Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn ser bêjimar mal û peran. Tiştek tenê jî ji bazirganan re nehiştin. Bazirganan ax wax û zarezar kirin û ji wan re gotin bi xatirê Xwedê û Resûlê wî malên me bidin me. Lê van gotinan tu feyde neda. Jixwe dema diz biserkevin hayê wan ne ji tirsa Xwedê ne jî ji tirsa Pêxember dimîne. Xema heram û helalan nakin.
Hekîmê Luqman jî di nav wê karwanê de bû. Bazirganek jê re got:
— Ji kerema xwe bi çend peyvên xweş û bi hîkmet şîret li wan bike dibe ku li wan tesîr bike û hinek malên me bidin me. Lewra heyf e ewqas keda destê me ji destê me derkeve.
Luqman Hekîm wisa got:
— Heyf e ku ez gotinên bi hîkmet ji van bêbextan re bibêjim. Ji bêbext û dilreşan re şîret û nesîhet feyde nake. Lewra bizmarê ji hesin di keviran de naçe û dişikê.
Erê ji bo dizek, dilreş û dagirkeran şîret feyde nake. Gotinên bihîkmet ji bo wan heyf in. Dermanê wan desthilkirin û lêdanek xweş e. Di tiştên tên serê me de jî hîkmet hene. Mal û serweta dinê jî di dest de namîne.
Yê qenc û biaqil, hêj serweta wî wunda nebiye û neketiye destê dizan di rêya Xwedê de xerc dike. Di xweşiyê û firehiyê de dilşikestan jibîr nake. Hêj stemkar bi darê zorê jê nestandiye malên xwe bi feqîr û belengazan re parve dike.
SADULLAH TAŞAN
JI HIKMET BI HÎKAYET
(WEŞANXANEYA NÛBIHAR)
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…