Virr û Derew

Ger te divêtin tu bibî mîr û ser û muteber

Kizb û xîlafî mebêj ger te bikin ker bi ker.

Ehmedé Xanî

 

Virr û Derew

Ji rastgotin û dirustahiyê qenctir û baştir sifet tuneye. Weharenge ji derew û virran pîstir, qirêjtir sifet jî tuneye.

Bo vê yekê, mimkine ku mirovê bawermend ê bawerî bi heyîna Xweda anî û bawerî bi heyîna axîretê anî bikeve şaşîtiya diziyê, xeybetê û fehşê, belê ew nakeve şaşîtiya gotina nerast û gotinên derew.

Ji bo vê yekê Xanî dibêje: Heger tu bixwazî bibî mezin û rêberê gelê xwe, û gotina te di civakê de meqbûl û muteber be, tu caran derewan neke welew ku tu bizanî dê tê bibî qet qet û perçe perçe, cardî jî derewan neke. Ger te divêtin tu bibî mîr û ser û muteber Kizb û xîlafî mebêj ger te bikin ker bi ker.

Abduhadî Botî

About Rêvebir

Check Also

Ji min nayê

Ji min nayê behsa siyasetê bikim. Ji min nayê behsa qenciyê bikim, ne jî xerabiyê. …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *