Mihemedê Mistoyê Sofî Seîd xençera wî di ber wî de destê wî li ser doxa xençerê mîna destê hezkirya xwe girti be wisa doxa xençerê zeft kiri bû û ji ê derdorê re pesnê xençera xwe dida:
-Zergana min li hem ber wê tiştek xwe nagire.
Dixwaze bila pola be dema devê wê têkeve pola; ew pola bixwe mîna goştê masî wê ji hev bikeve. Zergana min ji bo roja giran e. Ew ne mîna şûr û xençerê xelkê mîna dehs û kalûçka palaxê ye. Ji devê wê re ji bilî goşt û movikên mirovan her tişt lê heram e. Serê pozê wê pênûse, xwîn jê re hibra kaxizêye . Eger xwe bilivîne ewê dîroka şeref û rûmetê binîvîsîne. Zerganê ji şer û pêve tiştekî naxwaze. Zerganê şer dixwaze.
Mihemedê Mistoyê Sofî Seîd her ku wîsa dibêje ê derdorê dibêjin erê qey ne wisa ye; pê dikenin û henekên xwe pê dikin. Ji ber ku Mihemedê Mistoyê Sofî Seîd merivekî hûrik û zeîf bû zarokek wî dehf bida wê heftê û dû teqil bida xwe. Dema hinek bi ser wî de radibûn dibû mîna kerr û lalan. Deng jê der nediket. Temama gundiya, nas û cîranan kesî bi navê wî bangî wî nedikirin. Jê re digotin Hemedok yan jî Hemedokê Newêrek.
Zerganê navê dergîstiya kalkê Mihemed a Sofî Seîd bû. Rojekê Zerganê di govêdeyî leşker dora gund dorpêç dikin. Çar nefer leşker dikevin hindirê kovê. Di kovê de Zerganê bi tena serê xwe ye. Ev her çar neferên bê xîret çav ber namûsa wê didin û xwestin dest bavêjin wê. Dema evan eskerên çav qehp bi ser wê de diçin hema Zerganê xençera xwe çawa dikşîne li zikê yekî dixwe û hûrê wî bera ber wî dide. Derba didûwa jî mecal dike li zengerolka yê din dixwe yê din jî li ser kezebê dixwe. Her sê leşker di wir de heram dibin. Lê bêbavê din devê tifingê dixe mohra eniya Zergana reben û wê li wir dikuje. Li ser vê yekê gundê wan tê şewitandin û gelek mirovên gundî dikûjin. Ê ku xwe avêtin paxla çiyê ji devê tifingên zaliman xelas dibin.
Şêx Ehmed şêxê kalkê Mihemed şêxê Sofî Seîd bû. Şêx Ehmed merivekî pir bi heybet bû. Hem hisap û kitaba wî xurt bû û hem jî dilxwaz û dilnexwaz; dost û dijminan jî hisabê wî dikirin. Ew ne mîna hin şêxik û melayên ku li ser hirya miha rûnê û xwe di nava kincên hevrîşîmî de bi xemilîn û bi gevizîn e. Şev û roj kitêb dixwend û tiştê dixwend bi gelê xwe re par vedikir. Derde wî ne bi tenê eşîr û malbata wî bû. Derd û xema dilê wî pêşî roja temama welatê wî û gele wî bû.
Dema Zerganê hat kuştin Şêx Ehmed xençerek zîvî, serê doxa wê mina serê şêr û li ser doxa wê jî neqşa sûretê rojê bi tîrêj li serê çiyayekî bilind dirêjî Sofî Seîd dike û dibêje:
-Sofî Seîd ev xençer hîn ji kalikê kalikê min ji Mîr Şeref gihaştiye min. Li gor gotinan ev xençer , xençera mîrê mîra a Yûsivê Eyûb e. Perîzadeyek evîndarê Yûsivê Eyûb bûye. Ew perîzade ji bo rojek teng vê xençera dîyarî Yûsivê Eyûb kiriye. Lê gotinek kalkê min a Mîr Şeref e; kalkê min Mîr Şeref gotiye li vê xençerê xwedî derkevin. Bila ev xençer nekeve destê kesên vala û bêkêr. Namûs û şeref di serê pozê vê xençerêde ye. Dema roja wê hat wê ev xençer namûs û şerefê ji ber linga rake. İmrê min gihaştîye ser notî. Îro heme sibe tûne me. Ji bo vê yekê ez jî vê xençerê emanetî te dikim.
Bi vî hawî xençer dikeve destê Sofî Seîd û Sofî Seîd jî navê xençera xwe dike Zerganê. Navê dergîstiya xwe li xençerê dike.
Pîştî ku Sofî Seîd jî pîr û kal dibe dikeve nav mitêlê; bêhna melekê mewtê bi ser wî dikeve tevdeka dost û heval, car û cîran , meriv li xwe kom dike û şîret û wesêtê xwe dike. Di wir de xençera xwe dide torinê xwe Mihemed. Herkes ecêpmayî dimîne. Çavên herkesi li wê xençerê bû û ne kesek jî dabû yekî mîna Hemedok. Piştî ku Sofî Seîd wisa qerar pêk anî kesek nema dikarîbû tiştek bibêje.
Gund ji dû taqa pêk dihat yek jê li perê rojhilatê çem bû yê din jî li perê rojavayê çem bû. Her taxek sîh çel mal têdebûn. Tevdeka gund jî xizmên hevbûn. Ya ap û birazyê yan jî xal û xwarzên hevbûn. Tevdeka gundiyan diçûn û dihatin ba hev. Çi dawet û şahî çi şîn û hizinbûya diçûn ba hev. Gundîyek rewşa wî ne baş bûya tevdeka gundiya di nav hevdûde bêş dikirin û alîkarî bi hev re dikirin. Bi gazî û hewara hev diçûn. Gelek urf û adetên gund xweş hebû lê mixabin carna yekî cahil , nizan ,nepak wê mîna mêşa têkeve firaxa hizûr û aramiya gund xera dikir. Dibû sebeb ku gundî di berhevkevin bi şer û pevçûn. Dîsa li taxa gund a perê rojavayê çem pismamê Hemedok Hemzayê Silê û kurê xalê Hemedok Ûsivê Rizo ji bo xatrê ku çêleka mala Ûsivê Rizo xwe filitandibû û ketibû nava rezê mala Hemzayê Silê , yek ji Hemzayê Silê û yek ji Ûsivê Rizo terp û rep dikevin berhev. Li ser vê yekê malbatên mervê wan jî li pişta wan radibin û gêre fireh digere.
Şêx Ûbedillah û û kurê wî Şêx Evdilqadir rûsipiyên heremê bûn. Li ser vê yekê diçin dikevin navbera wan , wan li hev rûdinînin. Piştî şêx û kurê xwe pirsgirêk çareser kirin dikevin rê û xwe bera ser çem didin. Şêx û kurê xwe behsa bûyerê dikirin. Ji ber qijîna germa havînê ji bilî dengê çirçirka û pêve dengê tiştekî nedihat. Pela pel bû ne diliviya didarê de. Şêx û kurê xwe wisa bi hev re dipeyivîn gihaştin devê çem. Dibînin li ber benda dora rez vine vinek tê. Şêx û kurê xwe li hev dinerin û bi hêla bendê xwe dirêj dikin ku xwedyê vine vinê bibinin. Dibînin Hemedok xwe xwas kiriye û nikê xwe xistiye nav avê û xençerê di destê xwe de dibe û tîne û gilî û gazine xwe bi xençerê dike:
-Zergana min. Dada min tû hewqas xûrt û tûje ji heq herkesi tê der . De kanî ji min re, ji ez rebenê xwedê re bibêje ez çi bikim? Kesek min bi navê min hilnade. Herkes ji min re dibêje Hemedokê Tirsonek. Heta bavê min , bavê min lo ji min re dibêje tu bê xîrete tu tirsoneke , newêreke. Tu nabe mêr. Xelk li pismamê te xe û tu alî wî neke. Hemza pismamê min e, Ûsiv jî kur xalê min e. De îca ezê çawa ji nav derkevim? Ev min şeref û heysiyeta kurê xalê xwe şikand wê çi di kîsê min ke ve . wê ji bo me bibe nav û şeref? Emê pê serbilind bin? Na welleh ne dibe şeref ne dibe nav û deng . Dîsa kêmanî êş û jana me ye. Bi hersê navê Xweda ez ji Xweda û pêve ji tişekî natirsim. Ez naxwazim kesekî bi êşînim hew ji wan ez sil, tirsonek, newêrekim. Ne dijmin û neyarê min in. Zergana min dada min ezê çawa zilm û zorê , zehmetiyê bidim mervê xwe gundî û cîran û welatiyên xwe. Rû li rû , çav li çav dikeve. Qeyn divê wek ew her sê leşkerên şîr heram ku ez neyartiyê bi wan re bikim. Têkevim qarîş û berberiyê.
Şêx Ûbedillah û kurê xwe lê guhdar dikirin. Pîştî ev gazin û gilîyê Hemedok , şêx kuxiya. Bi kuxandina şêx , Hemedok serê xwe bilind kir dît ku şêx û kurê xwe li ser serê wî sekinîne. Bi rêzdarî rabû ser xwe û got keremke şêxê min. Şêx besimî çû bi wî girt û maçî enya wî kir û got:
-Her bîjî , eferim ji te re kurê min. A rast a Xweda ye a te ye. ji riya xwe veneger Xweda her tim bi te re be. Her tim Xweda bi te re ye. Sofî Seîd ne badî hewa bû ku ev xençer daye te. Li ser vê peyva şêx dilê Hemedok bi qasî heft perê asîman fireh bû. Dile wî li ber defa kêfê bi heft desmala raqisî. Êdî her tim peyva şêx dubare dikir. Ji xwe re digot kalkê min ev xençer badî hewa nedaye min. Hîn bêhtir bi ser xençerê ve ket. Her tim wê bi kevirê ku hecac ji hecê ji bo hesan kirina kêra dianîn Zerganê hesan dikir . Wê bi dohn paqij dikir ji bo ku zeng negre û tûj be.
Roj û şev gihaştibûn hev. Av di teht û zinaran de zabû. Her sibe gul gihayan bi avoyê ser û çavên xwe di şuştin, li ber şewqa rojê xwe ziwa dikirin. Di bedena temamên rihberan de xwîn digeriya. Xwîna xwezayî dikeliya ji ber eşqê.
Lê belê mîna kêrek tûj tu bide penîr wûsa xeberek, ew xweşî û şahî ji bin ve birî. Li şûna şahîyê kerr û lalî bi cih bû. Tirs û fikar mîna zihayên ser milên Dihaqê zalim mîna fitnayîya Bekoyê Ewan xwe li ser gund û bajaran kom kir. Ji bo tirs û xofê di dilê pêşmerga xînin dagirkeran tabûrek bi navê Tabûra Hova bera nava gund û bajaran dan. Ji bo çavên gel bi tirsinin diçûn kîder talanî , wêranî , tecawûz her tiştên bi qirêj pêk dianîn. Kîroşk, kevok , pisîk bi saxî digirtin û di nava gel de li ber çavên herkesi bi diranan goştên wan heywanên belengaz diqetandin. Lebelê şevekê ji hêzên pêşmergeyan Evdirehmanê Qasim dikeve nava tabûrê pêncîh kesî di hindirê tabûrê de dikuje û kesek pê nahise. Dema ku wê tabûr xwe bidin hev û bi rêkevin dibinin ku hindirê tabûrê bûye gola xwînê. Ew hovên bi heft werîsan nedihatin girtin mîna kerên çav li gur bike û şeqên wan ji hev dere ji tirsa li tevdekan çong fisiya. Tirs û xof dikeve dilên wan. Piştî ku ev bûyer belav dibe serokomarê dagirkeran bangî serfermandarê giştî ê artêşê dike û dibêje kevir li ser kevir ,serî jî li ser mil nemine. Kê dîtin bigrin bi rih wan berdin bê rih. Li ser vê fermanê serfermandarê giştî bi xwe tev li şer dibe. Di navbera pêşmergeyan de û dagirgeran de şer û pevçûn gûr dibe. Ji vî agirî ; agir dighêjê gundê Hemedok jî. Leşkerên hov bi nava gund dikevin kî dikeve ber wan; wan li meydana gund kom dikin û didin ber pihînan û wan li erdê rast dikin. Zîzoka jina Remê ducanî bû, zikê wê li ber devê wê bû. Serfermandar bi milê wê digre wê dikşîne nava gundiya û bi pihîna li zikê wê dixe ji bo dergûş ji ber here. Gundî neçar haho hahê wan çiqas rica û lawa dikin xwe davêjin lingên serfermandar Xweda di bîra wî de nayê , rehm nakeve dila. Hemedok di gengeşiyê de xençer di pişt wî de destê xwe davêje doxa xençerê û dibêje Zerganê şer dixwaze ya Ellah got û mîna birûskê bazda xwe dirêjî serfermandarê giştî kir . Çawa xwe gihandê xençer lê hejand li ser dile wî xist û heta jê hat xwe bi xençerê ve daxist. Wê kêlîyê wê bigota qeyn bi derbêkê zeman sekînî temama dinyayê lal bû. Ta ku herkesi wê şaşwazbûna ji ser xwe avêtin û bêdengî bi xirîna fîşekan xera bû. Hemedok , ew Hemedokê newêrek di nava xwînê de gevizî. Leşker li gundîya zîvrîn û li ser wan rijandin. Meydana gund bû mîna haşer mehşerê. Hîn wisa ku leşkeran gundiyan gulebarîn dikirin ji nişkave leşker serê wan belawela dibû û diketin erdê. Leşker tênegihaştin çi qewimiye. Dest û nigên wan li hev geriya. Gundiya xwe çeng çekên destên leşkera kirin. Çekên wan ji wan distendin û leşkerên dagirker di kuştin. Şêx Ûbeydillah bangî bûk ,keç û kurên xwe dike dibêje wexta nimêjê nimêj wexta cengê ceng e . Ew wext ev wext e. Çekan dide wan û bi gaziya gundiya ve tên . çekên zêde jî didin dest gundiyan
Evdilayê Sekvan bi dûv serfermandarê giştî ketibû ku bi sûîqastê wî bikûje. Lê Hemedok jê jêhatîtir derketibû wî xwîn mijî kuştibû. Dema Evdilayê Sekvan dibîne ku gundiya gulebaran dikin ewê jî li leşkeran rijandi bû. Newal xûme xûmek lê ketibû. Mîna xûme xûma baranê dengê fişekan newal tije kiri bû. Fermandarê hêzên pêşmerga bi têlê agahiyan ji Evdilayê sekvan sitendibû ew jî ji paş çiyê ve xwe bera newalê dan. Artêşa dagirker revî reviyan.
Piştî ku artêşa dagirker reviyan gundî û hêzên pêşmerga birîndar birin derman kirin û kesên jiyana xwe ji dest dane wan defin kirin. Mela Mistefa, Celalê Parêzer, Evdilayê Sekvan,Evdirehmanê Qasim, Şêx Ûbeydillah û kurê wî Şêx Evdilqadir ,Evdirehmanê Şeref tev de li ser defin kirine hazir bûn. Mele Mistefa hate bergora Hemedok runişt û ax ji ser gorê dahev û xist kefa destên xwe firkand û bi axînek ji kezebê ve ax hişka guvaşt:
-Îdrîsê min şehîd ket ez hewqas hestiyar nebûm. Hezar îdrîsê min bimira ya îro hewqes ez hestiyar nedibûm
Rondik mîna ji serê du avan biherike xwe ji kanikên çavên wî bera ser ruyê wî da; di nava qermûçekên rûyê wî de ew qermûçekên ku bi hezaran êş û kulên gelê xwe têde bi cih kiribû herîkî xwe bera ser gora Hemedok da.
Ev yek li temama gund û bajaran belav bû. Temama gel rabûn ser piyan , raperîn dest pêkir. Êdî artêşa dagirker ketibû heyra xelas kirina canên xwe yên nepak. Xwe ji temama gund û bajaran vekişandin. Temama gund û bajaran azad bûn. Namûs û şerefa milletekî di serê xençerê de bû. Ew xençer bi serê pozka xwe dîrokek nû nivîsî. Dîrokek kû bê exlaq bê wijdan , zalim ji holê rakir dîrokek bi namûs û rûmet bi wijadan û exlaq hate nivîsîn.
Şoreşê Xursî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…