Deh karên şaş ku derbê li mejiyê we didin

Deh karên şaş ku derbê li mejiyê we didin:

1-Ya ewil nexwarina taştê ye.

 Kesên ku taştê naxwin şikera xwîna wan tê xwarê û digehîje asta xwe ya herî kêm. Ew rewş dibe sedem xwareka pêdivî negihîje mejiyê meriv û mejî nikare karên xwe bi başî bi cih bîne.

2-Zêdexwarina xwarekê jî derbê li mejî dide.

Zêdexwarin dibe sedem damarên ku xwînê digehînin mejî hişk bin û kêmbûna xwîna mejî astengek li ber wê ye û nahêle mejî erk û wezîfên xwe bi cih bîne.

3-Kişana cixarê bandorekî nehînî datîne ser mejî.

Kişana cixarê dibe sedema biçûkbûna mejî û însan zûtirê pêrgî nexweşiya Alzaymêr yan ku jibîrkirinê dibe.

4-Her qasî dikarin xwarina qend û şikerê kêm bikin.

xwarina bê reje û zêde ya qend û şikerê dibe bayîs laşê meriv nekare pirotêînên li xwarekan de vergire, li rewşekî wiha de laşê me tûşî kêmasiya madeyên pê hevce dibe û rê li ber çalakî û geşatiya mejî tê giritn.

5-Hawar û yeman ji destê hewaya gemar û qirêj! Ger dikarin xwe ji vê diyardeya jiyana modern dûr ragirin.

Mejiyê me anegorî endamên din ên laşê me zêdetir ji hemiyan hevcetî bi Oksîjênê heye. Her qasî hewa temîz be ew qad jî Oksîjêna wê zêdetir e. Gava em li nav hewaya gemar de ne û wê dikişînin nav dil û pişika xwe, Oksîjêna pêhevce nagihîje mejiyê me û mejî nikare kar û pêsparteyên xwe bi awayek dirost bi cih bîne.

6- Kêmxewî û bêxewî derbê li mejiyê me dide.

Razan yan nivistin dibe bayîs mejiyê me bihna xwe vede. Însanên ku bo midehekî dirêj têra xwe ranazin yan naxevin, silûl yan ku şaneyên mejiyê  wan bi awayekî lezgîntir dimirin û ji beynê diçin.

7- Bona ku mejiyê we baş kar bike wextê razanê serqût yan ku servekirî razên.

Ger hûn wextê razanê serê xwe bipoşînin yan girêdin dîoksîda kerbon li mejî zêde dibe û Oksîjêna wê kêm dibe û ew rewşe bandora xerab li mejî dike.

8- Xebtandina mejî li wextê nexweşiyê de karek nedirust e.

Gava însan nexweş e nabe karên çetin bispêre mejiyê xwe, ji ber ku li rewşa nexweşiyê de mejî nikare karên xwe yên normal bike û xistina karên giran ser mejî li rewşên weha de, derbê li mejî dixîne.

9- Kêmbûna nihêrîn û fikrên pozêtîv jî bo mejî bi xeter e.

Em hewil bidin bi çevekî pozêtîv û erînî berê xwe bidin xwe û dinyaya derûdora xwe, ji ber ku nihêrîn û fikrên nêgatîv dibin bayîs mejî biçûk bibe.

10- Xeberdana kêm jî bo mejî nebaş e.

Li nav komên dost û nasiyaran û tevî merivên malbatê zêdetir biaxivin û xeber bidin bila mejî çalaktir be.

Û gotina davîn riya herî baş bo xebatandina mejî eva ye ku em bona fikirîna ser mesele û mijarên curbecur jê êstifadê bikin.

Menûçêhr Tariverdî

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply