê berhemê li ser hêmana Kurdbûnê tê avakirin. Eger nivîskar jin be, hîmê berhemê jî li ser jinbûnê û hebûna wê tê avakirin. Her çend hêmanên raveker û dîdaktîk carinan xwîner aciz bikin jî, berhem bi xweşbêjîyê serkeftî tê ser hev û kuta dibe.

Şanyar Adir

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *