…Rojek hevaleke min li min geriya, ji min re got were em herin medresê cem seyda. Em pêre sohbet bikin, jê sûd bigrin û duayên wî bistînin. Min got baş e, em herin. Wextê em çûn cem seyda gelek kêfxweş bû. Pîştî sohbetek xweş berê xwe da min û got: “Evdile! Navbeyna te û midûrê te çewa ye? Min got: “Baş e, hinek pirsgirêk hene lê ne giring in.” Seyda got: “Hayê me ji pirsgirêkên we heye. Rêveberê we xizmê min e. Pêşiya çendek hatibû ba min û ji min re behsa xwe û te kiribû. Gengeşa di navbera we de telebê me jî bêgav dike ku her heftî roja septê werin mektebê. Ji ber giliyê te rêveber ditirse feqeyên me derbas bike. Ez dixwazim te jî guhdarî bikim. Navbera we xweş bikim û we li hev bînim. Min ji seyda re got: Madem cenabê te meselê vekir. Ezê ji serî heta binî sebebên nexweşiya di navbera me bibêjim.
Dema min gotinên xwe xilas kir hema demildest li zîla ber destê xwe da. Dema dorevan kete hindûr jê re got: Feqiyê hêja! Gazî kurê min bike. Dema kurê wî hat seyda jê re got: Ka meselê ji Mamoste Evdile guhdarî bike. Çewa em dizanin ne wisa ye. Lê kurê seyda hêj mesela me ji min guhdarî nekir got: Bavo! Evdile Xoce di wextê ders de diçe mescîdê û dersên xwe piştguh dike. Ji ber vê yekê di navbera wan de pirsgirêk derdikeve. Çewa wisa got bêhna min teng bû û zêde hêrs bûm. Di wê hêrsbûnê de min got: Hêj te min guhdarî nekiriye tu çewa gihişt vê qenaetê. Madem tu wisa dibêjî ez aşitî naxwazim. Çi bibe bila bibe. Di heyata xwe carek tenê jî min ji bo limêja xwe dersên xwe piştguh nekiriye. Jixwe yê bixwaze di navbera nîvro û di bêhnvedanan de dikare îbadetên xwe yên şexsî bike. Madem tu wisa dibêjî hodrê meydan hûn bixwe komisyoneka bêteref ava bikin. Bila lêkolîn bikin di encamê de ku midûrê min mafdar be ezê lêborîna xwe bixwazim û ji giliyên xwe biborim. Lê ku di encamê de min mafdar derxin bila rêveber uzrê xwe bixwaze û heqên min bide min. Piştî vê pêşniyariya min kurê seyda got: Midûr dê çewa ji mamosteyê xwe lêborîn bixwaze? Ev yek qey çêdibe? Ji ber vê cewabê zêdetir hêrs bûm û min jê re got: Kî be û çi be jî divê ji mafdar lêborîn were xwestin û heqê mafdar were dayîn. Qey ev tiştên tu dibêjî edalet e? Qey di zemanê Pêxemberê Xwedê (sxl) û sehabeyan de dewayên di navbera mirovan de wisa çareser dibû?
Seyda nexwest nîqaşa me zêde bibe. Kete navberê bi niyeta xêr û çêkirinê got: “Ji bo aramiya we û dibistanê dixwazim we li hev bînim.” Zehf hurmeta min ji seyda re hebû û hêja jî heye ji ber vê yekê min got: Seyda dîsa jî ji bo xatirê te ezê lê mêze bikim. Ku jixwe mafên min da min emê lihev werin. Min şerm dikir li ber seyda bigota qetiyên bi vî awayî aşitî nakim û ji daxwaznameyên xwe naborim. Lê dema çûm malê min ji kurê seyda re wisa peyam şand: Ev yek çênabe. Ez aşîtî naxwazim. Hûn tevlî ninaqeşa me nebin. Her çî bad abad. Çi bibe bila bibe ne xem e.
Erê erê, mixabin zehf mirov dikevin bandora hestên xwe. Edalat ku xweşê wan were qebûl dikin. Ku li dîjî wan be li xwe nagrin. Di navbera mirovan de teref digrin. Meqamên xwe ne ji bo riza Xwedê ji bo berjewendîyên xwe bikartînin. Ev yek jî mirovan ji dîn sar dike. Baweriya bi aliman xilas dike. Ya rast ew e ku kurê mirov be jî mirov bi edalet hikum bike. Di navbera însanan de teref negire. Li gor Xwedê û Pêxamberê wî biryar bide. Razîbûna Xwedê û Resûlê wî ji her tiştî çêtir e. Ellah (cc) di vê warê de wisa ferman kiriye:
Gelî bawermendan! Eger du kom ji bawermendan li hev bidin, wan li hev bînin. Ger yek ji wan êrîşî yê din bike, heta ku li hukmê Xwedê vegere hûn şerê koma ku êrîş kiriye bikin. Ger ji êrîşkariya xwe vegere êdî bi edaletî navbera wan çêkin û di her kar û barî de bi edaletî bikin. Bêguman Xweda ji yê bi edalet hikm dike hez dike. (1)
Gelî muminan! Hûn di hemû karen xwe de heta ku ji we bê, ji bo Xwedêalikariya heqiyê bikin û bibin şahide adil. Bila kîna we ya li hemberî civatekê we neajo bêedaletiyê. Adil bin. Ev nêztirê teqwayê ye. Ji Xwedê bitirsin. Bi rastî Xweda bi ya ku hûn dikin Agahdar e. (2)
Gelî yên ku bawerî anîne! Ger di eleyhê we de be, yan jî di eleyhê dê û bav û mirovên we de be jî bi dadperweriyê rabin û ji bo Xwedê şahdeyiyê bidin. Eger ew mafdar û mafjêgir dewlemend an feqîr bin, vêca Xwedê ji herduyan pêşdetir e ji we. Nedin pey daxwazên xwe û ji edaletê şaş nebin. Eger hûn zimanê xwe li şahidiyê xwar bikin (rastiyê biguherînin), yan jî berê xwe ji şahidiyê vegerînin bêguman ji ya ku hûn dikin Xwedê agahdar e. (3)
Sadullah Taşan
Ji Pirtûka Hikmet Bi Hîkayet
Weşanxaneya Nûbiharê
1 Sûreta Hucûrat, 9.
2 Sûreta Maîde 8.
3 Sûreta Nîsa 135.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…