1 – “Tiştek xweşik heye
Xwedê ew daye,
Zana û roniye
Heft derî lê ye
Kî nezane bê mêjî ye!“
2- “Ji goşt û hestî ye
Pênc şax û bi destî ye
Sed û yek huner lê ye
Li heywana pê ye
De bêjin ev çi ye?“
3- “Cêwîne li kêlek in
Ne goşt in, lê nermik in
Dengan kom dikin
Ev çi ye, de fem bikin!“
4- “Ne dest e, lê wek hev e
Ne şe ye, wek melêv e
Pehn dibe bi erdê ve
Mirov dipîve gav e!“
5- “Wek stêrkan diçirûske
Deriyê wê wek brûsk e
Rondik daavê wek nîsk e
Li ser dileqe brû û bisk e
Kî ker nebe, wê naske!“
Amadekar: Fergîn Melîk Aykoç
Mamosteyezimanekurdi.blogspot
————————————————————–
Bersiv: 1- Serî, 2- Tilî û dest, 3- Guh, 4- Ling, 5- Çav