Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn ser bêjimar mal û peran. Tiştek tenê jî ji bazirganan re nehiştin.
Bazirganan ax wax û zarezar kirin û ji wan re gotin bi xatirê Xwedê û Resûlê wî malên me bidin me. Lê ev gotin tu feyde neda. Jixwe dema diz biserkevin hayê wan ne ji tirsa Xwedê ne jî ji tirsa Pêxember dimîne. Xema heram û helal nakin.
Hekîmê Luqman jî di nav wê karwanê de bû. Bazirganek jê re got: -Ji kerema xwe bi çend peyvên xweş û bi hikmet şîret li wan bike dibe ku li wan tesîr bike û hinek malên me bidin me. Lewra heyf e ewqas keda destên me ji destên me derkeve.
Luqman Hekîm wisa got: -Heyfe ku ez gotinên bi hikmet ji van bêbextan re bibêjim. Ji bêbext û dilreşan re şîret û nesîhet feyde nake. Lewra bizmarê ji hesin di keviran de naçe û dişikê.
(Sadullah Taşan, Ji Bo Aramiya Dilan Hîkmet Bi Hikayet)
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…