Ji Nûbiharê 4 Pirtûkên Nû

Stêrikên Vebirûsî – Henan Cefer

Kurtehelbest cureyek wêjeyê ye ku bi kurtî û radestkirina rasterast ya raman an peyamê bêyî tevlihevî û xemilandî ye. Wêjeya kurt bi ramanên sereke ve bisînorkirî û rasterast û bi rêkûpêk ragihandina wan diyar dibe. Mebesta wêjeya kurt ew e ku bi hindik peyvan ramanên kur derxîne û di demek kurt de bandorek kûr li xwendevan bike.

Ev berhem bi hestên zîz û ramanên kûr, bi karanîna peyvên hêsan û xweş hatiye nivîsandin, xweşiyên jiyanê û serpêhatiyên kesane di nav rûpelên vê berhevokê de ne, ji dozên evînê û dilopên êşê hûnandîne da ku dîtiniyeke xweşbîn bibînin ji bo paşerojê.

Ew helbest ku mîna stêrkan dibiriqine di asîmanê jiyanê de ne.

Ebdirihman Ebdo

Mishefa Salixdêrekî Herfperest – M. Zahir Kayan

Helbestvan tenê ristên hestyarî, dilînî ên bi coş, bi aheqafiye neqiş nake, helbest ezameta ristê, xweşikiya nexş û moçikên herfan, peyvan jî derdixe rû dinyayê; helbest ‘Neynikeke Efsûnî’ ye, tûvala ‘Hundirê Helbestvan’ nîşan dike; pêwistiya, taybetiya, muhteşemiya ‘Herfan’, ‘Peyvan’ derdixe meydanê; helbestvan Ruhê Zimên, dilê Zimên, Ahenga Zimên bi raya ‘Tilsima Hêmayê’(remz), bi estetîk û forma herf û peyvan radixe pêşberî çavên helbesthezan; di vê berhemê de her helbestek ‘Tilsimek’ e, Bazbendek e, Îdol û Sembolek e, rola tilsiman çi be, di helbestê de rola hêmayê, herf û peyvê jî ewe; di nezera efsûnbazan de, minciman de, sîmyagêran de tilsim, bazbend, fevk çi be, di nezera helbestvanan de jî hêma, rist, herf û peyv ew e.

Methiyeyek Bo Şeytan – Hikmet Gülmez

Methiyeyek Bo Şeytan, romaneke balkêş e ku di navbera felsefeya xerabiya mirovahiyê û çîroka sirrê ya kuştinan de diherike. Prologê romanê, mirovatiyê rexne dike û dipirse: Ma mirov ne belayê herî mezin ê gerdûnê ye?

Di nîvê şevê de li kolanên Stenbolê, dengê guleyan bi navê MARDO re olan dide.

Derya, mamosteya berê ya ji jiyana qutbûyî, baholeke piçûk digre û di nîvê şevê de direve.

Taylan, şervanekî berê yê rêxistinê, dizane ku navê wî di listeya mirinê de ye.

Xwîna Îmam Feraset û Çinar Zatî jixwe hatine rijandin. Xwîn li çopên Stenbolê diherike.

Evînên qedexekirî, xayîntiyên bi salan veşartî, îstîxbarata qirêj û deynên xwînê…

Hemû bi hev re derdikevin holê û dojeha mirovahiyê bi xwîna nû tê boyaxkirin.

Ev roman, qasî ku çîrokeke sirrê ye ewqas jî pirsên felsefî yên li ser rastiyê û xerabiyê jî vedike. Naverok, bi şêwazeke ku xwînerê dikişîne nav dojeha mirovahiyê, heya dawiya romanê kelecanekê pêşkêş dike.

Yamalı Peyzaj Kürtçe Roman Yazımının Özerk Bir Alan Olarak Oluşumu (1935-2017) 

Ferzan Şêr

Kurmancî romanda son yirmi yılda gözlenen üretim artışı, yalnızca sayısal bir çoğalma değil; aynı zamanda yeni bir kültürel alanın ortaya çıkışına işaret eden daha derin bir dönüşümün parçasıdır. Buna karşın bu birikim, bugüne dek sistematik bir kuramsal okumanın konusu yapılmamıştı. Elinizdeki çalışma, tam da bu eksikliği gözeterek, Kürtçe romana dayalı özerk bir edebiyat alanının oluşup oluşmadığını disiplinlerarası bir çerçevede inceliyor.

Roman türündeki genişleme, yayıncılık pratiklerinin çeşitlenmesinden yeni yazar kuşaklarının ortaya çıkmasına; okur beklentilerinin dönüşümünden görsel–işitsel kültürün aldığı yeni biçimlere kadar, Kürtçe kültürel alanın bütününde hissedilen kapsamlı bir yeniden yapılanmayla beraber ilerledi. Bu süreç, yalnızca edebi türlerin çoğalmasıyla sınırlı kalmadı; romanın toplumsal rolünü, bilgi üretimindeki yerini ve kamusal alandaki işlevini yeniden tanımlayan yapısal değişimleri de beraberinde getirdi.

Kitap, bu dönüşümleri anlamlandırmak için postkolonyal kuramın sunduğu kavramsal imkânlardan yararlanıyor. Kolonyal bilme biçimlerinin bıraktığı izler hâlâ kurumlarda, hafıza mekânlarında ve kolektif bilinçte varlığını sürdürürken; postkolonyal perspektif, tarihsizleştirilmiş halkların tarihini, susturulmuş dillerin ifade gücünü ve nesneleştirilmiş toplumların özneleşme süreçlerini görünür kılmayı amaçlayan bir düşünme alanı açıyor.

Bu çalışma, Kürtçe romanı yalnızca bir edebi tür olarak değil, modern Kürt kültürel alanının kurucu unsurlarından biri ve toplumsal dönüşümlerin izlenebildiği eleştirel bir pratik olarak konumlandırıyor. Böylece, Kürtçe roman üzerine süregelen tartışmalara kuramsal bir derinlik kazandırmayı ve romanı bölgesel–küresel edebiyat alanlarıyla ilişkileri içinde yeniden düşünmeyi hedefliyor.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovara Rewşenbîr, hejmara xwe ya nû derket

Kovara Rewşenbîr, bi hejmara xwe ya nû û bi dosyaya sereke ya “Ji Duh Heta …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *