Ji tirkî yol (“rê”) bi heman awayê terîqet û rêç, rêûresm, rêbaz. Bide ber her wisa “oldaş”. Bêjeyên kurdîya îro nikarin bi /y/ dest pê kin û ên deynkirî jî wê axirî winda dikin; bide ber aprax / îprax, hêwaş, Ûsiv, Aqûb, Orşelîm… Bi resenî ji jargona êzdîyan bi ramana “mezheb, terîqet, destayîn”, piştî 90an ji alîyê medyaya bakurî li şûna bêjeka “dîn” dest bi bi karanîn kir (bi wergirtina ku qaşo ew ne kurdî ye û “ol” kurdîtir e) û berbelavtir ket. https://ku.wiktionary.org/wiki/ol
Etîmolojî hevreha dî, ji proto-îranî *dwitī́yah (“ya/ê duyem”), ji proto-hindûîranî *dwitī́yas (“ya/ê duyem”), ji proto-hindûewropî *dwi- (“didu, cuda”). Hevreha soranî (dî), farisîya navîn (dudî, “ya/ê duyem”) avestayî (daibitiia, “ya/ê duyem”), farisîya kevn (du-vi-t̄y, “ya/ê duyem”), sanskrîtî (dvitīya, “ya/ê duyem”), zazakî bin (“dî”), partî (bidî, “ya/ê duyem”), belûçî (aptē, “ya/ê duyem”), peştûyî (bël, “dî”). https://ku.wiktionary.org/wiki/din
Wekî hûn li jor dibînin peyva “dîn”, peyveka hîndo-ewropî ye. Divê em ji dêvla peyva “ol”a tirkî peyva “dîn” bi kar bînin. Balkêşî: Maneyeka dî ya vê peyvê jî heye, ku di îngilîzî de jê re dibêjin “crazy” û di kurdî de “şêt” e. Helbesteka Hozan Cegerxwîn ya bi navê “Ev ne dîn e, dînîtî ye” heye. Gelo we xwendîye?
Em zanin ku dîn di jîyana civak û gelan de roleka pirr giring, karîger û dîyarker lîstîye. Bawerîya me çi dibe bila bibe, dîn li wir e û wa ye li ser kar e, ku duh hebû, îro heye û dibe ku siba jî hebe. Çima? Ji ber ku mirov bergorn (mortal) in û tevî vê teknolojîya berdest a pêşketî jî hewceyî hin palpiştên manewî ne.
Dînê me û bawerîya me çi dibe bila bibe, şaşîtîyek e, ku em dîroka bawerîyên xwe mandela (denial) bikin û ji mêjûya dînên xwe şerm bikin. Dibê ku dînê me yê heyí, yê heq be. lê heke hûn dîroka vî dînî û yên berê nebînin, naxwe hûn nava dînê xwe yê heyî vala dikin, ji ber ku heme bêjin hemû dîn ji ber hev girtine. Wekî mînak, dînê berê yê kurdan Zerteştî bû, ku di wî dînî de jî Xweda (Mazda), Ehreman (Şeytan), dojeh, bihişt, nimej, rojî hebûn. Hetta Pira Selatê ya Îslamê jî hebû, ku di Avestayê de bi navê “Cinvata Pereto=Civata Pirê” derbas dibe. Her wiha, Civata Pirê, di îngilîzî de jî “Community of Bridge” e.
Tewrat dewamîya dînê zerdeştî û yên berî, Încîl dewamîya dînê musewî, îslam dewamîya dînê xiristîyanî ye. Pírtûkên pîroz ên van dînan belgeyên vê dinavhevbûnê de ne.
Divê em ji dînên xwe yê kevnar, wekî zerdeştîyê, fedî nekin, ji ber ku ew ne dînekî sûcdar e û ew jî qencîyê şîret kirîye û li ber xerabîyê rabûye. Wekî ku Mazda dibêje, “Baş bihizire; Baş biaxife; Baş bike; (û ev jî bila şîreta min be!) Dewlemend bibe ji bo tu bikaribî azadîya xwe bikirrî”.
Heyamekê serekkomar R.T.Erdogan ji ehlê Partîya Demê re digot, “hûn zerdeştî ne, hûn ne misilman in”. Bi vê, wî dixwest bi vê angaştê wan di çavên kurdên misilman de reş û sar bike. Ji xwe di rastîyê de ew ne zerdeştî bûn, û ne rast e ku mirov zerdeştîyê wekî dînekî tawanbar şanî bide û di şerê derûnî de wekî amûrekê bi kar bîne.
Dîroka dînan çima giríng e? Ji ber ku heke em dîroka dînên xwe nizanibin, em dînê îro jî tê nagihin û em ê ji alîyê mijarên neteweyî ve duçarî (marûz) îstîsmara dîn û bawerîyên sexte û nêtxirab bibin. Di rewşa îro ya kambax a kurdan de, ma rola şaştêgihiştina dîn a kurdan nîne? Gelên din bi saya dîn, bûn xwedîdewlet, xwedîax, mal û milk. Kurd li ser axa xwe ya bi xêr û ber bûn, û ew yên din ên birçî ji derve hatin li ser serê me xwe bi saya dîn mezin kirin. Dibe ku di heyama dewleta Medya de jî persan dîn wekî amûrekî dagirkerîyê bi kar anîbin, bela ku kurd hingî jî zêde zêde dîndar bûn. Îro, dîn di vê heyama dewletên netewî de bûne “dînên netewî” û bi tevahî ji alîyên pergala dewlêtê ve tên kontrolkirin û di şerê derûnî de wekî amûrên bi karîger tên bikaranîn.
Min çawa ji komputeran hez kir?
Ez bi xwe di bikaranîna komputerê de yekî şehreza û bi şîyan im. Ji ber ku min bi teknolojî û dîroka komputerê baş dizanibû. Ez fêrî mainframê, ZX 81, Spectrum, Commodore 64 û desktop bûm û min ew bi salan bi kar anîn û bi derfet û şîyanên wan jî baş dizanim. Ji lewma min ji komputerê gelekî hez kir. Dîroka komputuran bixwînin. Hun jî dê ji wan hez bikin. Û her wiha dîroka dînan bixwînin, dibe ku hûn bibin dîndarên rasteqîn!
Ka werin em rêwîtîyekê ber bi dînan (ne şêtan!) ve bikin, da ku em dînên xwe yên îro baş nas bikin û xwe ji “dînçîyên birçî, talanker û yayilmeçî” biparêzin.
Dîn, sazûmana raman û tevgerê ye ku mirov ava dikin di encama bawerî û pabendbûna xwe ji bo yek an çend xwedayan de. Di dînan de, xwedê û xwedawend hebûnên pîroz in ku cîhan, mal û milkan diafirînin û tê bawerkirin ku ew wekî çavkanîyên gelek hêzan ın.
Ji demên pêşdîrokî ve, dema ku mirovên pêşîn bi hevjîyana çendîn malbatan jîyana hevbeş ava kirin, ew xwe sipatin hin bawerîyên pîroz, û ev der e ku têgeha “dîn” lê derketîye holê. Ev têgeh di sê qonaxan de pêş ketîye: 1) Dînên fetişdar; 2) Dînên pirxwedayî; 3) Dînên yekxwedayî; (an jî dînên brahîmî). Her sê cureyên dînan îro jî li cîhanê serdest in. Dînên kevin bi dînên pêşketîtir nehatine guhertin. Ji ber ku dîn di nav gel û civakê de ji bilî wijdanê gelek maneyên xwe yên din jî hene. Dîn jî di nav hêmanên ku karakterê gelan dîyar dikin cihekî giring digire. Ji ber vê yekê, heta ku neteweyek xwe înkar neke, ew ê dev ji dînê xwe yê kevneşopî bernede û tenê ji ber ku “pêşketîtir” e, dînekî din hilnebijêre.
Lêbelê, şaxeke zanistê heye ku jê re “erdnîgarîya dînî” tê gotin ku li perisînên (evolution) dîn ên cûda yên sedsalan dikole. Lêkolînên ku ji hêla vê şaxê zanistê ve li ser dînên sedsalên dawî hatine kirin nîşan didin ku dînên fetişdar hin bi hin ditefin û winda dibin. Fetişdarên li Afrîka, Amerîka û Asyayê dijîn roj bi roj dibin misilman an xiristîyan; hin ji wan diçin ser dînên pirxwedayî yên Rojhilata Dûr. Îro, çendîn fetişdar hebin jî, tê texmînkirin ku ew ê di pêşerojeka nêzîk de bi tevahî ji holê rabin. Li Afrîkaya Navîn, ku piranîya raser a fetişdaran lê dijîn, her sal nêzîkî nîv milyonî dibin misilman an xiristîyan.
Ji alîyekî din ve, mezhebên katolîk û protestan ên xiristîyanîyê, tevî ku ji hêla çavkanîyên berfireh ve têne piştgirî kirin jî, nekarîne di nav fetişdaran de serkeftinek sînordar jî bi dest bixin. Du sebeb ji bo vê hene: 1) Bawerîya îslamî, ji ya xiristîyanî pir hêsantir e; têgihiştina wê hêsan e; 2) Dînê xiristîyanî emperyalkerîya ewropî temsîl dike, ku afrîkî jê nefret dikin ji ber ku ew ji hêla wê ve hatine mêtin û çewisandin. Ji alîyekî din ve, tê texmînkirin ku kêmneteweyên xwecihî yên amerîkî yên li Amerîkayê ku fetişdar mane jî tevlî mezheba katolîk bûne. Hîn jî fetişdar li deverên herî dûr ên Asyayê (wek Borneo, Giravên Fîlîpînê, û hwd. ) wekî hindikahî dijîn.
Dînên ku em jê re dibêjin pagan jî hene. Di dînên weha de, mirov perestîyê ji bo hin fetişên wekî dar û ajalan dikin. Di van dînan de, sêrbazî û raz (mystery) pirr giring in.
Damezrînerê Îslamê, Mihemmed Pêxember, ji binemalekê hatibû ku parêzvanê Kabeyê bû. Haşim, kurê Zeyd, yek ji pêşîparêzên Kebeyê, koçî Medîneyê kiribû, lê kurê wî Ebdulmuttelib vegerîyabû Mekkeyê û kevneşopîya parêzvanîya Kabeyê ya malbatê domandibû.
Wekî ku tê zanîn, hem Tewrat û hem jî Incîl bi nivîsên bi tevahî guhertî heya roja me mane. Quran tekane pirtûka ku heta roja îro bêyî ku peyvek jê li ser kaxezê were guhertin heta îro maye. Ji ber ku Îslam di sala 610an PZê de derketîye holê, ji ber vê yekê, ew dînê herî nû ye. Pêxemberên van hersê dînên ku pirtûkên wan hene, wekî resûl têne binavkirin. Û nebî hene, ku Xwedê car caran wan dişîne da ku mirovên avarê û jirêketî ber bi rêya rast ve bibin. Lêbelê, nebî nikarin şerîateka nû bînin. Ji van nebîyan yên herî giring nebîyên wekî Nûh, Smaîl, Yehya û hwd nin.
Li gorî dînê mûsewîtîyê, hem xiristîyan û hem jî misilman “kafir” in. Xiristîyan tenê dînê mûsewîtîyê wekî dînê rewa nas dikin. Du dîn hene ku dînê misilman wekî rewa nas nakin: Mûsewîtî û xiristîyanî.
DÎN DI CIVAKA MIROVÊN PÊŞÎN DE
Dînê mirovên pêşîn pirr sade bû. Wan perestî ji hêzên dermirovî dikirin da ku wan ji xetereyên cûrbecûr biparêzin, daxwazên wan pêk bînin û ewlehî û parastinê ji wan re peyda bikin. Mirovên pêşîn hewl didan ku hestên xwe bi rêya reqsê yan lavayan vebêjin, ku bi wê bawer dikirin ku bi vî rengî ew ê êş û azarên xwe bigihînin xwedayan. Lêbelê, di hin eşîrên pêşneketî (primitive) de, têgehên dîn û xwedê ne pir giring bûn. Ji bo nimûne, her çend eşîra Veddah li Seylanê nemirîya xwedayan û gîyanan qebûl dikir jî, kevneşopîyên wan ên wekî qurbanîdan ji bo xwedeyan tunebûn. Ew tew nexdiwestin bifikirin ka xwedê li ku derê ye, ka bi çi şiklî ye. Di nav eşîrên nepêşketî yên Amerîkaya Bakur de, xelk bawerîya xwe bi xwedê dianîn lê tiştekî wekî perestinê nedizanîn. Xwedê ji bo wan hebûnek ewqas dûr bû, têgehek ewqas bi tevahî bîyanî bû ku ew nikaribûn li bendê bin ku xwedê destwerdanê di karûbarên wan ên rojane de bike an jî xwe mijûl bike bi zehmetîyên ku divê mirov bi xwe çareser bikin. Dema ku ji eskimoyan dihat pirsîn ka kî dinya afirandîye, ew bersiv didan: “Em nizanin, û em naxwazin bizanin.”
Xwedayên dînên kevnar, hêzên xwezayî bûn. Ew berpirsîyar bûn ku jîyanek baş ji bo mirovên li ser rûyê erdê peyda bikin. Carinan qehreman an kesên giring ên ji demên berê jî wekî xweda dihatin hesibandin.
Di heyamên kevnar de, jîyana piştî mirinê bala mirovan nedikêşa. Bi rastî, mirin û jîyana piştî mirinê ji wan re têgehên bîyanî bûn û hêvîya wan nebû ku îdealên xwe bi cih bînin. Bi zemanan re, pêxember (Messenger) û kesayetîyên dînî yên din îdealên mirovan bi pêşerojê (future) ve girêdan û derîyekî nû yê hêvîyê ji wan re vekirin. Dînên nû yên ku derketin holê, mizgînî didan ku mirov dê di jîyana piştî mirinê de bigihîjin bextewarîya bêkêmasî û rastîn. Rehetîya mirov piştî mirinê bi tevahî bi xwedê ve girêdayî bû. Bi demê re, mijarên wekî vejîna piştî mirinê û jîyana nemir ji bo mirovan bûn mijarên pirr balkêş. Heta ku dînên îroyîn derketin holê, mirov hîn jî li benda xwedayan in da ku li wê dinyayê jîyaneka nemir û bextewer bexşî wan bikin.
Hin kes dibêjin ku çavkanîya dînan tirs e û dayika dînan tirs e. Erê rerast e, tirsa ji mirinê roleka pirr girîng lîstîye bi taybetî di derketina holê ya dînan de. Mirovên pêşîn bawer nedikirin ku mirin bûyerek xwezayî ye. Bi demê re, mirov gihîştin wê encamê ku her zindîyek xwedî gîyanek an jîyanek veşartî ye. Va ye, dînên pêşîn ji vê bawerîyê çêbûne. Li gorî bawerîya ku her zindîyek xwedî gîyanek e, helbet hejmara hebûnên ku bên perestin jî pirr zêde bû.
Tê zanîn ku yekem xwedayê ku mirovan jê re perestî kirîye Heyv bûye. Xwedayê Heyvê wek zilamekî bedew û pirr bi hêz dihat xeyal kirin. Ev xweda bi taybetî bi jinan re eleqedar dibû, û heta mirov bawer dikirin ku ew di demên dîyarkirî de jinan dixapîne.
Nayê zanîn kengî Heyv bi Rojê ve hatîye guhertin. Bawerî heye ku Xwedayê Rojê derketîye holê di serdemekê de ku mirov dev ji xwarina tenê goştê nêçîrê berdan û dest bi çandina sebze û fêkîyan kirin. Piştî Rojê, Erd (Earth) hilkişîya cihê xwedayî. Lêbelê, dîsa jî Roj xwezaya xwe ya xwedahî winda nekir. Heta îro jî, japonî bawer dikin ku împaratorê wan kurê Xwedayê Rojê ye. Kurdên êzîdî îro jî gava lava û dua dikin, berê xwe didine Roja hilatî.
Di dînê zerdeştî de ev xweda hebûn: Mithra = Ronahîya Rojê; Aramatî = Erd; Vayu = Ba; Agni = Agir; û Homa = Serxweşî (di lehçeya zazakî de bi navê xweda). Perestî ji hêla kahînan ve dihat kirin, ku ji wan re “Kavî = dîtinvan” (peyva kurdî “qewîn”), “Karapanî = qurbanîvan” (peyva “qurban” ji vê tê), “Ricikhs = rîspî” (mirovên aqilmend) digotin, ku her yek ji yên din serbixwe bû.
Indra xwedayê bahozê û şer, wêrankerê berhem û bajaran, îlhama artêşan û xwedîyê birûskê ye. Lêbelê, Zerdeştî tenê maneya kiryarên wêranker lê bar dikin. Lê hindûyên xwedîlojîk, dibînin ku heman bahoza ku zirar dide berheman û li dar û avahîyan dixe, di heman demê de xwedîrêbaza zibilkirina erdê û paqijkirina hewayê bû, ango wê ji du bergehan ve dinirxandin, ku hem di xezeba xwe de tirsnak û hem jî dîyarkerê gelek xêr û beran.
Asîmana tijî nenas, di nav xwedayên mirovên pêşîn de cihekî giring digirt. Di mîtolojîya yewnanî de, xwedayê herî mezin Zeus, Xwedayê Ezmanan e. Hema bêje hemû civakên nepêşketî hestên zayendî pîroz dihesibandin û ji wan re perestî dikirin. Hin civak Xwedayê Seksê di şiklê mar de xêz kirin. Bi vî awayî, wan dixwest rave bikin ku hestên cinsî bingeha xerabîyê pêk tînin. Şîyarbûna cinsî wekî nîşanek dihat hesibandin ku mirov gihîştîye temenê ku ew dikarin qencî û xerabîyê ji hev derxin. Hema bêje di hemû dînên nepêşketî de, gelek xwedayên evîn û şehwetê hene. Gelo zanîyar der heqê wî peykerê zilamê bikîr ê Girê Mirazan de çi di hizirin.
Xelkê eşîra Ojibuwa ya Hindistanê ajalên (çelek!) pîroz ên ku ew jê re perestî dikirin wekî “totem” bi nav dikirin. Bi vî awayî, bû kevneşopîyek ku ajalên din ên ku têne perestin wekî “totem” werin binavkirin. Dînên weha wekî “totemdarî” têne binavkirin. Bingeha totemdarîyê, di rastîyê de, li ser hîmê tirsê ye. Mirov ji ajalan re peristî dikirin ji ber ku wan ew ji xwe bilindtir û bihêztir didîtin.
Nêrînên mirovên pêşîn ên der barê dîn de dikaribûn bi demê re biguherin. Piştî ku wan hebûna hêzek dermirovî dibihîst, ew ê yekser xwe bi vê hêzê ve girêbidana. Ewqas ku, bi hemî hest, raman û tevgerên xwe, wan xwe girêdayî van hêzên serdest dihesibandin. Ew hewl didan ku qencî û xerabîyê li gorî hêzên ku pê ve pabend bûn ji hev derxin. Pirseka min ji we heye: Gelo di jîyana rasteqîn de hemû ayetên di pirtûkên pîroz de tên bicihanîn yan na? Dibe ku li gor şert û mercên heyî hin desthiladarên dîn rabin hin “fetwayan” bidin û hin “mekroh û gunehan” rewa bikin. Navê ayeta “enfal”ê bînin bîra xwe!
Mirovan ne tenê ji ber tirsê perestî dikirin, lê di heman demê de ji xwedayên xwe hêvî dikirin ku bibe alîkar di pêkanîna hin tiştên ew bi xwe nekarin bikin yan nekin jî. Mirovên pêşîn hewl didan ku tiştên ji xwedê dixwazin bi rêya hin tevger û reqsan şanî bidin.
Ew hewl didan ku daxwazên xwe bi teqlîdkirina awayê ku ew dixwazin hin tişt hebin, bigihînin xwedayên xwe. Wekî mînak, mêrek ku dixwest jina wî bi hêsanî zayînek bike, kevirek di navbera lingên xwe de didewisand, dûv re xwe li ser nivînan dirêj dikir û ew bi zorê derdixist. Bi vî awayî, ew di karîgerîyê de ji xwedê lava dikir da ku alîkarîya jina wî bike da ku jina wî bi rehetî zarok bîne dinyayê.
Mirovên pêşîn bawer dikirin ku nebat jî, mîna mirovan, bi rêya şabûnê (sex) zêde dibin. Ji ber vê sedemê, ew di dema çinînê de diçûne zevîyan û li erdê seks dikirin. Çi acêb e! Di dînê zerdeştî de, gîyanê Geus Urva (Gîyanê Erdê) di erdê de niştecih e, wê zindî dike mîna ku gîyanê (spirit) mirov laşê wî zindî dike. Di demên berê de, dema ku mirov dest bi cotkirina axê kirin, giyanê erde “Geus Urva” bi dengekî bilind qêrîya, difikirî ku jîyana wî di xetereyê de ye, û ji firîşteyên mezin û Mazda alîkarî xwest. Lêbelê, wan li hember lava û tikayên wê xwe kerr û lal kirin, ji ber ku Mazda ferman dabû ku divê çandinî hebe, û ew hiştin ku êşên xwe bi qasî ku ragire bikişîne. Dihat hêvîkirin ku bi demê re êşên Geus Urva dê naşir (callus) bigirin û ew ê kifş bike ku bi xêzik tenê ne xeternak in, her çend ew dikarin biêşin jî. Bêguman, peyvên “ga” (ox) û “arvan” (flour) ên kurmancîya îro ji gîyanê “Geus Urva” tên. Belkî bawerîya civaka neolitik ya Girê Mirazan û derdora wê jî dişibîya bawerîya zerdeştîyan. Di vir de, tiştekî balkêş bala min kişand: Di derûnasîya îro de jî naşirgirtina (become callous) hestan û êşan heye. Zeman saxkerê êşan e!
Li hin deveran, ji bo ku dijmin zû mexlûb bibe, ew berî şer gelek derzî di nav peykerê mûmî yê fermandarê dijmin de diçikandin. Ew bawer dikirin ku ev yek dê ji bo wan rehetîyê û ji bo dijminên wan dijwarîyê bîne.
Hema bêje di hemû dînên destpêkê de, kevneşopîyek hebû ku ji xwedayan re qurban didan, bi taybetî keç û zarokên ciwan ji xwedayan re dihatin qurbanîkirin. Îro, ew kevneşopîya ku ji bo xwedayan mirov qurban dikirin rabûye. Lê dîsa jî, tew di dînên îroyîn de jî, kevneşopîya qurbanîkirina ajalan berdewam e.
Binînin di xêr û xweşîyê de.
Mazda Pola
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…