Çîroka Êzingvan

Merivekî, di xewna xwe de kesên mezin dît û ji wan pirsî ku rêya kurt a karkirina loqê helal dê çawan bibîne. Wan jî rakir wî camêrî û birin daristanê, fêkiyên cure bi cure danê. Tehma fêkiyên ku dixwar bêhempa bûn û bi hêsanî dikaribû bi dest bixista.

Peyre mêrik qerar da ku perê di berîka wî de ye dê bide feqîrekî.
Xwe bi xwe re got: “Ji xwe êdî ne hewce me ku ez li rizq bigerim.” Feqîrekî dît. Êzingan dikişand. Westiyabû. Biryar da ku perê xwe bide vî feqîrî. Ew feqîr jî ji dostê Xwedê bû. Daxwaza mêrik fêm kir û çû balê. Êzingê xwe ji pişta xwe danî û got: “Xwedêyo, Tu bi qedrê mezinahiya navê xwe bikî ku van êzingan bibin zêr.” Êzing li ber çavên mêrik bûn zêr û bi carekê ve li ciyê xwe şaş ma. Di wê navberê de êzingvanî got: Xwedêyo, kesên mezin naxwazin bên nas kirin, ji ber vê sedemê van zêran dîsa bifetilîne êzingan. Û ew zêr carek din bûn êzing. Dawiyê êzingvan êzingên xwe avêt pişta xwe û berê xwe da bajêr.

Ji Salnameya Nûbiharê

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çîrok | Karwan û Eşqiya

Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *