Ey însanê dunyaperest! Dunya te ya ku tu pir fireh dizanî, qasî qebrekî ye. Feqet ji ber ku dêwarên wê mala ku wek qebrekî teng e, bi cam û şûşe ne, eksê nav hevdu dikin û heta ku çavê meriv dibîne, fireh dibin. Her çiqas qasî qebrê teng e, lê wek şehrekî fireh tê xuyanê. Lewra, zemanê borî ku dîwarê wê dunyayê yê rastê ye û dema pêşerojê ku dîwarê wê yê çepê ye, her çiqas herdu jî, madûm û mirî û tune ne jî, di nav hev de dişewqin û baskên zemanê niha yên teng, vedikin. Heqîqet tevlî xeyalê dibe. Dunyake tune, tu di dilq û dirûvê hebûnê de, dibînî. Çawa ku xet û xêzek, bi lez ba be û bê fitilandin, wek seth û rûbarekî tê xuyanê. Lê bi rastî, heqîqeta wucûda wê, xet û xaleke zirav e. Her wusa jî, bi rastî dunya te, teng e; lê bi xeyal û xeflet û wehma te, dîwarên wê pir fireh bûne. Gava tu di wê dunya teng û tola de, bi lerz û lêdana musîbetekî bilivî, serê xwe li wî dîwarê ku pir dûrî xwe dizanî, dixî. Xeyala serê te difirîne; xewa te, diherimîne.
Ew çax tu yê bibînî ku ew dunya te ya fireh, ji qebrê tengtir e; ji pirê ziravtir û ji siratê bêkeystir e. Dem û dewrana umrê te, ji birûskê leztir diçe; heyata te, ji çem zûtir diherike.
Madem, heyata dunyayê û jiyana cîsmanî û rewşa heywanî, awha ye; ji heywaniyetê derkeve; dest ji cîsmaniyetê berde. Bikeve dereceya heyata qelb û ruh! Tu yê alemeke nûrê û daîreke heyatê ya wusa bibînî ku ji wê dunya ku te fireh dizanibû, firehtir e.
Va ye mifteya wê alemê, ew e ku meriv bi kelîma qudsiya Laîlahe îllallah a ku sir û razên marîfetullahê û wehdaniyetê îfade dike ve, qelbê biştexilîne û ruh bişixulîne.
Mesnewî Nûrîye-210
Weşanxaneya Zehrayê
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…