Dîwana Melayê Cizîrî

Mela, dilekî kûr e; giyanekî mezin e; di helbestên xwe de qala êşên bêhempa û bê tarîf dike.

Carinan li devê deriyê evîndarê, li ser dika derî dibe kûçikekî tûle, “min divê, ser li asîtanê her wekî tûlan nihim” (min divê ez serê xwe li ser dika deriyê te wek kûçikên tûle deynim)

Carinan korekî bêderman e û bi tenê dermanê dîtina çavên wî axa binê lingên yarê ye; “da di çeşman min werîne xakê her wek totiya ya hebib pê lê nihanî baniya wê ew turab”

Carinan ji evînê bi gazin e ji ber ku; “hat der, ji birc û penceran, dil girt û da ber xenceran ev reng e halê dilberan, lew aşiqan xûn bûn ceger” bê ka ew çi celeb birû ye;

Carinan evînê dipesinîne û ji hîva nû dipirse hîva nû jê re dibêje, na gidî ne heddê min e li ber birûyên yarê ez ne tu birû me, ancax ez li ber birûyên yarê dikarim bibim nalên hespan; “min go meha new, çaşitiyê ebrûyê yanî go min, çi hedd e, şubhetê nalê feres im ez”

Carinan qîma xwe bi çûna heccê nayne ji deola çûna heccê li ber çavên yarê secde dibe; “secdeya ber eswedan nadim bi sed hec ekberan”

Weşanxane Belki

Derbar Çand Name

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply